Li başûrê Kurdistanê teybetî li herêma Behdînan, eve demeke nivîskar, rojnamevan û siyasetvanên muxalîf, ji ber sedemên siyasî û jiber fikr û ramanê xwe, têne girtin û têne cezakirin. Yek ji van kesan jî, endamê KNKê Birêz Mela Nezir Berwarî ye.
Birêz Mela Nezir Berwarî, ji ber xebatên xwe yên siyasî, di meha Sibatê de hate girtin û du roj pêş niha jî, li dadgeha Dihokê 7 sal cezayê zîndanê lê hatin birîn. Mela Nezir kesekî siyasetvane û endamê KNKê ye, herweha endamê malbenda YNKê ye û weke welatparêzekî jibo gel û welatê xwe kar kiriye. Raste kesekî muxalifê desthilata PDKê ye, lê ew jî mefekî wî yê rewa ye û mafekî demokratîke.
Girtin û cezakirina kesekî bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ev girtin û cezakirin ji ber sedemên siyasî ye, bê huqoqî ye ne adile. Em vê biryarê weke biryarekî huqoqî nabînin û napejîrînin. Em biryara girtin û cezakirina Birêz Mela Nezir Berwarî, bi tundî şermezar dikin. Herweha bang li rêveberîya Herêmê dikin û dibêjin dev ji van kiryaran berdin û Mela Nezir û hemî girtîyên siyasî azad bikin.
Li vê herêmê girtîyê siyasî ne tenê Mela Nezire, bi sedan kesên muxalifê desthilata PDKê, ji ber sedemên siyasî hatine girtin. 82 kesên siyasî yên di zîndanê de, ji ber vê bê adaletîyê, eve ji du heftîya zêdetire greva birçîbûnê de ne. Xwestina wan edalete û bê huqoqîyê protesto dikin. Divê rêveberîya Herêmê guhdarî dengê wan biki û helekî adil ji vê pirsgirêkê re bibîni.
Em weke gelê Kurd, bi girtinên siyasî yên ji teref dagikeran ve aşîna ne. Nabi ku desthilatekî Kurdî jî weke dagirkeran ji ber sedemên siyasî çalkvanên Kurd bigri û ceza biki. Ev rewş di asta navneteweyî de jî, me ruswa diki. Ji xwe eve demeke rewşa girtîyên Behdînan di rojeva rêxistinên humanîter da ye. Divê hukumet û rêveberîya Herêma Kurdistanê, bersiveke erênî bidi rêxistinên humanîter û çareyekî adîlane ji vê meselê re bibîni.
Bi vê munasebetê, em carek din girtin û cezakirina Mela Nezir şermezar dikin û banga azadkirina siyasî dikin.
Konseya Rêvebir ya KNKê