Languages: English ‏سۆرانی‎

JINÊN KURD LI WELAT XWEDÎ DER BI KEVIN!

Li ser bang û vexwendina Komîsyona Jinan a Kongireya Neteweyî ya Kurdistane – KNKê, ji bo xwedîlêderketina berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, me civîneke berfireh li ser tora Zoomê pêk anî û em vê banga jêrîn pêşkêşî rayagiştî dikin.

Wekî tê zanîn, Dewleta Tirkîyê di roja salvegera qirkirina gelê Emenî ango roja 24.04.2021an de, li Başûrê Kurdistanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, bi hemu hêz û teknika xwe êrişek berfireh da despêkirin. Niha jî, li van herêman ev êrişên devleta Tirk a li hember gel û xwezaya Kurdistanê didomin. Em baş dizanin ku ev êrişên hovane ne tenê li hember gerîlayên HPGê tên meşandin, ev êriş li hember tevahî destkeftiyên gelê Kurd û Kurdistanê ne. Bi taybetî jî desthilatdariya hukumeta faşîst a AKP-MHPê bi feraseta Neo-Osmanî tevdigere û dixwaze Başûrê Kurdistanê jî, dagir bike û xeyalên xwe pêk bine. 24ê Nîsanê salvegera fermana (jenosida) li dijî gelê Ermenî ye. Di ve roje de destpêkirina êrişan ne tesadûfî ye. Peyam vekirî ye û peyama jenosîdê li dijî gelê Kurdê.

Her çiqas ev rastî vekirî li ber çavan be jî, mixabin ji hêla hinek rayedarên Hukumeta Herêma Kurdistana Başûr ve ev rastî derneketiye hişmendiyê. Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî „Pirsgirêka Tirkiyê li gel Kurda tune ye, lê li gel PKK heye“ tê wateya pejirandina siyaseta dewleta Tirk. Bi daxuyaniyên wisa manîpulasyon tê kirin û rastiya şerê dagirkeriya Dewleta Tirk tê veşartin.

Ev şer şerê navbera PKK û dewleta Tirk nîne. Ev şer şerê dewleta Tirk yê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk kaosa Rojhilata Navîn û parçebûna siyaseta Kurd, ji bo xwe wek derfet dibîne û dixwaze him Başûr û him jî Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ji niha û pê ve li Başûrê Kurdistanê zedetirî 47 barêgehên leşkerî ava kirine. Li Rojavayê jî, Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê dagirkirîye. Bi hemû erîşên leşkerî gav bi gav axa welatê me dagir dike û binesazîya jenosîda/komkujîya Kurdan a pêşerojê amade dike.

Di dîplomasiya navdewletî de jî, hemû derfetên xwe seferber kiriye da ku ji bo tunekirina Kurdan destûrê bigre. Gelek hezên navdeweltî jî, ji bo ku dewleta Tirk bikin bin kontrola xwe, çavên xwe ji vî şerê li dijî yasayên navdewletî re digrin. Li ber çavê cîhanê vezîre şer ê Tirk Hulusî Akar derbasî axa başûrê Kurdistanê bû û li vir di barêgeha leşekerî ya Tirk de şer koordîne kir. Bi awayekî pir zelal peyamanên navdewletî bin pêkir. Halbû ku Başûrê Kurdistanê wek herêmeke federe ya giredayî Iraqê ye.

Em wekî jinên Kurd li dij dagirkerîyê bê deng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagerkerî û konseptên komkujiyê di nav berxwedanê de bin. Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku rastî û xeterîya mezin a li ser welatê me bibînin û li her derê bikevin nav seferberîya neteweyî. Bitaybet em banga jinên Kurd yên li derveyê welêt dikin, bi riya sîyaset, çalakî û dîplomasiyê pêşî xeteriya mezin bigrin.

Banga me ji bo hemû partiyên syasî, rexistin, sazî û nîştimanperwerên Kurd ew e ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û metînger helwestê nişan bidin.

Komîsyona Jinan a KNKê