Languages: English ‏سۆرانی‎

Hilbijartinên Iraqa Federal û Kurdistana Federal

Daxûyanîya Çapemenî 01.03.2010 –  Wekî tête zanîn, li Iraqa Federal hilbijartinên “Parlementa Federal” 7ê Adarê [2010] têne kirin. Li Kurdistana Federal jî, wekî navçeyeke federal ya Iraqê, hilbijartin dê bêne kirin. Ji bo vê yêkê lîsteyên namzetan yên partîyan û herweha kesayetên serbixwe kivs bûne û demê propagandayê jî dest pê kirîye. Kurdistana Federal li goreyî makqanûna Iraqa Federal dê hejmareke kivs kirî namzetan hilbijêre û rêbike Parlementa Federal li Bexdayê. Herwisa gelek namzetên Kurd li navçeyên Kurdistanê yên ku li derveyî tixûbên Kurdistan Federal hatine hêlan jî dê besdarî hilbijartina bibin.

Li goreyî makqanûna Iraqa Federal, ji kontenjana navçeya Kurdistana Federal, ku ji sê bajêrên mezin pêktêt; Hewlêr, Duhok û Silêmanî, dê 41 parlementer bêne hilbijartin û bo Bexdayê bêne rêkirin. Ji Kerkûkê jî dê 12, ji Xaniqîn-Diyale 13 û ji Sengal-Mûsilê jî dê 31 parlementer bêne hilbijartin. Li ser hejmara 41 parlementerên misoger yên Kurdistana Federal, xelkê me divêt ji Kerkûk, Xaniqîn-Diyale û Sengal-Mûsilê jî hejmareke bilind ya parlementeran hilbijêre û rêbike Berxdayê ku bi gistî hejmara parlementerên Kurd zêde bibe ku li beramberî baskê Ereb hem pozisyona polîtîk ya baskê Kurd saxlem bibe, hem jî di bazara hukûmeteke koalisyonel da destê Kurdan xurt bibe. Kurdan li hilbijartinên 2005ê 58 parlementer rêkiribûn Bexdayê. Em hêvî dikin ku xelkê me vê care xîreteke mezintir ya neteweyî nîsan bide û hejmareke bilindtir ya parlementeran rêbike Parlementa Federal ya li Bexdayê.

Em wekî KNK van hilbijartinan ji bo qedera xelke Kurd û Kurdistanê giring dibînin û ji ber vê yêkê jî dixwazin dîtinên xwe yên li ser van hilbijartinan digel xelkê xwe parve bikin.

Berî her tistî prosesên hilbijartinan ji alîyê bi cih kirina demokrasîyê ve bûyerên pedivî û giring in. Kurdistana Federal wekî avabûneke nû û ciwan, bi rêya van hilbijartinan hem tekamilîya xwe ya demokratîzasyonê pêsve dibe, hem jî îradeya xwe ya neteweyî li Bexdayê dide xuya kirin. Li Bexdayê herçend hukûmeteke koalisyonê li ser kar be û pêyekî vê koalisyonê Kurd jî bin, ji ber gelek pirsgirêkên têkilav yên polîtîk yên Iraqê û rojhilatanavîn, hêj gelek xwezî û daxwazên xelkê Kurd bi cih nehatine û baskê Ereb yê Hukûmeta Federal ya Bexdayê astengên mezin derdêxe pêsîya Kurdan. Di serî da bi israra bi cih neyînana maddeyê 140 yê makqanûna Iraqa Federal, rê li ber çareserîyê ya ji bo pirsgirêka Kerkûkê û navçekên dî yên Kurdan tête girtin û asê kirin. Û helbet gelek pirs û pirsgirêkên dî yên polîtîk, sosyal, kulturî û ekonomîk yên xelkê Kurd hêj jî bi rengekî berfireh nehatine çareser kirin. Lê belê, di nav van hinde alozîyan da pirsa Kerkûkê xaleke stratejîk e ji bo Kurdan ku li seranserê Kurdistanê baldarîyeke bilind heye li ser vê pirsa neteweyî.

