Languages: English ‏سۆرانی‎

Jibo Rêvebirên Herêma Kurdistanê

Di encama êrîşeke çekdarî de (17.07.2019) li Hevlêrê, kesek bi navê Osman Kose û du kesên din hatin kuştin. Piştî boyerê hinek kes hatin girtin. Ev kesên girtî di roja 11.02.2020an de, li Hevlêrê derketin pêşîya dadgehê. Di heman rojê de, ji girtîyan yên bi navê Mazlum Dag û Mehmet Beşiksiz, bi cezayê îdamê hatin cezakirin.

Dema buyer çêbûyî hate ragihandin ku Osman Kose dîplomatekî dewleta Tirkiyê ye. Lê paşê derket holê ku Osman Kose ne dîplomate, berpirsê MÎTê ye û di organîzekirina gelek êrîş û suîkastên dijê endam û rêvebrên Şoreşa Kurdistanê de cih girtîye. Ji ber wê rewşa xwe bûye hedef.

Mazlum Dag û Mehmet Beşiksiz du ciwanên welatparêzên û ji bakurê Kurdistanê ne. Malbatên van herdu ciwanan, ji destê dewleta Tirk gelek zilm û zordarî dîtine. Endamên van herdu malbatan gelek caran hatine girtin û hinek jî di Şoreşa Kurdistanê de şehîd ketine. Cih û warên wan hatine wêrankirin. Ev ciwan jî, ji ber zilma dewleta Tirk koçberbûne. Rewşa gelê Kurd û êrîşên dewleta Tirk li holêye. Eger van ciwanan ev kar kiribin jî, bi wan hîsan hareket kirine.

Di hemî şerên azadîyê de buyerên vî rengî gelekin, mînakên vî rengî pirin û weke gelê Kurd jî em ji van buyeran dûr nînin. Wa diyare Dadgeha Hevlêrê, bi awayekî lez û bi lêkolînekî kêm, ev biryar daye. Xuya dike ku mafê xweparastina huqoqî jî baş pêknehatîye û girtî bê avukat mane. Dadgehê rewşa şerê azadîya gelê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk û rewşa van malbatan bebirçav negirtîye. Eger ev rewş baş bi berçav hatiba girtin cezayek evqas giran nedida. Ev cezayeke girane, wijadana gelê Kurdistanê û mirovatîyê diêşîne. Ji alê din ve jî mahkemeyeke Kurdistanê, cezayên vî rengî bide welatparêzên Kurd, di ruhîyeta welatperwerîyê de şkênandinê çêdike û civaka Kurdistanê de hîsa edaletê serûbin dike. Nabe welatparêzên Kurd, jiber sedemên vî rengî, bi destê Kurdan bêne îdamkirin. Ev rewş dilê welatparêzan dişewîtîne û dilê dijminan xweş dike.

Weke din jî, li cihana pêşketî de cezayê îdamê hêdî nayê qebûlkirin û ev ceza li welatên pêşketî de hatîye rakirin. Di vê serdemê de cezayê îdamê di qanûnên Kurdistanê de bimîne, jibo Herêma Kurdistanê kêmahîye û divê cezayê îdamê rojekî zûtir ji qanûnên Kurdistanê bête derxistin.

Gorî daxuyanîyên malbatan, heta niha jî mafê xweparastina huquqî yê van ciwanan tête astengkirin. Gorî agahdarîyên ragihandinê, ev herdu ciwan li girtîgehê di beşê girtiyên DAIŞî de têne girtin. Ev jî xeterîyê têxe ser jiyana wan.

Em weke KNK, vê rewşê û vê biryarê di cih de nabînin. Pêwîste ev biryar ji nûve bête destgirtin û bête sererastkirin. Herweha divê jiyana van mirovan di bin xeterîyê de neyê hiştin.

Jibo vê yekê, em bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku vê rewşê berbiçav bigrin, vê biryarê sererast bikin û jiyana van mirovan biparêzên. Ev ne tenê xwestina meye, xwestina hemî welatparêzên Kurdistanê ye. Em bawer dikin ku rayedarên Herêma Kurdistanê, wê dengê me bibihîsîn, wê vê rewşê berbiçav bigrin û wê vê biryarê sererast bikin.

Herweha em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên medenî û gelê Kurdistanê dikin ku hemî di vî warî de hestyarbin û xwedî helwestbin.

Silav û rêz
Konseya Rêvebir ya KNKê