Languages: English ‏سۆرانی‎

Hildana Ala Herêma Başûrê Kurdistanê li Kerkûk

Civata parêzgeha Kerkûkê di civîna xwe ya roja 28/03-2017 an, biryar dan ku Ala herêma başûrê Kurdistanê li ser balexaneyên fermî bilind bikin. Cihê gotinê ye ku di civînê de nunerên Turkimen û Ereb civîn û biryar baykot kirin.

Di destûra Îraqê de ya di 15/10 -2005 ê de hatî pesend kirin, tenê di madeya 12an de, bi yek peyvê behsa “Al” ê hatîye kirin, ew jî tenê wek amaje – îşaret ê û tu şîrove yan dirêjepêdan li ser nehatîye kirin. Helbet li gor prensîpên hevpişkîya maf – huqoqan di sîstema federalîyê da, pêwîst bû serokatîya herêma Kurdistanê, di wî demî tekez li ser hebûna ala herêmê di seraserî Îraqê û mil bi milê ala Îraqê hatiba kirin û tu valatiyeke destûrî nedaba dest û ev al li hemû Îraqê hatiba hildan. Heta wî demî ku her du neteweyên kurd û ereb di deshelateke demokrasî şefaf da biryarê bidin, bi hevre bin û nabe bi tu awayê sedeman ji bo piştguhxistin yan bi derece du nasîna ala herêma Kurdistanê bibînin.

Mixabin di wî demî de deselatdarîya herêmê ne tenê pirsa al ê bi şêwekî yek dest û yek deng çareser nekir, belku gelek pirsên din jî wek nebûna yek hêza çekdar – sûpa, yek rêveberî û yek destî ya fermî li herêma başûrê Kurdistanê. Ev jî pirsên wî demî bûn û heta niha jî nehatine çareser kirin. Ji bilî wan, ew beşê Kurdistanê yê ji dervey fermyeta herêmê, tuşî kirîz û arîşeyên mezin yên îdarî hatin. Serencama wê nebûn yan lawazîya alîyê pîşesazî – sinetkarî, kiştukal – çandin, xwendin – perwerde, berhemînan, elektrîk û av û htd. Di bin siha hebûna sîstemekî bi hêza demokratîk û wekhevîxwaz û dadperwer – adil da, dikarîya ku dilê hemû xeyrekurdekî kerkûk hatiba razî kirin ku li bin sîwana herêmê û di gel xelkê Kurdistanê hevpişt bin û bi hevre bijîn.

Li jêr ronahîya van rastîyan, giringe ku hilkirina ala herêma Kurdistanê li Kerkûkê, beşek ji taktîka hizbayetî, arîşeyên kesokî yên nava desthelatê û corek ji provakasiyon a siyasî ji bo tore kirina aliyên din yên Kurdistanî nebi. Piştî 26 salan, girng û fere ku başûrê Kurdistanê bibe minak û nimûneya bilind ya pêkvejîyanê û cihê xizmetkirina hevwelatîyan be. Herwesa pûçkirina pilanên dijminkarî yên herêmî û derekî bin. Ala herêma başûrê Kurdistanê sumbol, beha û nirxekê giranê Niştîmanîye. Pêwîst û girînge ku li ser heman astê ciddî û derbest û bi wefadarîya Neteweyî û Niştîmanî, dûr ji torebûn heqaret û kardanên kesokî – şexsî bê bi karanîn.

Taybetmendî û xala bi hêz ya Kerkûkê ewe ku: Kerkûk sembola pêkve jîyan a xuşik û biratîya gelan e, ku ev rindtirîn layenê wê ye. Hîç layenekê vî bajêrî nabe rê bide ku hêzên derekî û herêmî pirsgirêkan bi xulqîne û nêvbera wan têk bide. Başûr bi giştî û Kerkûk bi taybetî dikare mifa – sûdê ji ezmûna rojavayê Kurdistanê wergirin û bi tendrust jiyanê li ser berdewam bikin. Gelên rojavayê Kurdistanê bi hevre hevmaf û hevere jîyan dikin.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK e piştevanîya her pêngavekê dikin ku di xizmeta xelkê Kurdistanê û bi hêzkirina hevçeperîya Kurdistanî bûne û di xizmeta pêşeroja Kurdistanê de be dikin. Ew hewl û pêngavên ku kesatî ya xelkî bi Niştîmanek bi hêz, ser pî û bi îrade dike û alê bi bilindî û serferaz ragire. Bi awakî ku heta çi astekî asûde – tena, têr û xwedî berhem û xwedî şîyanên zanistî bin. Eve ku heta çi radeyekî pêşkarwan bin û pêşeroja nevîyên xwe misoger dikin.

Ewa ku Al a gelekî bi hêz dike, hebûna sîstemeke demokratîk, şefaf, dadperwer û yasaperwere, ku cihê nijadperestî – helawardin û nepotism û gendelî û corên din yên bedkarîya desthelatdarîyê têda nebe.

Pêwîste Kurdistanî bi berpirsîyarîyeke mezin û daxwaziyên siyasî yên cidî li pey wê biryarê rawestin û şanazî û îmtiyazetên ne hejî bi layenekê neden, ku dij bi Kurdistanîbûna Kerkûk û navçeyên vebirî kar kirye û kar dikin. Hevdem wê nîşan bidin û biselmînin ku Kurdistan Niştîman û welatê pir alî û pir dînî û bawerên cuda ye.

Bilindkirina ala herêma başûrê Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê, heqe û mafekî rewaye. Raste li parêzgeha Kerkûkê netewyên cuda jiyan dikin, lê Kerkûk parçeyek ji coxrafya kurdistanê ye û Kurdistane. Em weke KNK, ew nerazîbûn û reaksîyonên li hember vê biryarê cihde nabînîn û biryara Encûmena Kerkûkê destek dikin. Herwiha em weke KNK, nerazîbûn û reaksîyonên dewleta Tirkîyê yên li hember vê biryarê şermezar dikin.

Konseya rêveber ya KNK
30 – 03 – 2017 – Bruksel

هەڵکردنی ئاڵای هەرێم لە کەرکوک