Languages: English ‏سۆرانی‎

Koça dawîya siyasetmedarê kurd Qadirê Hacî Elî

Gelê berxwedêrê Kurdistanê,
Malbata birêz Qadirê Hacî Elî

Koça dawîya siyasetmedar û têkoşerê gelê me, ji bo me di Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê, mixabiniyek mezin û xemeke giran e. Kak Qadir weke pêşmergeh û kadir û siyasetvan di qada xebat û têkoşîna xelkê Kurdistanê da serkirdeyekê rêzdar û xwedî helwîst û prensipên şoreşgêrîyê bû. Wî her dem alîgirê aştî û diyaloga navxweyî bû ji bo çareserkirina arîşeyên Kurdistanê.

Di demekî de ku neyarên Kurdistanê li ser êrişên xwe bo ser xelkê Kurdistanê û destkeftiyan wan berdewam in û di heman dem da rewşa navxweyî, bi taybetî li başûrê Kurdistanê di ketiye di nava komek ji qeyran û arîşeyan de. Di demekî weha hestiyar da û di vê qonaxa rewşa gelê me, ji dest dana kak Qadir xem û zirareka mezin e.

Em li KNKê. Di serî da sersaxîyê li xwe, li gelê Kurdistanê û malbata û heval û hevçeper û dostên kak Qadir dikin. Bê guman rê û rêbaza tekoşîna Wî ya ji bo azadî û dadperwer û diyalog û yekrêzîya neteweyî wê berdewam û tije rêbuwar be.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK