Languages: English ‏سۆرانی‎

Kombûna Konseya Rêvebir ya KNKê

Daxûyanîya Çapemenî 22.08.2009 – Konseya Rêvebir ya KNKyê, kombûna xwe li 22yê Tebax li Brukselê kir. Konsey li ser rewsa Kurd û Kurdistanê bi gistî û bi taybetî jî li ser pêshatin û prosesa nû ya li bakur rawesta. Di serî da divêt bi askerayî bête gotin ku statuya kolonyal ya Kurdistanê dom dike. Tirkîye, Iran û Sûrîye digel polîtîkên neokolonyalîst, herweha sîstemê kolonyalîzma kevnare jî bi israr didomînin. Li Iraqê digel ku xelkê Kurd rengekî çareserîyê bi statuya federal bi dest ve înabe jî, lê hêj jî teselluta merkezî ya Bexdayê bi sovenîzma edetî ya Erebî didome. Pirsa Kerkûk, Sengal û Xaniqînê hêj jî nehatîye çareserkirin ku astenga herî mezin yêkser baskê serdest yê Ereb yê li hukûmeta merkezî derdêxe.

Iran bi çu awayî dev ji êriskarîya xwe bernade û zordarîyeke sîstematîk didomîne û siddet û îskenceyeke nedîtî bi serê girtîyên polîtîk tîne û li hukmê îdaman jî berdewam e. Sûrîye polîtîkeke sevî ya bermayê dewleta Tirk di vî demî da bi kar tîne û dîsa ve dest pê kirîye ”Kemerên Erebî” jînde bike û bi vî awayî Kurdan pêkve hem ji cih û warên xwe bide rakirin, hem jî hilgire binê zeptûrepteke dijwar ku bêhna jîyanê li wan çik bike. Tirkîye îro gotûbêjê dike ku navên qedîm yên cih û warên Kurdistanê yên ku kirine Tirkî rake û navên berê yên Kurdî bi kar bîne, lê Sûrîye vegeryaye polîtîkên berê yên dewleta Tirk û navên cih û warên Kurdan dike Erebî. KNK van polîtîkên dewletên Iran û Sûrîyeyê bi xurtî sermizar dike û bang li xelkê Kurd dike ku serî li ber vê zordarîya van dewletan ne çemîne û berxwedana xwe ya serbilind bidomîne. KNK hewce dibîne ku hisyarîyê li hukûmeta Bexdayê ya baskê serdest yê Erebî jî bike. Baskê serdest yê Ereb bi domandina sovenîzma Erebî ya bermayê rejima Seddam nikare bigihe amancê. Esasen huzûra wan jî bi tifaqa digel xelkê Kurd ve girêdayîye. Divêt li huqûqa xwe xwudan derkevin û makqanûna xwe herfîyen bi cih bînin û li goreyî huqûqa xwe ya nû ya ”Federal” pirsa Kerkûk, Xaniqîn û Sengalê çareser bikin û problema xwe ya digel xelkê Kurd bi maqûlî çareser bikin. Rêyên dî kûrkirina probleman e û Kurd polîtîkên ”ferzkirinê” bi çu awayî jî qebûl nakin û divêt nekin. Çare qebûlkirin û realîzekirina makqanûna nû ya Iraqê ye û divêt zûtirîn dem jî gav bête avêtin û rêz li îradeya xelke Kurd bête girtin.

Dewleta Tirk jî, herçend ev demeke bi navê ”Vebûnîya Kurdî” polîtîkeke nû dabe destpêkirin jî, lê nîveka vê gava xwe hêj jî tijî nekirîye, ron û zelalîyek nedaye vê polîtîka xwe. Digel hindê jî, reber û pêsengên xelkê Kurd, ev pêshatina dewleta Tirk bi erênî biha kirin û bi daxuyanî û kir û kiryarên xwe ve xwastin rê li ber vê pêshatina nû xwes bikin. Bi dirêjkirina demê ”Bêçalakîtîyê” û dana mesajên pozîtîv reftareke çêker hate nîsan dan. Bi navê dewleta Tirk serokwezîrê hukûmeta Tirk jî deklere kir ku ew dixwazin pirsa Kurd çareser bikin. Li ser vê yêkê rêberê KCKyê Abdullah Ocalan gaveke pêsvetir avêt û askera daxuyand ku ew jî dê ”Ji bo çareserîyê nexseyê re” hazir bike û pêskêsî bîr û rehîya Kurd û Tirk û navneteweyî bike. Li ser vê yêkê hewayekî gelek nerm û çêker pêkhat di sethê polîtîka Kurdistanê û Tirkîyeyê da. Hêvîyên pêkhatineke maqûl ges bûn. KCK û Ocalanî bi pozisyona pêsengîyê reftara xwe ya ji bo çareserî û çêkirinê dubare kirin. Lê dîsa ve hukûmetê di pratîkê da gavên hêvîdar mezintir nekirin. Astengîyên li ser hevdîtinên Ocalanî hatin sidandin, rê li ber daxuyanîyên wî yên gelek aktuel yên bi vê prosesê ve girêdayî hate girtin. Herçend ji kombûna ”Konseya Ewlekarîya Neteweyî” ya dewleta Tirk, domandina vê prosesê derketibe jî, lê di uslûbê berpirsiyarên hukûmeta Tirk da hiskî û pasvetîyek jî xuya dibe. Eve sînyalên xêrê nînin û di nav xwe da ihtimalên negatîv disitirînin. Digel vê yêkê jî terefê Kurd reftara xwe ya çêkirinê diparêze û bi sebir polîtîka xwe ya ji bo çareserîyê didomîne. Di rewseke wisa bi xeter da Kurd bi tevahî û herweha pêsengên polîtîk divêt pozisyona xwe ya neteweyî bi rengekî yêkgirtî vehûnin, xurttir bikin û biparêzin. Prosesên wisa gelek hessas û nazik in û hisyarîyeke zêde dixwaz e. Ji bo gihistin û bi destxistina amancên nêzîk, Kurd divêt bi cesaret xwe hazirî diyalogê û çareserîyê jî bikin, lê herwisa amadekarîyên domadina têkosînê jî sist nekin. Pirsa Kurd û pozisyona dijminî bi gotinên ”niyetên bas û xirab” anjî ”bawerî pê heye an nîne” nayê izah kirin. Pozisyona Kurdan divêt bi ron û zelalî: ”Kurd hem hazirî astîyê ne, hem jî hazirî ser in” be. KNK bi vê amancê destekê dide rêberî û pêsengîya Ocalan û KCKyê. Di çareserkirina pirsa Kurdî da, daxuyanî û projeyên ku KCKyê askera kirî û planê ku Ocalan dê askera bike, divêt ji teref hemû Kurdan ve bêne destek kirin û li pas wan pozisyoneke yêkgirtî û xurt ya neteweyî bête nîsan dan. Helbet dewleta Tirk eve serê hinde salan e ku ji ber zulm û zordarîya li ser xelkê Kurd û Kurdistanê sûcdar e, gunehkar e, djimin e, belêm di meydana polîtîk da partner e. Kurd û Tirk her bi çi rengî be dê bi diyalog, hevdîtin û muzakereyan vê problema mezin çareser bikin. Ji ber vê yêkê Kurd xwe ji prosesa ”diyalogê” nadine pas û divêt nedin û bi serbilindî, bi cesaret, bi xwe bawer û herweha li goreyî krîter û standardên pêkhatinên navneteweyî vê prosesê bidomînin. Heke lihevhatineke maqûl pêkhat, bas e û di xêra herdu xelkan da ye, lê heke dewleta Tirk dîsa ve dest bi dek û dolab, entrîka û desîseyan kir, hingê sik têda nîne ku Kurd dê têkosîna xwe hêj xurttir bidomînin. Di vî warî da divêt hemû Kurd hêz û siyana xwe bi cesaret seferber bikin û li dora pêsengîya KCKyê çeper werbigirin.

