Languages: English ‏سۆرانی‎

Jibo Reya Giştî û Ragihandinê

Li ser alozîya di nava hêzên Kurdistanî de li başûrê Kurdistanê rûdayî, jibo ji holê rakirina vê alozîyê, jibo pêkanîna diyalog û aştîyê, nûnerên Kongra Neteweyî ya Kurdistanê – KNK û nûnerên Yekîtîya Parlamenterên Kurdistan – KPU li gel hev rûniştin û biryar dan di vî warî de bi hev re bixebitin.

Jibo helwesta diyalog û aştîyê bê pêşxistin û reya giştî ya Kurdistanê baştir bê hişyarkirin, biryar hate dayîn ku bi navê “Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî” komcivînek mezin bê çêkirin. Wê hemî partî û rêxistinên Kurdistanî û gelek ronakbîr, siyasetmedar, hunermend, medyakar û kesayetên serbixwe bêne dawetkirin. Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî, wê di roja 21.11.2020an de li ser tora Zoom ê, rêve biçe. Derbarê şêwirê de wê karname û agahdarîyên berfireh di dawetnameyê de ji beşdaran re bête rêkirin.

Em hêvî û bawer dikin ku ev şêwir xizmetê ji aştî û diyaloga navxweyî re bike.

Silav û rêz

KNK & KPU