Languages: English ‏سۆرانی‎

Jibo Reya Giştî : Li ser meseleya Şengalê

Her gavek têkildarê Şingalê (Şengal) de bê avêhtên û biryarên derbarê Şingalê bêne standin de, divê xwestin û îradeya xelkê Şingalê bingeh bê girtin!

Li ser mesleya Şingalê, di navbera hukumetên Hevlêr û Bexdayê de, di 01.10.2020an de peymanek hate îmzekirin û 09.10.2020an de jî hate eşkerekirin. Mixabin ev lihevhatin bê pirs û bê agahdarîya xelkê Şingalê hate çêkirin. Li Şingalê, îradeyek azad û meclisek xweser ya gel heye. Vê îradê û vê meclisê, li hember DAIŞê tekoşînek bê hempa daye. Lê îro bê wan li ser qedera wan peymanên ne di cih de têne çêkirin. Herweha ev peyman şûna pirsgirêkan çareser biki, pirsgirên nû bi xwere tîne û îradeya xelkê Şingalê binpê dike. Eger ev peyman bikevi merîyetê, Şingal carek din li hember êrîşên hêzên weke DAIŞê, bê parastin dimîne.

Li ber çavaye, 6 sal pêş niha 3ê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrîşê Şingalê kir û komkijîyên mezin pêkanîn. Hêzên ku ji parastina Şingalê berpirsyarbûn (hêzên PDKê û yên hukumeta Bexdayê) berxwe nedan û Şingal terkkirin û ji DAIŞê re hiştin. Yên berxwedan û xelkê Şingalê parastin, ew hêz û kesin ku îro li Mecliasa Xweser ya Şingalê de cihê xwe digrin. Îradeya ku eve 6 salin bi xwîna hezaran cangorîyan Şingal parastî, ev kesên henê ne. Lê îro ew hêzên Şingal ne parastin û xelkê Şingalê li ber piyên DAIŞê hiştîn, li ser Şingalê peymanan çêdikin û vê îradeya azad derve dihêlin. Ev rewş ne ji alê siyasî ve, ne ji alê Însanî ve, ne jî ji alê ehlaqî ve nayê qebûlkirin.

Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hevlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye, pirs li wan nehtîye kirin û îradeya wan hatîye binpêkirin. Ji alê din ve balkêşe, wezareta derve ya Tirkiyê li ser peymanê pêşîya herkesî dilxweşîya xwe diyar dike. Em dizanin dewleta Tirk dijmina gelê Kurd ya serke ye û ev demeke dirêje êrîşê Şingalê jî dike. Eger dijmin bi vê peymanê şa dibe, ev jî zelatitir dide xuyakirin ku peyman dijê berjewendîyên gelê Kurdistanê ye.

Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye. Piranîya wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Jiber vê teybetmendîyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingalîyan de vekirine. Divê Şingal, xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê bi awayeke teybet bêne destgirtin û çareserî jêre bêne dîtin. Nabi du terefên ku ne li Şingalê ne bêne ba hev, bê pirs û îradeya Şingalîyan, li ser wan biryaran bigrin.

Em nabêjin bila Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Bexdayê karê xwe ji Şingalê neynin. Bila ew jî di nav kar de bin, lê bila terefên din jî di nav de bin. Em dibêjin bila maseyek hevbeş bê danîn, bi amdebûna nûnerên xelkê Şingalê û di huzûra wan de her tişt bê axaftin û bê çareserkirin. Em dibêjin, her gavek têkildarê Şingalê de bê avêhtên û biryarên derbarê Şingalê bêne standin de, divê xwestin û îradeya xelkê Şingalê bingeh bê girtin. Avakirina rêveberîyek xweser li Şingalê, herweha hebûna hêza parastinê ya Şingalê, mafekî rewa yê xelkê Şingalê ye. Divê Şingal xwedî statûyek xweser û teybet bitin.

Ji ber van sedeman em vê peymana derbarê Şinaglê de, cih de nabînin û divê her tişt ji nûve bête destgirtin.

Em bang li hemî partî, hemî hêzên Kurdistanî û reya giştî ya Kurdistanê dikin ku di vî warî de bê deng nemînin, xwedî helwestbin û xwedî li xelkê Şingalê derkevin.

Herweha em bang li cihana humanîter jî dikin û dibêjin, Şingal û xelkê Şingalê tinê nehêlin.

Konseya Rêvebir ya KNKê