Languages: English ‏سۆرانی‎

Komkujî, gorên komî sucên mirovahiyê ne.

Daxûyanîya Çapemenî 07.02.2011 –  Gelê Kurd,  her dem bang li vijdanê mirovahiyê dikir ku, dewleta Tirkiyê li dijî Kurdan qirkirinan dike. Lê ne hêzên navneteweyî, ne  dewletên Ewropa, ne Emerîka û  ne jî raya gistî ya cîhanê dengê gelê Kurd bihîst. Îro,  eskere bûye ku Tirkiye di 30 salên serê qirêj û kirêt de, bi riyên cûda, li dijî gelê Kurd qirkirin pêkanîne û kiryarên xwe jî, bi gorên komî û lîstikên cûda vesartine.

Desthilatdariya AKPê, ku di her têkiliyên navneteweyî de, serî li riyên xapandin û dirutiyê dide, li Tirkiyê jî, bi derew û guhertinên sunnî yên rojevê, qirkirina Kurdan, ji raya gistî ya hundir û derve vedisere. Kiryarên dewleta Tirk, ku li dijî gerîlayên Kurd û sewitandina gundên Kurdan, çekên kimyewî bi kar anîne û tîne, rêbazên derî exlakî û derî insanî pêk tîne, di encama lêkolînên Elmanya de, hate îspat bikin. Ji Ewropa komên lêpirsînê û saziyên li dijî çekên kimyewî çûne Tirkiyê û Kurdistanê, lê tu encam derneket. Lewma, dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, îro jî qirkirina pirhêlî, kulturî, ziman, aborî, cografî, siyasî, bi dijwarî û bê perwa didomîne.

Gelê Kurd jî, ji bo gorên komî teva werin vekirin û kujerên van kiryaran werin eskere kirin û darizandin, mafê xwe yên demokratîk bikartîne. Di her çalekiya demokratîk de, bang li vijdanê raya gistî û  li sazî û dezgehên pêwendidar yên navneteweyî dike. Mixabin, heyeta ‘aqîl’ ya Yekîtiya Ewropa, ku par hate Kurdistan û Tirkiyê jî di nav de, yek saziya navneteweyî dengê xwe bilind nekiriye.

KNKe, kiryarên kujerî û qirkirinên li dijî gelê Kurd bi tundî sermezar dike û helwesta serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan ku di mijara gorên komî de bêdeng dimîne, lê di têkosîna gelê Misirê de, xwe hawariyê demokrasî nîsan dide û li hundir, fermana qirkirina gelê Kurd dide mahkum dikin.

Ji bo dagirkerên Kurdistanê, “Kurdê herî bas, Kurdê mirî” yê.  Pêwiste hêzên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê, di qonaxa ku desthilatdariyên  destpot yên cîhana ereb, bi serîhildanên gelan  dihejin de, werin cem hev, Kongreya Neteweyî lidarbixin  û  tifaqa xwe sazkar bikin. Da ku dikaribin, hesabê qirkirinên li dijî gelê Kurd, ji fasîst û dîktatorên  sedsalê bipirsin û çarenûsa xwe bikin destên xwe.

Em weke KNKe bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û li sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku, zorê li Tikrkiyê bikin, da ku, nexseya komên gorî ya li Tirkiyê û Kurdistanê amade bike. Hêlbet gelê Kurd daxwaz dike ku,  kujerên  dibin sîwana sîstema  fasîzan a dewleta Tirk de qirkirina Kurdan pêk anîne werin eskere kirin û werin dadgehkirin.

Gerek gelê Kurd, bi her cûre çalekî û riyên demokratîk de, bang li raya gistî, sazî û rêxistinên navneteweyî dike ku, li dijî kujeriya dewlet û desthilatdariya Tirkiyê dengê xwe bilind bikin

Pêwiste li dijî vê gunehkariya dîrokî, gelê Kurd li her çar pareyên Kurdistanê û li derveyî welat, dijberiyeke tund  nîsan bide û dengê xwe di qada herî bilind û dijwar de bigihîne raya gistî ya cîhanê.

Konseya Revebir ya KNK
07.02.2011