Languages: English ‏سۆرانی‎

Jenosîda Helepçeyê

Daxûyanîya Çapemenî 15.03.2014 – Komkujîya Helepçeyê êdî bûye janeke mayînde. Komkujîya Helepçeyê ya 1988ê jana dilê Kurdan e. Ev jane di dilê hemû Kurdan da bi cih bûye. Her 16ê Adarê dilê Kurdan jan dide. Dostên Kurdan jî vê janê dibihîsin û helbet mirovahîya ku hêj mirov mayî jî. Qismekî sûcdarên vê komkujîyê gihistin cezayê xwe. Lê yên navneteweyî hêj jî bi zelalî askera nebûne û li dadgeha mafê mirovî nehatine ceza kirin. Sûcdarên li nav Iraqê anjî yên derveyî Iraqê gihistibin an negihistibin cezayekî layiqî xwe, lê di encam da cezayek e û demekî vebirî ye. Demek têt ew têne ji bîr kirin. Lê belê, yên ku ev bûyera trajîk bi serî hatî heta hetayê vê janê dikêsin. Xelkê Kurd bi gistî, belêm bi taybetî xelkê Helepçeyê bi vê janê dijîn û bûye parçeyekî jîyana wan ev jane. Nifsên Helepçeyê vê encama wêranker ji bîr nakin û divêt ji bîr nekin. Temamî xelkê Kurd jî divêt ji bîr neke û ji bîr nake. Komkujîya Helepçeyê di dawîya sedsala bîstan da yêk ji mezintirîn kiryara jenosîdê bû. Lê belê, mixabin ku vê bûyera dilsoj li meydana navneteweyî di giranahîya xwe da cihê xwe negirtîye. Eve kêmasîya Kurdan bi xwe ye. Jenosîda Helepçeyê divêt di nav jenosîdên mezin yên li dinyayê qewimî da bête hejmartin û ev erke dikeve ser milê Kurdan bi xwe. Kurd divêt di vî warî da kar û xebateke xurt û organîze bikin.

Yêk ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweskirina jîyana xelkê Helepçeyê ye. Hukûmeta Kurdistana Federal Helepçe kire wîlayet û eve xizmeteke di cih da ye. Xizmetguzarîya ji bo xelkê Helepçeyê jî divêt bi her awayî bête kirin. Helepçe divêt ji her alî ve ava be. Bîrînana Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremonîyal da nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divêt herdem li bîr be.

Em wekî KNK di 26. sala vê qewimîna dilsoj da sehîdên Helepçeyê bi bîr tînin û pistevanê xwezî û daxwazên xelkê Helepçeyê ne.

Konseya Rêvebir ya KNKê
15 Adar 2014