Languages: English ‏سۆرانی‎

Koça dawîya Ahmed Dilzar

Nivîskar û helbestvanê mezinê gelê me Ehmed Dilzar koça dawîyê kir. Malî ava

Îro 10ê Nîsana 2021 an, nivîskar, helbestvan û tekoşerê mezinê gelê me di jîyê xwe yê 101 salîya xwe da koça dawîyê kir. Ligel hevxemîya me ji bo malbata wî, di heman dem da sersaxîyê li gelê kurd û Kurdistanê radigehînin.

Ehmed Dilzarê Niştîmanperwer û mirovdost, hevtemen û hevrêyê Dildarê afrînerê sirûda «Ey Reqîb« û nivşê zêrînê afirandin û edebiyata nîva yekemîn a sedsala 20an bû. Xerman û pêdera nivîsînên vî helbestvan û nivîskarê mezin, gencîneyekê sengîn û pir nirx û tije serwerî ye.

Berhemên wî valatîyeke berçav ji ferheng, ziman û wêjeya kurdî tije kirin e. Di heman dem da jî Dilzar kurdpewer û şoreşgêrekî îradebilind her tim bi hêvî bû di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê da. Heta rojgarên xwe yên dawîya jiyana xwe jî da ûmêd û hêvîya azadî û rizgarîya kurd û Kurdistanê li nik wî mijara sereke bû. Di dawî helbesta xwe ji jiyê 101 salî da li 15ê adara 2021an dinivî se:

Bêzar im, çûm zemenê min
Sedûyek sale temenê min
Ay çend bê tîne tena min
Her hestî û çerme bedenê min
Ligel vê jî ev hemû
Pir dilşa me û. Bextewer im
Ca birayên tekoşer
Bi bawerîya min ew roj tê
Kurdistana mezin û giran
Wê bibe biheşta Cîhanê

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNKê dubare sersaxî û hevxemîyên xwe ji bo gelê Kurd û. Kurdistanê û malbata wî radigehîn in ş bi hêvîya giyanekê şad û bextewer dixwazin.

Komisyona Ziman, Çand û Perwerde – KNK