Languages: English ‏سۆرانی‎

Hersi Dewleta Turkia liser zaroken Rojavaya Kurdistane

Dewleta Tirka faşist, êrîşkariyên xwe yên qirker û dagirker ên ser gelen me bê navbêr didomîne.

Doh(2.12.2019), saet li dor 14.00’an, dîsa êrîşek wahşî bir ser gelên me yên li navçeya Til Rifatê. Jê 8 zarok 10 kes hatin e şehîdkirin. 12 hevwelatî jî birîndar bûn e. Rêveberiya Xweseriya Demokrat, li ser vê komkujiyê du roj şwînî ragihandin.

Her wiha gelek sazî û dezgehên Kurdistanî, weke mînak KCDK-E, TJK-E û hwd. ji bo vê êrîşa wahşî bertek û hilwestên xwe nîşan dan daxwaz kirin ji bo gelên me rabin xwepêşandanan, li dijî dewleta faşîst a Tirk.

Em KNK jî, li himber vê êrîşa Dewleta Tirka ya qirker û dagirker, di serî de bang li gelê me yê Kurdistanî dikin, ku her li kuderê dibe bila bibe, divê li dijî vê wahşetê bê deng nemînin û bi berpirsiyariya xwe ya neteweyî rabin ser piya. Di heman demê de divê hemû gel û baweriyên herêmê bi hev re, li dijî vê êrîşe milên xwe bidin hev bi hevre bênavber tevbigerin.

Her wiha banga me li raya giştî cîhanê jî re heye; divê ûjdanê mirovatiya cîhanê, li himber vê zulma Dewleta R.T.Erdogan ê faşist a Tirka bê hilwest nemînin, li cem gelên me yê mezlûm cih bigrin. Eger NATO û NY, li dijî wahşeta Dewleta Tirka hilwestê nîşan nedin, em wan jî hişyar dikin ku ew jî dibin hevparên gunehên wan.

Em KNK, banga xwe dubare dikin ku bi hemû hêza xwe em bi berxwedana gelên xwe re ne; êş û xemgîniya wan parve dikin û em bawer dikin serkeftin her dibe ya gelên me ye! Em ê bi bawerî û berxwedana xwe karibin faşizma Dewleta Tirkan û hevalbendên wan bişkînin!

Hersi Dewleta Turkia liser zaroken Rojavaya Kurdistane- SORANI

Konseya Rêveberiya KNK
3.12.2019