Languages: English ‏سۆرانی‎

Komîteya Çareserîya Qeyranê: Jibo Reya Giştî

Wek tê zanîn li ser alozîya li başûrê Kurdistanê rûdayî, me Komîteyek Çareserîya Qeyranê di 04.11.2020an de avakiribû. Komîteya me ji wê rojê heta niha li ser kare û gorî plansazîya xwe kar dike.

Heta niha:
Bi rêya telefon û înternetê, di asta jor de li gel piranî partî, rêxistin û li gel gelek şexsîyetên Kurdistanî peywendî hatine danîn. Rewş li gel wan hatîye nîqaşkirin, jibo çareserîyê dîtin û pêşniyarên wan hatine girtin. Em xweşhalin ku ev partî, rêxistin û kesayet, jibo çareserîya vê alozîyê weke me difikirin, xebata me ya di vî warî de destek dikin û alîgirê dîyalogê ne.

Vê demê de wefdek ya KNKê ku Hevserok Ahmed Karamus jî navde ye, çûye başûrê Kurdistanê û dest bi hevdîtinan krîye. Heyeta KNKê, wê bi terefan re, partî û rêxistinên Kurdistanî re, kesayet û ronakbîran re, hevdîtinên rû bi rû pêkbîne. Jibo diyalog û aştîyê, li herêmê înîsîyatîfên cuda jî ava bûne. Heyeta KNKê, wê peywendî li gel wan înisîyatîfan jî dane û wê hwl bide bi wan re karên hevbeş bêne pêşxistin.
Komîtê biryar dabû ku di dmekî nîzing de, bi beşdarkirina nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî û kesayetan, şêwirek berfireh li ser tora Zoom ê bête çêkirin. Kar û barên şewirê berdewamin û wê demeke nîzing de agahdarîyên berfireh ji reya giştî re bêne parvekirin.

Li ser bang û xebata gelek kes, partî û rêxistinan, li ser hişyarî û hewesta gelê Kurdistanê, em dibînin ku alozî hinekî kêm dibe û ber bi nermahîyekî ve diçe. Em carekî din bang li hemî partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurdistanê dikin ku helwesta xwe ya aştî û dîyalogê berdewam bikin û piştgirî bidin hewlên aştî û dîyalogê.

Silav û rêz

KNK – Komîteya Çareserîya Qeyranê