KNK wekî organîzasyoneke neteweyî ya seranserî, gelek giring dibîne ku xelkê Kurd pêkve li ser van hilbijartinan bi germî rawestin, çavdêrîyê lê bikin û hevkarîyeke bilind ya neteweyî nîsanî xelkê me yê Kurdistan Federal bidin. Ji ber ku, xelkê me yê Kurdistana Federal divêt li beramberî Bexdayê û baske Ereb yê hukûmeta merkezî bi pistevanîyeke xurt ya neteweyî pozisyona xwe saxlemtir bike. Lewma xelkê me li seranserê Kurdistanê û dîasporayê bila vê desteka maddî û manewî ji xelkê me yê Kurdistana Federal kêm neke û vê pistevanîya mezin ya neteweyî bi wan bide his kirin.

KNK ji xelkê me yê Kurdistana Federal û herweha hemû rêvebirîya polîtîk û îdarî jî daxwaz dike ku van hilbijartinan ji bo saxlemkirina çeperên destkevtî yên neteweyî bikine pêgaveke mezin û pêdivîyên van hilbijartinan layiqen bînin cih. Di serî da; hemû kes û rêxistinên polîtîk divêt bi vê suûra neteweyî ya yêkgirtî, prosesa hilbijartina wekî platformeke mezin ya neteweyî û demokratîk bi kar bînin. Hilbijartin wekî nîsaneyeke demokratîk divêt di nav ahengeke neteweyî û demokratîk da bêne encamdan. Kes û rêxistinên polîtîk divêt di nav xwe da heta dawîyê bi norm û krîterên rekabeta demokratîk xebatê bikin û prosesa hilbijartinan di nav aramî û huzûreke mezin da bidine kirin.

Ji rewsa îro xuya ye ku hêzên polîtîk yên Kurdistanê bi pir lîsteyî besdarî hilbijartina dibin. Em hêvî dikin ku ev pirdengîya navxweyî gelek bi hostahî bête îdare kirin ku li Bexdayê destê Kurd li ber baskê Ereb yê hukûmeta merkezî zeîf nebe.

Herweha ji ber ku rewsa navxweyî û ya dormandora Kurdistanê jî gelek hessas e, em wekî KNK li hêvîyê ne ku hemû alîyên polîtîk yên Kurdistana Federal li goreyî vê rastîya cografyaya Kurdistanê û pozisyona eriskar ya dewletên dagîrker yên Kurdistanê hereket bikin û hewayê demokratîk û neteweyî yê navxweyî biparêzin û firsetê nedine van merkezên bêyûm yên li dora Kurdistanê ku têkvadanê bikin.

KNK bi baldarîyeke bilind dixwaze bîne bîra xelkê xwe yê Kurd li Kurdistana Federal ku paytextên dorber, di serî da Ankara û herwisa Tehran û Sam di nav hemû hewildanan da ne ku hêz û siyana Kurdan li Bexdayê lawaz bikin, hetta biskênin. Lewma ev hilbijartinên 7ê Adarê ji alîyê bersivdana van paytextên dagîrkerîyê ve jî divêt bibine meydana hevgirtinîya neteweyî ya Kurd û Kurdistane. Li ber vê rastîyê, KNK bi taybetî bangî xelkê me yê Kerkûk, Xaniqîn-Diyale û Sengal-Mûsilê dike ku bi hemû hêza xwe ve besdarî hilbijartinan bibin û hejmara parlementerên xwe zêde bikin.

KNK hêvî dike ku Kurd bi van hilbijartinan li Parlementa Federal ya li Bexdayê pozisyoneke xurt bi dest ve bînin ku bikarin xwezî û daxwazên xwe yên neteweyî bidine qebûl kirin û bidine bi cih înan.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
01.03.2010