Languages: English ‏سۆرانی‎

Jinên Kurd: Naxêr ji bo şerê vekaletê!

Komîsyona jinan a KNKê û jinên endamên KNKê ev çend roj in, di rewşeke awarte de ne. Sedema wê jî, şandina tank, top, çekên giran û hezên taybet yên PDKê li ser herêmên Garê û Metîna cihên ku hêzên gerîlayên PKKê nêzî 40 salî ye, lê dimînin. Bi wan hewlan diyar e ku amadekariyeke şerekî giran û berfireh di rojevê de ye.

Di daxûyanîyên dewleta Tirk û hinek dewletên welatên rojava de diyar dibe ku ew benzînê di ser agir de dikin û dixwazin Kurdan bînin hemberî hev. Ji ber ku hêzên dagirker sed sale, bi rêbaza „parçe bike û bi rê ve bibe„ Kurd lewaz kirin. Îro jî piştî ku Kurdan li Başûr statûya federeyê bi dest xistin û li Rojavayê Kurdistanê xweseriyek ava kirin, ev dewlet ditirsin ku kontrola xwe ya sedsalî ya li ser Kurdan winda bikin. Her wiha dîtin ku Kurd bi tekoşîna azadiya jinan pêşengiya guhertina erênî ya civakî dikin û civaka Kurd bi jin û merên xwe edî ber bi civakeke nûjên, ronakbîr û azad ve dimeşe.

Di dema şerê DAÎŞê de jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li Şengalê serê Kurdan di asta cihanê de bilind kirin. Duruşma bi kurdî “jin-jîyan-azadî” edî îro bi hemû zimanê cîhanê tê gotin.

Erdogan dijî hemû destkeftîyên jina Kurda şer dike. Dijî pergala hevserokatîyê ye û li dijî jinên Kurd e. Jinên gerîla bi rihê fedaîbûnê li dijî DAÎŞê pêşengiya rizgarkirina Kurdistanê, herema Rojhilata Navîn û cîhanê kirin. Bi vê qehremaniyê derbeke giran li felsefeya serdestiya selefî-pan îslamîsta Tirkan, bi rêya DAÎŞ û hezên din yên cihadîstan xistin. Erdogan tola xwe ji jinên Kurdên ku serdestiya baviksalariya Erdogan û kurên wî yên DAÎŞî şikandin, digre. Ji bo ve jî rayadarên dewleta Tirk di her firsetê de zimandirejîya jinên Kurd dikin, jinan zîndanî dikin.

Ji ber vê jî em hemû êrîş û zimandirêjiya ku wan rojan li alîye hinek rayedarên PDKê ya li ser sîstema hevserokatî û jinên têkoşêr bi tundî şermezar dikin. KNKê jî wek hêzeke neteweyî xwediye sîstema hevserokatiyê ye û hemû partî û kesên ku endamên KNKê ne, bi wê yekê şahnaz in.

Edî li Kurdistanê siyaseta koletiyê ya li ser jinan û Kurdan nameşe. Ji bo we jî, dixwazin desketfîyên me bi şerekî giran ê ku amadekariya wî niha li dewerên Garê û Metîna pek te, têk bibin. Dîsa me Kurdan û jinan vegerînin merheleya berê ya koletiyê.
Em jinên Kurd wateyê didin sîyaseta dewletên dagirker, lê em wateyê nadin hêzeke Kurd ku xwe li ser navê dagirkeran dike amûrê şerê vekaletê.

Hemû cihan dizanê ku dewleta Tirk di bin rejîma Erdogan de dijminê Kurdan û jinan e. Îro bûye bela serê gelên Ewropayê, gelê Ermenî û Ereb jî. Lê heger aliyekî Kurd, xwe dostê vê dewletê destnîşan bike, dibe alîkar ku rûyê wê yê reş û kujer were veşartin. Dewleta Tirk dostê me nîne. Dijmin e, kujer e, dagirker e, mêtînger e û zayendperest e. Ji bo pêşeroja azad, li dijî vê dewletê pewîstiya me bi tekoşîneke neteweyî ya jinan û Kurdan heye.

Heger Dewleta Tirk ser bikeve û li herêma Garê, Metîna şerekî bide derxistin, dikarê piştî wê jî bi 40 baregehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê di nava çend rojan de qetlîama li ser me Kurdan pêk bîne û statûya federe ya Başûr têk bibe û Rojavayê ji holê rabike. Divê em ji bîr nekin, Erdogan û rayedarên dewleta Tirk dubare gotin ku hebûna statûya Herêma Kurdistanê di dilê Dewleta Tirk de birîneke kûr e.

Em bang li jinên Kurd dikin, Kurdistana ku bi xwîna şehîdên jin û mêr hatiye vê rewşê û îro jin tê de bûne xwedî nasnamaya rûmetê, nehêlin bila di şerê berjewendîyên dagirkeran de bê şewintandin.
Her wiha em banga xwîşkên xwe dikin, bila destûrê nedin ti hêzek zimandirejiya reşkirina qezencên me jinan bikin. Ew hêz dixwaze hêzên dagirker bin, dixwaze yên Kurd bin.

Komîsyona Jina ya KNKê
9ê Mijdarê 2020