Languages: English ‏سۆرانی‎

Kombûna Konseya Rêvebir ya KNKê

Daxûyanîya Çapemenî 03.11.2009 – Konseya Rêvebir ya KNKyê kombûna xwe li 3yê vê mehê [Tesrîn-Mijdar] li Brukselê kir. Konsey, li ser rewsa polîtîk ya bi gistî ya cîhanê, rojhilatanavîn û Kurdistanê bi berfirahî rawesta.

Pozisyona Amerîka Yêkgirtî û Yêkitîya Ewrûpayê di nav konsensûseke berjewendîyên gistî da berdewam e û vê polîtîka hevpar di nav koordînasyonekê da didomînin. Rûsya û Çîn beramberî ”cîhana rojavayê” hevçeper in, lê di nav wan da tifaqeke organîze ya wekî ya ”baskê rojavaye” nîne. Ev ”du çeperî” tesîreke dîrekt li ser hemû navçeyên aloz yên cîhane dike. Yêk ji wan navçeyan jî ”Rojhilatanavîn” e ku di merkeza wê da Kurdistan cih digire. Karekterîstîka hevpar ya dewletên sereke yên vê navçeyê ”Dagîrkerîya li Kurdistane” ye.­ Tirkîye, Iran, Sûrîye û hukûmeta merkezî ya Iraqê ya baskê Ereb di polîtîka ”Antî Kurd” û ”Antî Kurdistan” da bi hev ra hereket dikin. Sik têda nîne ku hebûna Kurdistana Federal ya di nav Iraqê da, roleke relatîven frênî dibîne ku hukûmeta Bexdayê ya baskê Ereb bi timamî pozisyoneke subî ya Iran, Tirkîye û Sûrîyeyê wernegire. Ji ber hindê, tifaqa ”sê qolî” ya Tirkîye, Iran û Sûrîye li pêstir û aktîvtir e. Pozisyona ”cîhana rojavaye” û ya Rûsya û Çînê, di pozisyon wergirtina dewletên navçeyê da jî tesîrê dike. ”Cîhana rojavayê” ji ser Tirkîyeyê ra giranahîya xwe dide xuya kirin. Rûsya û Çîn ji ji ser Îranê ra hevrikîtîya xwe ya beramberî ”rojavaye” didomînin. Sûrîye di vê rikeberîyê da polîtîka xwe ya adetî ya ”duserî leyistinê” didomîne.­ Ev rews û pozisyona ”blokan” tesîrên negatîv û pozîtîv li ser bizava neteweyî ya Kurdistanê dikin. Ji milekê ve desteka ”cîhana rojavayê” ya digel Kurdistana Federal roleke pozîtîv dileyize, li milê di dî pêkînana tifaqa neteweyî ya di nav ”parçeyên” Kurdistanê da negatîvîyet derdikeve pês.

Lê belê, digel vê hercûmerca rojhilatanavîn da jî bizava neteweyî ya Kurdistanê rêyên li ser pêya manê dibîne û têkosîna xwe pês têxe. Bi taybetî li bakur di çeperê leskeri û sivîl û demokratîk da hemleyên mezin têne kirin. Prosesa ”çareserîya pirsa Kurd” ya di van demên dawîyê da hatîye dest pê kirin, bi însîyatîva KCK û serokê wê Ocalan derkete pês. Li ser daxwaza Ocalan hatina ”Grûbên Astîye” ji Qendîl û Mexmûr, bi pistevanîya xelkê me yê basûr, pêleke mezin ya xelkî rakir li bakur. Pistî vê xwenîsandana sivîl û demokratîk ya xelkê Kurd, proses gihiste qonaxeke nû û terefê Kurd beramberî dewleta Tirk serkevtineke mezin bi dest ve îna. KNK vê qewimîna nû di warê vehûnandina tifaqa neteweyî da pêskevtineke bingehîn dibine û li hêvîyê ye ku ji teref hemû alîyên neteweyî ve bête xurttir kirin. Ev tifaqa neteweyî dê encama prosesê tayîn bike. Lewma desteka li dor bi gistî KCKyê û herweha DTPyê wekî xeleka serkevtinê divêt bête dîtin û bête mezintir kirin. Dewleta Tirk pistî vê rabûna xelkê Kurd nikare despotîzma xwe li ser vê prosesê û terefê Kurd ferz bike. Xwe pasve kêsana hukûmeta Tirkîyeyê delîle vê qelsîya wan e.­ KNK di wê bawerîyê da ye ku xelke Kurd, daku planên dewleta Tirk yên têkbirina bizava neteweyî ya Kurd serûbin bike, divêt li pist hêza pêseng KCK û serokê wê Ocalan pozisyoneke xurt werbigire ku ev reftar dê skestina dewleta Tirk bi xwe ra bîne.

