Languages: English ‏سۆرانی‎

Koça dawî ya Mîr Tehsin Beg di rewşa niha de wundayîyek mezin e

Mixabin îro 28.01.2019, Cenabê Tehsîn Begê Mîrê Êzidîyan, çû ser heqiya xwe. Di vê rewşa hestiyar de ku bawemendên Êzidî û hemî gelê Kurdistanê tê re derbas dibe, ji destdan a kesayetiyek weke Mîr Tehsîn Beg xusarek mezin e. Mîr Tehsîn Beg ji zarokîya xwe û heta roja dawî, temamê jiyana xwe di xizmeta bawermendên Êzidî de derbazkir. Di dewra Mîr Tehsîn de jî, gelê me yê Êzidî bû hedefa gelek êrîşên dijwar. Li hember hemî êrîşan Mîr Tehsîn Beg, di nav gelê xwe de ma û xwest gelê xwe ji êrîşan bi parêze. Her weha Mîr Tehsîn Beg weke mezinekî gelê Kurd jî, di siyaseta Kurdistanê de cihê xwe girt. Ji ber van xebatan, Mîr Tehsîn Beg gelek caran bû hedefa dijminan. Lê ewî gav paşve neavêht û li ser ya xwe ma.

Em li Kongireya Neteweyî ya Kurdistan (KNK)ê, ji ber ji destdan a Mîr Tehsîn Beg pir xemgîn in. Em ji Mîr Tehsîn Beg re rehmeta Xudê dixwazin, bila cihê wî Cinet be. Herweha em destpêkê serxweşiyê didin malbat û kesûkarên Mîr Tehsîn Beg, bawermendên Êzidî û hemû gelê Kurdistanê.

Koça dawî ya Mîr Tehsin Beg- Sorani

Konseya Rêvebir ya KNKê