Languages: English ‏سۆرانی‎

Kombuna awerte ya Konseya Rêvebira KNKê

Daxûyanîya Çapemenî 17.03.2010 –  Konseya Rêvebir ya KNKyê 17ê Adarê bi rengekî awarte kom bû
* Konseya Rêvebir ya KNKyê pistî êrisa 4ê Adarê ya li ser buroya KNK, li ser Roj Tv, buroya BDPyê, rêxistinên dî yên Kurdan û polîtîkerên Kurd, kombûneke awarte kir.
* KNK ji niha ve Newroza Kurd û Kurdistanîyan pîroz dike û daxwaza serkevtin û serfirazîyê dike.
* KNK qetlîama Qamislo ya 12ê Adara 2004ê jî bi bîr tîne û dewleta Sûrîyeyê ji ber vê kiryarê rûres û sermizar dike.
* KNK 22. salvegera jenosîda Helepçeyê jî bi bîr tîne û bang li xelkê Kurd dike ku van qirkirinan ji bîr nekin.

KNKyê meha Adarê, ji ber bûyer û qewimînên dîrokî û aktuel yên di nav mehê da bi serê Kurdan hatî, wekî meha Kurdan bi nav kir û bi rengekî kronolojîk li ser bûyeran rawesta û biha kirin.

Êrisa 4ê Adarê ya li Brukselê, sik têda nîne ku li ser daxwaza dewleta Tirk hate kirin. Dewleta Tirk, van salên dawîyê polîtîka xwe li ser konsepteke nû ava kirîye: Bi destê hukûmeta AKPyê dixwaze Kurdan di kategorîya kêmanîyên ku homojenîya wan hatîye belav kirin û demografîya wan hatîye serûbin kirin û herweha heta dereceyekê jî hatine asîmîle kirin da tesnîf bike û bi vî rengî bi nav bike û ”serbestîya mafan” jî di çarçoveya ”mafên ferdî” da tixûb bike. Belêm Kurd li ser axa xwe, li Kurdistanê, bi hejmareke mezin ya nufûsa xwe ya homojen ve dijîn û mafên wan ne ferdî ne, mafên kolektîv in û helbet çareserî jî dê li ser vî esasî be. Lê dewleta Tirk bi israr naxwaze vê rastîya xelkê Kurd bibîne û li goreyî vê rastîyê gavan biavêje.

Kurd di dereceya herî bilind da organîze ne û ji çeperê leskerî heta çeperên sivîl û demokratîk têkosîneke gelek xurt didin û bi vê berxwedana domdirêj jî dewleta Tirk tengav kirine. Dewleta Tirk li ber vê rastîya xelkê Kurd, sûna ku dîrekt digel pêsengên bizava neteweyî diyalogê dane û li çareserîyê bigere, dixwaze li dor bizava neteweyî ablûkayan vehûne û pirsa xelkê Kurd di nav konsepta xwe ya pûç û belavkirinê da encam bide. Dewleta Tirk ji bilî hêza xwe ya leskerî û siyasî, hemû îmkan û kartên xwe yên dîplomatîk jî li goreyî vê amanca xwe bi kar tîne û bi taybetî peymandarên xwe yên NATO`yê jî ji bo vê armanca xwe ya dijî mirovî dide seferber kirin. Amerîka wekî patronê Natoyê û dewletên Yêkitîya Ewrûpayê (YE) yên endamên Natoyê, di çeperê Afganistanê da ketine nav tengavîyeke kûr û adeta hawara xwe gihandine dewleta Tirk ku hejmara leskerên xwe zêdetir bike û pozisyoneke serî werbigire li Afganistanê. Dewleta Tirk jî vê avantaja xwe di eleyhê bizava neteweyî ya xelkê Kurd da li ser Amerîka û YEyê ferz dike. Amerîka û YE jî norm û rêzikên xwe yên relatîven demokratîk û mirovî binpê dikin û dikine gorîya berjewendîyên xwe yên ekonomîk û leskerî. Operasyona li Brukselê pêkhatî, ku hem merkeza Natoyê ye, hem jî paytextê YEyê ye, ne tesaduf e. Dezgehê herî organîze yê ragihandina xelkê Kurd Roj Tv, rêxistinên dî yên Kurd û herweha buroya BDPyê, ku partîyeke legal û xwudan parlementer e li parlementa Tirk, bi rengê heçku binkeyên leskerî ne wisa bi ber êrisa polîsên taybetî yên Natoyê ketine ku di nav wan da polîsên nijad Tirk jî hebûn.

