Languages: English ‏سۆرانی‎

Kombûna Konseya Rêvebir ya KNKê

Daxûyanîya Çapemenî 02.11.2013 – Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK], kombûna xwe ya asayî kir û li ser bûyer û pêshatinên dawîyê yên li cîhan, rojhilatanavîn û Kurdistanê  rawesta. Herweha kar û xebatên KNKê bi berfirehî hatin plan kirin û ji bo bi cih înana wan hemû endam hatin agahdar kirin.

Rikeberî û vekêskanêya cepheyên Wasîngton-Yêkîtîya Ewrûpa û Moskow-Pekînê di saheya Rojhilatanavîn da her diçe dijwartir dibe. Bi taybetî hewildanên Wasîngtonê yên li ser rojhilatanavîn û dizaynkirina navçeyê dibin sebebê dijberîyeke xurt ya Moskow û Pekînê. Yêkîtîya Ewrûpayê herçend di warê berjewendîyan da digel Wasîngtonê di nav vekêskanê da be jî lê beramberî Moskow û Pekînê li goreyî normên tifaqdarîya xwe hereket dike û li ber milê Wasîngtonê ye. Di navbeyna Moskow û Pekînê da jî rekabet heye lê ew jî beramberî cepheyê cîhana rojavayê bi hev ra pozisyonê werdigirin. Rojhilatanavîn ji bo rikeberîya van herdu kampan adeta bûye meydana ceng û serenîxê.

Dewletên dagîrker yên Kurdistanê jî di nav vê tabloyê da li goreyî van du cepheyan pozisyonê werdigirin. Iran û Sûrîye di nav kivanê Moskow-Pekîne da ne. Tirkîye jî tifaqdara Wasîngton û Yêkîtîya Ewrûpayê ye. Rêvebirîya Ereb ya Bexdayê jî di navbeyna cepheyê Iran-Sûrîye û Wasîngton-YEyê da canbazîyê dike ku di muhtemel guhorînên navçeyê da destkevtên Kurdan bêne mînîmalîze kirin. Operasyona cepheyê Wasîngton-YE-Ankarayê ya li ser Sûrîyeyê tesîreke yêkser li Rojavaya Kurdistanê dike. Ankarayê temamî polîtîka xwe ya dijî rejima Samê li goreyî bêmafkirina Kurdan ava kirîye. Mixabin Wasîngton û YE [Yêkîtîya Ewrûpayê] di vî warî da normên xwe yên demokratîk binpê dikin û çavê xwe li vê polîtîka Ankarayê digirin ku ev reftara wan dewleta Tirkîyeyê adeta motîve dike.

Di nav vê hercûmerca navçeyê da cihê mixabinîyê ye ku di nav Kurd û Kurdistanîyan da jî tifaqeke herî fireh ya neteweyî û welatî nîne û dijminên dagîrker ji vê yêkê istifadeyekî mezin dikin. Bi taybetî berxwedana li rojavaya Kurdistanê bi her awayî tête asteng kirin û operasyonên fetisandinê têne domandin. Tirkîye gelek askera çeteyên islam-cîhadîst organîze dike û berdide rojavaya Kurdistanê. Ev çeteyên kevneperest yên girêdayî El-Qaîdeyê kust û kustdarîyeke hovane dikin. Divêt hemû dînamîkên Kurd û Kurdistanî vê rewsa gelek konkret ya rojhilatanavîn û pozisyona du kampan bi vekirî bibînin û bas bixwûnin ku bikarin hem destkevtên heyî saxlem bikin û hem jî destkevtên nû bi dest ve bînin. Eve jî bi temamî bi yêkîtîya xurt ya navxweyî ve girêdayîye. Bizava bi gistî ya Kurd û Kurdistanî li navçeyê ji bilî tifaqa navxweyî pê ve çu rê nînin. Di nav balanseke parastina berjewendîyên neteweyî û welatî da divêt digel van herdu kampan di nav diyalogê da pirsa Kurdistanê bête çareser kirin.

