Languages: English ‏سۆرانی‎

Jinên Kurd û gelên Kurdistanê komkujîya Parîsê ji bîr nakin

Di 9’ê çileya 2013’an de li bajarê Fransa Parîsê 3 jinên siyasetmedarin kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama pîlangêrîyek de hatin qetilkirin. 9 sal bi ser bûyerê re derbas bûn lê hê jî kujer û berpirsyarin komkujîyê nehatine darizandin. Ev komkujî bi destê devleta faşist a Tirki û bêdengîye dewleta Fransa çebû.

Bi kuştina Sakîne, Leyla û Fîdanê re dîplomasiya Tevgera Azadiya Kurdan, berxwedana jinan û rêxistinbûyîna ciwanan hedef hatin girtin.

Dîsa di 4ê Çilê 2016an li Silopya yê 3 jinên Kurd yên şoreêger Sêvê Demir, Pakîze Nayir, Fatma Uyar li alîye rejîma faşîst a Tirk hatin qetilkirin. Em weku jinên kurd baş dizanîn ku dewleta Tirk a faşîst dijminatiya jinan dike. Dewleta Tirk jinên berxwedêr qetil dike.

Jinên ku di komkujîya Parîse hatin qetilkirin jinên hilbijarê bûn. Sakîne Cansiz jinekê peşeng û sembola berxwedana jinên Kurd bû. Her wiha endama damezirandina PKKê bû. Tekoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingehin tekoşîna azadîya jinên Kurd e. Ji ku bikaribin vîna jinên Kurd bişkenin û bi we jî gelê Kurd bişkenin Sakîne Cansiz kirin hedef.
Bi hezaran sal e feraseta baviksalarî ya hezên metîngêr ji bo desthilatdariya xwe jinên Kurd wekî tahlûke ya herî mezin dibînin. Wexta kû mirov li dîrokê dinêre jinên kû ji bo azadî û jiyanek bi rûmet berxwedane û tekoşîn kirine bi rêbazên der mirovahi hatine qetilkirin. Lê belê tekoşîn û rêxistina jina kûrd îro seride li rojhilata navîn li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinên cîhanê.

Em wan 6 jinên leheng bi rez û hurmet bibîrtinin û bejna xwe himber bîranîna wan ditewînin û soza xiwe dubare dikin kû ala van pakrewanan wê tûcar erde nemîne û heya xeyalên wan pêk bê emê ji di şopa wan de bimeşîn û tekoşînê bilind bikîn.

Komîsyona Jina ya KNKê