Languages: English ‏سۆرانی‎

Ji bo Raya Gisti, Hikumeta Îraqa fedral Perleman û hikumeta herêma Kurdistanê

Bombebarankirina çendcareya xelkê sivîlê kampa Mexmûr û deverên Şingalê ji alî balefirên dewleta Tirk ve.

Tê zanîn Kurd Gelekî zêdetir ji 50 milyonîne û tene dinav Tirkiyê de nêzî 25 milyon kes dibin. Ev sere 40 salane ji bo gehiştin bi mafên xwe yên rewa di tekoşîn û milmilaneyeke dijwar û şerekî çekdarane û medeniyane da ne. Xebat û tekoşîna Kurdan ji bona destveanîna mafên xwe yên neteweyî û çandî li hember dewleta Tirkiya yê ketîye di nava şerekî bi serda ferzkirî da ye. Di van şer û milmilanêyan da zêdetirî 50 hezar ji xelkê bûne qurbanî û bi dehan hezar mirov jî birîndar û bê serûmal ketin e, rêjeyeka herî zêde jê xelkê sivîl in.

Ev pirs û arîşeyên han heta roja îro jî berdewam e û bi şêwazê ber bi jor bilind dibe û berfireh bûye. Ji ber îradeya şerengêzîya dewleta Tirkiya yê rewş aloztir bûye û her tim jî ew dewlet hewl û rêçareyên aştiyane ji nav dibe û penayê ji bo şer û kuştinê dibe. Ji ber wê sedemê welatên cîranên Tirkiya yê jî ketine nava alozîyên şerxwazane ya dewleta Tirkiyayê, şer û alozî devera rojhelata navîn girtîye. Hêzên çekdar yên dewleta Tirk sînûrên welatên din yên navçeyê dibezînin û serweriya yasa û prensîpên navdewletî û mafên mirovan binpî dikin.

Li nûtirîn destdirêjîya xwe da balefirên şer yên dewleta Tirkiya, di şeva 14/15ê Xizîranê, 81 êrîş bi ser cihên cuda yên herêma başûrê Kurdistanê kirin û xelkê sivîlê wan deveran kire armanc. Di nav da kampa penaberên Mexmûrê kira armanc, ev jî bo çendemîn care. Kampa Mexmûrê ku bi dehan sale bi hezaran xelkê sivîlên awareyê deverên bakûrê Kurdistanê tê da nîştecih in û di bin parastina fermî ya rêkxistiyên Neteweyên Yekgirtî de ye. Di esas de ew xelk ji egerê şer û ne aramîya deverên wan qesta başûrê Kurdistanê kiribûn. Di heman dem da ev bo heyama salekê ye ji alî desthelata başûrê Kurdistanê ve dorpêça aborî li ser vê kampê danaye.

Armanceka din aya êrîş û bombarankirnê bo ser devera Şingal bû, ku tê de ji bilî cih û warên sivîlan nexweşxaneyek jî kirîye armanc û ziyaneka mezina madî vê ketîye û 4 ji nasaxên nexweşxaneyê jî bi giranî birîndar bûne. Şingal devereke, piranîya xelkê wê ji Kurdên Êzîdî bawer in. Ev hemû çend salekin di bin dest û stema Dewleta Islamî (DAIŞ) ê da rizgar bûne, di proseyeka gropên teroristî da bi hezareha xelkê wê qtilûam “Jinosid” kirin.

Em di komîteya mafên mirovan ya KNK ê radigehînin, ku ev bûyer û êrîşên han tam li dijî mafên mirovan û yasa û rêsayên berkar yên navdewletî ne. Loma pêwîste bi tundî bêne îdanekirin, herweha ji hemû rêxistin, sazîyên mirovdost û aştîxwaz û dewleta Îraqa fedral, perleman û hikumeta herêma başûrê Kurdistanê ku vê destdirêjî û êrîşên dewleta Tirkiya bo ser xelkê sivîlê kampa Mexmûr û navçeyîn Şingalê îdane bikin û helwîstên pêwîst bigirne ber, ji bo dawî înana van êrîşên dewleta Turkiya yê.

Herweha:

Destê hevkarî, avakirn û sexbêrîya kampa Mexmûr û Şingalê dirêj bikin û di paşerojeka nizîk da Xelkê wan vegrine ser cih û warên xwe û kêm kêmî wan ji gef û êrîşên dewleta Tirkiya û terorîstên bi nav Îslamî biparêzin.

Hwlên ciddî ji bo vegerana ser maseya diyalogê di navbera nunerên Tirkiya û Kurdan bête dan, heta ku ev milmilane û şer û kuştarî ya dirêjxayen bi aştîyane çareser bikin.

Komîteya Mafên Mirovan ya KNKê