KNK dixwaze balê bikêse ser polîtîkên êriskar û birandêr yên dewletên Iran û Sûrîyeyê jî. Îran bi hemû eriskarîya xwe zor daye îdamkirina têkoserên Kurd ku divêt xelkê Kurd bi hemû hêz û siyana xwe ve rê li ber vê polîtîka dijminane ya Iranê bigire. Sûrîye bi hevkarîya dewleta Tirk dixwaze rê li ber barkirina Kurdan ”xwesbike” ku Kurdistan li vî parçeyê rojavayê bête vala kirin. KNK bangî xelkê Kurd dike ku digel hemû zordarîya dewleta Sûrîyeyê jî, axa bab û bapîran bi cih nehêlin, welatê xwe terk nekin. Bi vê xalê ve girêdayî, KNK herwisa bangî xelkê Kurd yê Êzidî jî dike ku Sengalê û hemû cih û warên lê, terk nekin û rê nedin neyarên xelkê Kurd ku bigihin xwezîya xwe.

KNK bi giringî dixwaze balê bikêse ser polîtika hukûmeta merkezî ya baske Ereb li Iraqê ku adeta polîtikên Seddamîst realîza dikin li Kurdistana Federal. KNK bangî hukûmeta Bexdayê ya baskê Ereb dike ku rîayetê li makqanûna xwe bikin û di pirsa Kerkûk û navçeyên dî yên Kurdistanê da rê li ber bi cih înana maddeyê 140 vekin ku xelkê Kerkûk û navçeyên dî bi îradeya xwe bikevin binê îdareya Kurdistan Federal. KNK bi hemû hêza xwe ve destekê dide hukûmeta Kurdistan Federal ku di vî warî da bigihin encameke di qazanca xelkê Kurd da. Bi vê munasebetê KNK hukûmeta nû ya Kurdistana Federal pîroz dike, serkevtinê jê ra daxwaz dike û li hêvîyê ye ku hukûmeta nû jî herwekî yên berê, li ser hewildanên dewleta Tirk yên neyarane hisyar be û berjewendîyên neteweyî li serê hertistî bigire û ji bo pêkînana ”Konferansa Yêkitîya Neteweyî” destekê bide hêzên neteweyî.

KNK bangî Amerîka Yêkgirtî, Yêkitîya Ewrûpa û UNê jî dike ku wacibên xwe yên demokratîk û humanîter yên beramberî xelkê Kurd bi cih bînin û rê nedin polîtîkên soven û antî Kurd yên dewleta Tirk û dewletên dî yên kolonyalîstên Kurdistanê.

Konseya Rêvebir ya KNKyê, ”Sûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” ya li 5-6ê vê mehê [Tesrîn-Mijdar 2009], ku bi pêsengîya Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê û hevkarîya komîteya ziman ya KCKyê û Instîtuyên Kurdî, li salona Parlementa Flaman ya Brukselê pêktêt, pîroz dike û ji hemû besdarên ”Sûra”yê daxwaz dike ku ji bo pêdivîyên zimanê Kurdî û perwerdeya Kurdî biryarên konkret bêne standin û di pratîkê da jî gav bêne avêtin.

KNK herweha pistevanîya wesana rojnameya rojane ya Azadîya Welat dike ku Dewleta Tirk dîsa ve eris birîye ser û rê li ber wesandina wê birîye. Xelkê Kurd divêt li rojnameya xwe, li Azadîya Welat xwudan derkeve.

Konseya Rêvebir herweha bo endamên xwe radigihîne ku, kombûna mezin ya salane dê di 19ê meha Kanûnê [2009] da pêkbêt û agahîyên pêdivî dê ji endaman ra bêne rêkirin.

Hertist bo yêkitîya neteweyî û demokratîk!

Konseya Rêvebir ya KNKyê
03.11.2009