Li bakura Kurdistanê prosesa diyalogê ku bi armanca lihevhatina digel dewleta Tirkîyeyê ji teref Ocalan û KCKê ve hatîye dest pê kirin bi berpirsiyarîyeke bilind ya neteweyî û welatî tête domandin. Lê hukûmeta AKPê polîtîkayeke gelek sivik û keysperestane bi rê ve dibe û wacibên xwe yên bi mutabeqeta Imralîyê ya bi birêz Ocalan ve hatîye amade kirin bi cih nayîne. Hukûmeta AKPê proses adeta gorîyê propagandaya hilbijartinên Adara 2014ê kirîye. Ji ber vê polîtîka lêhbandinî ya AKPê, KCKê jî reflekseke gelek rast û heqqane nîsan daye û herwisa muhlet daye hukûmeta AKPê ku daxwazên Ocalan û KCKê zûtirîn wext pêkbînin. KNKê ji serî were desteka xwe daye vê prosesa li bakur û pistgirîya xwe ya ji bo Ocalan û KCKê ya beramberî hukûmeta AKPê didomîne.

KNK pistevanîyeke kamil dide berxwedana li rojavaya Kurdistanê ku serê man û nemanê di bin kumandaya YPGê û bi pêsengî û rênîsanîya Konseya Bilind ya Kurdên Rojavayê da tête dan. KNK herweha bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên rojavayê dike ku di warê polîtîk da koalisyoneke herî fireh ya neteweyî û welatî ava bikin û hêza xwe ya leskerî û asayisî bi tevlêkirina hemû dînamîkên neteweyî û welatî xurttir bikin.

KNK wekî herdaîm pistevanîyeke xurt dide bizava neteweyî ya li rojhilata Kurdistanê. KNK herwisa îdam û êrisên ji terefê rejima Tehranê ve têne kirin jî bi xurtî mehkûm dike. KNK di wê bawerîyê da ye ku Kurd û Kurdistanî li rojhilatê divêt zûtirîn dem di navbeyna xwe da cepheyekî herî pahn û berîn yê neteweyî û welatî pêkbînin ku bikarin rejimê mecbûrî çareserîyê bikin.

KNK hêvî dike ku li basûra Kurdistanê li goreyî encamên hilbijartinan koalisyoneke neteweyî û welatî ava bibe ku istikrara polîtîk, ekonomîk û ewlekarî bête parastin. Herweha tête hêvî kirin ku li goreyî daxwaza hemû Kurdistanîyan sîstemekî demokratîktir û adiltir bête vehûnandin û bi cih kirin.

KNK hewildanên Wasîngton-Moskowê yên li ser pirsa Sûrîyeyê ji nêzik ve taqîb dike û hêvî dike ku Kurdên Rojavayê di hevdîtina li Cenewê da bi yêkdengî bêne temsîl kirin. KNK herweha gelek bi giringî bangî Kurdên Rojavayê dike ku her bi çi rengî be di vê platforma navneteweyî da bi hevgirtinî besdar bibin û pozisyoneke yêkbûyî û serbixwe nîsan bidin.

KNK hemû kar û xebatên ji bo pêkînana tifaqa herî mezin ya Kurd û Kurdistanîyan ya neteweyî û welatî bihadar dibîne û hêvî û daxwazê dike ku hewildanên heyî jî zûtirîn dem bigihin encameke serkevtî.

KNK kir û kiryarên dewleta Tirkîyeyê yên li ser rojavaya Kurdistanê bi xurtî sermizar dike. Bi taybetî jî avakirina ”Dîwarê Sermê” yê di navbeyna Nisêbîn û Qamisloyê da protesto dike û bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku her bi çi rengî be rê li ber vê hewildana hukûmeta AKPê bigirin.

KNK bangî xelk, parlemento, serokatî û hukûmeta Kurdistana Federal dike ku beramberî rojavaya Kurdistanê erkên xwe yên neteweyî û welatî zêdetir û xurttir bi cih bînin û bi her awayî pistevanîya xelkê me yê rojavayê bikin.

KNK gelek micid tîne bîra hemû Kurdistanîyan û pêsengên Kurdistanê ku dijî plan û projeyên perwerdeyê yên ji teref hindek teriqatên Tirkîst ve li Kurdistanê têne bi cih kirin hisyar bin û beramberî van planên dagîrkerîya kulturî û asîmîlasyonîst tedbîrên xwumal bistînin.

KNK bangî hemû Kurd û Kurdistanîya dike ku li seranserê Kurdistanê û dîasporayê ji bo diyaloga navxweyî seferber bin, dem û dezgeh û rêvebirîyên polîtîk hisyar û serwext bikin ku li Kurdistanê astî û aramî di dereceya herî bilind da bête bi cih kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê