Languages: English ‏سۆرانی‎

Kombûna Konseya Rêvebir ya KNKê

Daxûyanîya Çapemenî 19.12.2014 –Konseya Rêvebir ya KNKê kombûna xwe ya dawîya sala 2014êli merkeza xwe kir. Di kombûnê da li ser rojeveke giran hate rawestan. Ji milekê ve bûyer û qewimînên li Kurdistanê,li rojhilatanavîn û dinyayê bi berfirehî hatin analîz kirin. Li milê dî jî rewşa KNKê ya rêxistinî bi berfirehî hate gotûbêj kirin û biryarên giring hatin standin. Tesbît û biryarên Konseya Rêvebir bi vî rengî encamdan.

1. Nefesa li parçeyên başûr û rojavaya Kurdistanê hatîye wergirtin ji bo Kurdan bûye destkevteke mezin û giring. Lê dewletên dagîrker tehemmula vê yêkê nakin û lêdigerin ku jîyanê li Kurdan teng û heram bikin. Naxwazin ku jîyaneke rehet û aram li Kurdistanê bejn bide û xelkê Kurd û Kurdistanî di nav huzûr û xweşîyê da bijîn. Bi her rengî ajawe û arêşeyan derdêxin, hêzên paramîlîter organîze dikin û berdidine bedena Kurdistanê. Ev belaya DAIŞê jî bi vê armancê tûşî Kurd û Kurdistanê kirine. Pêşîyê ev organîzasyona terorê berdane Rojavaya Kurdistanê û paşê jî berê wan dane Başûra Kurdistanê. Bûyerên xembar yên Şengal û Kobanîyê bi vî rengî rûdan. Di têkdana rewşa aram ya Kurdistanê da serê fitneyê dewleta Tirkîyeyê dikêşe. Iran jî tenakuzên xwe yên dîrokî yên digel Tirkîyeyê di pirsa Kurdî da paşdide û di fetisandin û têkbirina destkevtên Kurdan da roleke bêyûm dileyize.

Bexda ji pêşkevtin û bi hêz bûna Kurdan veşartî jî be memnûn nîne û gelek ji dil e ku Kurd pêkve zerarê bibînin. Rejima Şamê ji xwe ketîye derdê xwe û digel vê rewşa xwe ya birîndar jî be di pirsa Kurdî da reftara xwe ya qedîm ya antî Kurdistan didomîne. Tirkîye gelek vekirî piştevanîya DAIŞê dike û li hêvîyê ye ku DAIŞ xwezî û daxwazên wan yên şkandina hêza Kurdistanê ya li rojavayê bi cih bîne. Piştî vegirtina Mûsilê ji teref DAIŞê ve Tirkîyeyê zêdetir destek da DAIŞê û ajote ser Kobanîyê. Xelkê me, hemû Kurdistanîyan hem li çeperê Şengalê û hem jî li çeperê Kobanîyê şerekî mezin yê parastina welatî kirin beramberî DAIşê û ev berxwedane hêj jî berdewam e. Di parastina Şengal û Kobanîyê û herweha Mexmûr û Kerkûkê da pêkhatina hevçeperîya hêzên leşkerî yên Kurdistanê HPG, Pêşmerge û YPG-YPJ cihê teqdîra herî mezin e û di vê pratîka hevgirtî da hate dîtin ku encamên serkevtî têne meydanê ku eve li Şengal û Kobanîyê tête dîtin. KNK bihayekî mezin dide vê hevgirtina hêzên leşkerî yên Kurdistanê û hêvî û daxwazê dike ku ev hevçeperîya di navbeyna Pêşmerge û Gerîllayan da daîmî be.

2. Piştî rûdana êrişên DAIŞê û têkvedana dewletên dagîrker yên wekî Tirkîye û Îranê, di navbeyna hêzên polîtîk yên Kurdistanê da paralelî hevçeperîya leşkerî diyaloga avakirina tifaqa navxweyî jî pêşdikeve û KNK vê prosesê giring dibîne ku di warê polîtîk da jî hevgirtin û tifaqa navxweyî rojek zûtir bête encamdan.

3. Berxwedana bi giştî ya xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan ya beramberî DAIŞê di dinyayê da teqdîreke mezin peyda kir û ev piştevanî di beyanatan da nema, hevkarîyeke berbiçav ya leşkerî hate kirin. Bi taybetî koalisyona navneteweyî ya ku beramberî DAIŞê hatîye avakirin ji alîyê çekên giran û bombardumana hewayî ve destekeke xurt dan ku vê piştevanîya navneteweyî di şkandina êrişên DAIŞê da hevkarî kir. KNK bihayekî mezin dide vê hevkarî û piştevanîya navneteweyî û hemû alîyên ku di vê hevkarîyê da cih girtine bi navê xelkê Kurdistanê sipasdar e.

4. Di nav van êrişên li ser Kurdistanê da jî, herwisa lêgerînên çareserkirina pirsa Kurdistanê jî berdewam in. Li bakur di navbeyna KCK û dewleta Tirkîyeyê da ev demek e ku gotûbêj têne kirin. Digel ku KCK bi hemû hêza xwe ve wacibên van hevdîtinan tîne cih jî lê dewleta Tirkîyeyê hêj jî prosesê ciddî nagire û bi taktîkên rûvîyane û şevî dixwaze wextî bikuje û tenê bi hevdîtinan prosesa çareserîyê vala derêxe. Serokê Giştî yê KCKê birêz Ocalan ji ber vê fitnekarîya dewleta Tirkîyeyê planekî konkret yê gavavêtinê pêşkêş kirîye ku proses pêşbikeve. KNK vê hewildana bihadar ya Ocalanî giring dibîne û destekê didê. KNK bangî hemû hêzên Kurdistanê yên li bakur dike ku di nav yêkîtîyeke xurt da bin û bi hêza hevgirtî fişarê li dewleta Tirkîyeyê bikin. KNK herwisa bangî dewleta Tirkîyeyê jî dike ku vî şansê ji teref Kurdan ve hatîye dan ciddî biha bike û li goreyî wê gavên erênî biavêje.

5. Rejima Iranê di nav vê hercûmerca rojhilatanavîn da ku yêk ji serê sebeban jî ew e, terora xwe ya li ser Kurd û Kurdistanîyan didomîne. Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî misqalekê xwe nalivîne û hemû hewildanên çareserîyê jî red dike. Li milekê bi girtina polîtîkeran xebata Kurdistanîyan tengav dike, li milekê jî di zîndanan da şiddet û îşkenceyeke nedîtî li girtîyên polîtîk yên Kurd û Kurdistanî dike. Cezayê îdamê didomîne û bi dehan girtî li dora îdamê ne. Girtîyên polîtîk yên Kurdistanê nihe berxwedaneke xurt dayîne destpêkirin û bi taybetî li zîndana Urmîyeyê girtîyên ji partîyên cuda yên Kurdistanê ev mehek e di greva birsîbûnê da ne. Daxwaza wan ew e ku rejima Iranê dawîyê li îdaman û vê zulma li zîndanan bîne û herweha bi vê çalakîye balê bikêşin ku rejim ji bo çareserîya pirsa Kurdistanê digel berpirsiyarên polîtîk yên Kurdistanê dest bi hevdîtinan bike. KNK gelek bi xurtî piştevanîya vê çalakîya girtîyên li zîndana Urmîyeyê dike û bangî Kurdistanîyan dike ku desteka li Şengal û Kobanîyê hatîye nîşandan di vê çalakîya li zîndana Urmîyeyê da jî bête nîşandan. Berxwedana girtîyên polîtîk ya li zîndana Urmîyeyê dikare bibe çirîskeke geş ji bo berxwdaneke berfirehtir. KNK bangî dewleta Iranê jî dike ku dev ji vê polîtîka xwe ya şiddetê berde û rê li ber diyaloga digel hêzên polîtîk yên Kurdistanê veke û xwe bide ser rêya çareserîyê.

6. KNK pêkhatina yêkîtîya hêzên polîtîk ya Rojavaya Kurdistanê ya Duhokê, ku li meha dehan [22.10.2014] hatibû îmza kirin, gaveke giring û jîyanî dibîne û destekê didê û herweha daxwazê ji terefên polîtîk dike ku berjewendîyên neteweyî û welatî li ser hertiştî bigirin û vê tifaqa pêkhatî ragirin û mayînde bikin. Li ser vê bingehê avakirina Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê gaveke pêşketî dibine û sîlav dike. Serkevtina li Rojavaya Kurdistanê bi yêkîtîya navxweyî mumkun dibe û eve erkê hemû hêzan e.

7. KNK di sala 2015ê da Civata Giştî kom dike û xwe ji alîyê rêxsitinî ve nû dike. Di Civata Giştî ya 2014ê da Peyman û Peyreva nû hate qebûl kirin û Civata Giştî ya Gulana 2015ê jî dê bi endamên nû ve bête kirin. KNKê prosesa xwe nûkirin û hilbijartina endamên nû da dest pê kirin û dest bi hazirîyên Civata Giştî ya 15an kir. KNK endam û xelkê Kurdistanê agahdar dike ku di qonaxa îro ya Kurdistanê da tifaqa navxweyî armanca sereke ye. Parastin û mayîndekirin û herweha zêdekirina destkevtan bi tifaqa navxweyî mumkun dibe. Giringîya tifaqa navxweyî di rûdana pirsa Şengal û Kobanîyê da baş hate dîtin. Lewma KNK bi giringî bala hemû Kurd û Kurdistanîyan dikêşe ser vê pirsa yêkîtîya navxweyî. KNK ev 16 sal in ku di vî warî da kar û xebatê dike. KNK bi hebûn û xebata xwe ya van 16 salan bûye zemînê tifaqê. Lê hêj jî ew tifaqa herî mezin û fireh pêknehatîye. KNK hêvî û daxwazê ji hemû Kurdistanîyan dike ku tifaqa navxweyî wekî armanceke sereke ya stratejîk bibînin û li goreyî vê yêkê di nav pratîkê da bin. KNK di demê pêkînana Civata Giştî da hazir e ku hemû fedakarîyan bike ku Kurd û Kurdistanî bigihin tifaqa herî fireh û mezin.
8. Sala 2014ê bi dawî têt. Di 2014ê da bûyerên gelek xembar û trajîk bi serê Kurdistanîyan hatin. Hêvî dikin sala 2015ê bibe sala xêr û xweşî û serkevtinên mezintir ji bo hemû Kurdistanîyan û mirovahîyê bi giştî. KNK ji nihe ve sala nû, sala 2015ê ya endaman û hemû Kurdistanîyan pîroz dike.

9. Heftîya dawîyê ya vê mehê ji bo bawermendên Mesîhî rojên pîroz in, Noela wan e. KNK NOELa Kurdistanîyan û cîhana Mesîhî pîroz dike.

Konseya Rêvebir ya KNKê