Polîtîkerên navdar yên Kurd, Remzî Kartal, Zubeyir Aydar û gelekên dî bêyî qanûnî û adeta bi rengê qetilkirina huqûqê hatin girtin. Amerîka û YEyê, dewletên Natoyê bi van operasyonên li ser polîtîker û dezgehên neteweyî yên Kurdan, avê dikêsine ser asê mafhêr yê dewleta Tirk.

KNK dixwaze bi zelalî bi dewletên Natoyê bide zanîn ku ev reftara wan tenê xizmeta domandina sîstemê antî demokratîk yê dewleta Tirk dike ku encama wê xwûn e, kustin û rondikên çavan e.

KNK herweha dixwaze bîne bîra dewletên Natoyê ku kiryarên zerar dayîna bizava neteweyî ya xelkê Kurd bo wan jî çu faydeyê nayîne. Ji ber vê rastîyê, KNK gelek vekirî ji dewleta Belçîk dixwaze ku zûtirîn dem polîtîkerên Kurd berde û lêborînê ji Kurdan bixwaze û herweha zerar û ziyana malî û teknîkî telafî û tezmîn bike.

KNK herwisa xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan pîroz dike ku pistî êrisên li Brukselê yên li ser ROJ-TV û polîtîkerên Kurd hatine kirin, zirhekî qayîm yê parastinê pêkînan û rê li ber provakasyonên dewleta Tirk birîn.

KNK qetlîama Qamislo ya 12ê Adara 2004ê jî bi bîr tîne û dewleta Sûrîyeyê ji ber vê kiryarê û bi gistî polîtîka antî Kurd rûres û sermizar dike.

KNK 22. salvegera jenosîda Helepçeyê jî bi bîr tîne û bang li xelkê Kurd dike ku van qirkirinan ji bîr nekin û dijî kiryar, êris û kust û kustdarîyên ku ji teref dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ve îro jî têne kirin, têkosîna xwe bi organîzebûneke herî xurt bilind bike.

Garantîya parastina biha, çeper, destkevt û berjewendîyên neteweyî di kir û kiryarên yêkgirtî yên neteweyî da ye. Pîrozbahîyên Newrozê yên mezin dê bibine nîsaneya vê hêza mezin ya neteweyî ku planên zalimane yên dijminan bêne betal kirin. Lewma KNK bang li xelkê Kurd dike ku, Newroza îsal li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê bikine platforma berxwedaneke herî mezin ku dengê yêkitîya neteweyî di ers û esmanan da deng vede.

KNK bi vê munasebetê ji ber pîrozbahîya mehserî ya li Geverê, timamî xelkê Hekarîya, pêkve xelkê Kurd pîroz dike û bang li Kurdistanîyan dike ku fînala pîrozbahîyên Newrozê ya li Amedê, ku dê 21ê Adarê çêbe, layiqî san û naveroka Newrozê pêkbînin.

KNK bang li rêvebirên polîtîk yên Kurdistana Federal jî dike ku li ber tabloya pistî hilbijartinên 7ê Adarê pêkhatî, pozisyona xwe ya yêkgirtî biparêzin ku di hukûmeteke koalisyonel ya Bexdayê da, bikarin berjewendîyên neteweyî layiqen biparêzin.

KNK ji niha ve Newroza Kurd û Kurdistanîyan pîroz dike û daxwaza serkevtin û serfirazîyê dike.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
17.03.2010