Languages: English ‏سۆرانی‎

Herêma başûrê kurdistanê; li hember gefên navxweyî û derveyî de

Tevaya dunyayê, niha li hemberî vîrosa corona yê de bê çare may e. Cîhan di nava rewşeke aborî, rêveberî û saxlemîyê de derbaz dibe. Hemû xelkê dunyayê çaverêyî wê yekê nek u çareseriyek ji bo vê derd û nesaxiyê bête dîtin û mirovahîyê ji vê karesata kujer rizgar bike. Bê guman Kurdistan û xelkê wê jî ji vê doxê ne dûr in. Serbarê pirsgirêk û arîşeyên aborî, siyasî û rêveberiyên xwe ev derd û nesaxiye jî hatiye ser. Başûrê Kurdistanê serbarê wan hemû pirs û hêbetmayîya xelkê wê, hedar girtiye û perpirsane bi wê rewşê re serederiyê diken. Lê mixabin di vî demê nazik de PDK û YNK, ku du hêzên ser destên başûrê Kurdistanê ne û perpirsiyariya rêveberî û parastina xelkê Kurdistanê li ser milên wan e. Li Zînî-Wertê hêzên xwe yên çekdar li hember hev du kom dikin. Ev helwîst sitrês û hêbetiyeke bi tirs li cem gelê me çêkirîye.

Birînên şerê navxwe hê sarêj nebûne. Komkirina hêzan li hemberî hev û şerê medyayî xelkê Kurdistanê kiriye nava doxekê ne li barê weha ku şerê qirêjê navxwe li bîr tîne.
Ev dox, ji bo dagîrker û neyarên Kurdistanê derfeteke ku herdem xewn pê ve dîtine û kar ji bo kirin e. Vaye, her di vê rewşê de, dewleta Tirk çend carek bombarana wê deverê û qendîlê kir. Di heman dem de bi balefirên xwe yên şer êrîş kirina ser kampa Mexmûrê, ew kempa ku di bin serperiştiya NY de ye û ev heyameke ji li hember dûrpêça hikumeta başûrê kurdistanê dinalîne. Mixabin di wê êrîşê de jin û zarok hatîne kuştin.

Em ji bilî ku êrîşên dewleta Tirkiya bo ser xelkê sivîlê Kurdistanê şermezar dikin. Bang li gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin, hişyar bin û derfetê nedene dagîrker û neyaran ku agirê nakokîya navxweyî geş bikin.

Dewleta Tirk û neyarên din jî tenê bi vê hindê na sekinin. Hemû şiyanên xwe ji bo helgîrsandina şerekê malwêrankerê navxweyî wê bikartînin. Heta di wê rêyê de kurdan lawaz bikin û li dawîyê êrîşên xwe yên berbilav bo ser xelk û destkeftên Kurdistanê ewên ku bi xwîna dehan hezar şehîd û ked û tekoşîna sedan hezar tekoşeran bi dest hatiye, destpêbikin.
Di şert û mercên weha da serbarê ku şerekê navxweyî di vî kawdana Cîhanî de, şermezariyeke mezin bo ser gelê metîne. Di heman dem da kes ji dostên gel me li hewara me nahên. Niha giş dinya mijûlî pirsgrêk û arîşeyên xwe ye û her welat û civakek jî hemû şîyanên xwe li ser geryan ji bo dîtina çareseriya vîrosa corona û derencamên wê yên aborî, rêveberî û siyasî mezaxtiye û li paşeroja xwe dinêrin.

Gelê Kurdistan ê weke hemû gelên Cîhanê, zêdetir pêdivî bi piştgîrî ya navxweyî û yekrêzî û hevçeperîyê heye, ne ber bi beyara nakokî û şerê navxweyî. Heger gelên dinyayê bi derd û nesaxîya corona yê binale, eve gelê me li hemberî tirsên mezin û kujertir de ye.
KNK daxwazeke lezgîn li YNK û PDK dike, hêzên xwe yên ne pêwîst ji wan deveran û yên li hember hev rawestiyan paşve vegerînin. Pirsgrêk û arîşeyan bi rêya diyalog û aştîyane û berpirsyarane çareser biken. Em bi hemû şîyanên xwe ve amadeyî her hevkarîyekê ne. Ji hemû

kenalên peywendiyên me re emê hewla hedarkirina vê rewşa han û dîtina rêyên çareserîyê ji bo asyaîkirina vê doxa neviyayî dimezêxîn.

Herweha KNK bang li tevaya part û hêzên Kurdistanî yên hemû parçeyên Kurdistanê dike, daxwaz li kesayetîyên siyasî, rewşenbîrî û akademîk ên Kurdistanî jî dike, ku bi helwesteke welatparêzê rolê navbijî û karakterê aştiyaneya vî doxê han bilîzin. Herweha daxwazê li xelk û layengirên wan du hêzan û xelkê Kurdistanê jî dikin ku zêdetir û bi hemû pêçêbûnên xwe ve rê li hember vê rewşê bisekinin. Êrîşên mediyayî û kenalên soşyalmedya li hember hevdu rawestînin û agirê nakokiyê geş neken.

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi bawerin, ku di nava gelê me yê başûrê Kurdistanê, di nav serkirdeyên PDK û YNKê de herweha di nava endam û alîgirên wan de kesayetiyên disoz û xemxwerên xelkê weha zêde hene ku bikarin bi hekîmane serederiyê li gel vê doxa han bikin û Kurdistanê ji agirê şer û karesateke navxweyî dûr bixin.

Bijî Aştî û diyaloga navxweyî، Na, ji bo du berekî û şerê navxweyî

Konseya Rêveber ya KNK