KNK di vî demê ku behsê proseseke nû tête kirin da, dixwaze balê bikêse ser ruh û giyanê têkoserîya 15ê Tebaxê jî. 15ê Tebaxa îsal, salvegera 25ê bû. Di serî da bila li timamî xelkê Kurd pîroz be 15ê Tebaxê. Bila neyê ji bîr kirin ku bi hemleya 15ê Tebaxa 1984ê ya di pêsengîya PKKyê da, hêvîya azadîyê ya xelkê Kurd, ji hêvîtîya xwezîtîyê derêxist kire rastîya jîyanê. Serê hinde salan Kurd jînde kir, rakire ser pêya, bawerîya bi azadbûna xwe xurt û saxlem kir. Di van 25 salan da, ev bawerî pêl bi pêl mezintir bû hate vê qonaxê ku dewleta Tirk mecbûr maye xwe avêtîye ser bextê xelkê Kurd ku çareserîyek, astîyek pêkbêt. Ruh û giyanê 15ê Tebaxê dewleta Tirk mecbûrî îro kirîye ku dixwaze digel xelkê Kurd pêkbêt. ”Ji dil e, ne ji dil e”, ew tistekî cuda ye, lê tistê xuya û askera ew e ku Kurdan bi serê 25 salan serê dewleta Tirk li ber xwe çemandîye ku îro tête xwastin ku astîyek pêkbêt. Xelkê Kurd di 25. salvegera 15ê Tebaxê da serketî ye, dewleta Tirk binketî ye. Eve sedased e. Sik têda nîne ku dê ev proses dirêj bikêse, nisîvî û evrazî dê hebin, ketûrab e, lê di encam da Kurd dê serbikevin ku eve jî sedased e. Bi van bîr û hiziran KNK xelkê Kurd, rêber û pêsengên Kurd, serker û gerîlayên Kurd, pêkve têkoserên doza azadîyê pîroz dike.

KNK hilbijartinên 25ê Tîrmehê yên Kurdistan Federal jî bi giringî biha dike. Hilbijartin bi kêm û kasî û qusûran xilas bibe jî, encameke pozîtîv derêxiste meydanê. Tabloya ku derketîye, ji bo avakirina demokrasîyê li Kurdistanê avantajeke bas û maqûl e. Tête hêvîkirin ku parlement, hukûmeta nû û serokatîya nû ya Kurdistana Federal, jêderên hilbijartinê, gotûbêj, propaganda û rexneyên li ser sîstemê polîtîk û îdarî bi rengekî pozîtîv li ber çav bigirin, bi pozîtîvî biha bikin û encamên di xêra xelkê Kurd û Kurdistanê da jê derêxin. KNK wekî hercar bawer dike ku rêvebirîya polîtîk ya Kurdistana Federal, dê di vê peryoda nû da jî, polîtîkên ji bo xizmeta yêkitîya neteweyî biafirîne û di pratîkê da jî bi cih bîne û rê li ber konferanseke gistî ya neteweyî xwes bike. KNK bi van bîr hiziran parlement, hukûmeta nû ya Kurdistana Federal û herwisa serokatîya nû ya Kurdistana Federal ji dil pîroz dike û daxwaza serkevtinê dike. KNK herweha, ji ber êrisên bombeyî yên li ser Kerkûk û Sengalê, li hêvîyê ye ku hukûmeta Kurdistana Federal hem asayis û ewlehîya Kurdistana Federal bi gistî di dereceya herî mezin da pêkbîne, hem jî bi taybetî navçeyên wekî Kerkûk, Xaniqîn û Sengalê, ku ”fermîyen” vê gavê ne di bin kontrola rêvebirîya Kurdistana Federal da ne, hilgire binê kontrol û ewlehîya hêzên pêsmerge.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
22.08.2009, Bruksel