Languages: English ‏سۆرانی‎

JI RAYA GIŞTÎ RE

Dewleta Tirk a dagirker hêrişên xiwe li Rojava, Şengal, Mexmûr, tevahiya başur û Bakurê Kurdistanê didomîne û diwaze desthiladariya xwe ya li dijî jinan û li dijî mirovahiyê bi vî rengî bidomîne.

Di şeva 23 ê hezîranê de Zehra Berkel endama kordînasyona kongra star ya herêma Firatê ȗ yadê Emîna Weys hevala Bedîea Mele Xelîl, li gundê Helencê yê girêdayî bajarê Kobanê di encama êrîşeke balafireke SÎHA’yan ya dewleta tirk a faşîst de şehîd bûne.

Wek Komîsyona Jin a KNK Ê em êrîşên li ser endama kordînasyona STAR ya herêma Fıratê Zehra Berkel Bedîea Mele Xelîl yadê Emîna Weys bi tundî şermezar dikin.

‏Her ku jin zane dibin, xwe rêxistin dikin, tirsa hemû hêzên dijberî jinan jî mezintir dibe. Di nava pergala faşîst, qirker, dagirker de cihê jinan, hebûna jinan tune ye. Em hebûna, zanebûn û jiyana xwe bi xwe di parêzin. Ji ber vê sedemê erîşên dagirker, di serî de li ser hebûna me, jiyana me û warê me berdewam dibin.

‏Bi taybet di vê meha hezîranê de ku li her devera gelê kurd û jinên kurd lê hene, di nava berxwedan û tekoşîna bê hempa ya parastina nirxên xwe de ne. ev êrîşên qirker êdî bêsînor bûne. Li ser civaka sivîl êrîşên leşkerî ku tên kirin sûcên şer e, li hemberî jinên siyasetmedar rêxistinkirî hedef girtin, sûcên li hemberî pêșeroja jinê ye. Jı bo vê em bang dikin li hem jinên cîhanê rêxistinên jınan ku hemberî van êrîșan helwest diyar bikin piștgırıyê bidin berxwedanıya jınên kurd, herwiha banga me jı gelê kurd dostên kurdan re ye, k bê navber di nav çalakiyan de bin dijî fașîzmê îxanetê berxwedanê bilind bikin.
Dewleta Tirk ya faşîst bûye kujêrê jinan. Qetilkirina jinên rêxistinkirî bûye armanca faşîzma tirk û serçete Erdoxan.

‏Em van êrîşên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza tekoşîna rêheval Zehra û hebûn yadê Emîne didin û Ta ku zihnîyeta qirker û faşîst ji holê rabe emê li berxwe bidin ev êrîș biryar lêgerîna me ya azadiyê bi hêz dike her șehîd rêxistınbyîn têkoșîna me geș dike. Emê bi pêșengtiya şehîd Zehra, Bedîea, yadê Emîne Azadıya jınan gelan misoger bikin.

‏Bi vê bawerî û biryardariyê em bang dikin kû di serîde hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê û sazî û dezgehên navnetewî li hember van êrîşên hovane hevesta xwe ya ahlakî û mirovahî bidin nîşandan. Ên kû bê deng dimîne şirîkê van kiryaran e. Bêdeng nemîne. Deng bide. Serî hilde.

Komîsyona Jin a KNK ê