Languages: English ‏سۆرانی‎

Koça dawî ya dîroknivîsê navdar Dr. Kemal Mezher

Bi mixabinîyeka mezin, îro 16. 03 . 2021, Akademîkar û mêjûnivîsê berniyasê Kurdistanê profîsor Kemal Mezher Ehmed di jîyê xwe yê 84 salîyê da û di nexweșxaneyeka bajarê Bonê ya Elmaniya yê çû er dilovanîya xwe.

Mamoste Kemal, kesekî niştiman perwer, roșenbîr, akademîkkar û dîroknivîsekě
tinje behem  bû. Wî xizmeteke mezin û sengîna dîroka gelê xwe, bi ziman û rewşembîrî û pirtûkxaneya kurdî kir.

Mamoste Mezher, dîrokeke sade ne nivîsa, birêzî bi hûrî serinc dida rehendên dîrokê. vekolînên zanistoyane ji bo karekter û bizavên bi bandor ên civakê dikirin. Her di wê çarçově da, serbarê pirtûk û nivîsînên ser dîrokê, oirtûk li ser dîroka tekoșîna Jinê kurd û karkerên  Lurdistanê jî nivîsan e. Di biyava karê xwe jî da, wek mamosteyekê zanîngehê, bi sedan xwendevan pêgehandin. Serperiștiya çendînnameyên master û diktorantê kir. Bi taybetî li bajêrê Bexdadě Weke zana û pisporekê kurd, li cem xwendikar û mamosteyan cihê rêzgirtinek mezin bû.

Dr. Kemal  bi zimanên  kudî, erebî, rûsî û  îngilîzî gutar û pirtùkên xwe nivîsan e. 
Endamekî kara yê kora zanyarî ya kurd bû, di wê dezgayê giring da jî xizmeteke herî zêde ya gelê xwe kir.
 
Li destdana Dr. Kemal Mezher wek kesayetîiyekî rewşenbîr û zana û pisporê dîrokê, di vê qonaxa hestiyar ya gelê Kurdistanê da, zirareke mezin e û șop û cihê wî  dê her û her ditar dibe.
Em li KNK ê  bi wexera dawiya Dr. Kemal mezher xembar bûn.

Di serî da em sersaxyê li xwe, gelê Kurdistan û xemxwarên dîroka  Kurd û malbata mamoste Kemal dikin.

Dr. Kemal Mezher çawa xizmetekae mezin a dîroka gelê xwe kir. Bi heman șêwe jî sîmoleke dîrokî ya gelê xwe ye û her û her bi nemirî di nava dîrokě de dijî.

Konseya Rêvaber ya KNK