Languages: English ‏سۆرانی‎

Gef û êrîşên li ser baregehên Tevgera Azadî ya civaka Kurdistanê

Di rojên buhûrî de gef û fişarên Hukumeta herêma Kurdistanê li ser Tevgera Azadîya civaka Kurdistanê li Silemanî zêde bûne û gehaye astê êrîşan. Em hemû dizan in ku Tevgera Azadîya civaka Kurdistanê bi fermî moleta karkirinê ji alî hikûmeta fedrala Îraqê heye û pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê jî pêgîriyê pê bike. Di demekî de heya îro desthalata herêma Kurdistan li Silêmanîyê YNK û li Hewlêrê PDk ew daxwazîya Tevgerê ji bo moletwergirtinê pesend – qebûl nekirîya ya ku ev çar sal li ser pêşkeşkirinê derbaz bûn. Lê Bexdayê zû de ew pesend kir.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, ji keç, kur, zilam û jinên azadîxwazên başûrê Kurdistanê pêkhatiye. Ew bizaveke azadîxwaz ku li ser esaseke xwebexşî û dilxwazane kar dikin û yeke ji rêkxiraweyên Kurdistanî dij bi sîstema dagîrkeriyê ne. Tevger ji bo çareserîkirina pirsa kurd di rêya aştî û demokrasî hewl dide û tevaya çalakiyên xwe pêdagirtine li ser bihêzkirina yekîtiya neteweyî û hevçeperîya tevaya hêzên Kurdistanî di tekoşînê deye. Ew jî ji bo çespandina sîstemekê ploralistî jinandost û perlemanî û demokrasiyê ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi nerazîbûn û dilgiranî ve bersivdayin û xwestina bersivdayîna berpirsên herêma Kurdistanê – başûr ji bo nedana moletê bi tevgerê re heye û niha jî dixwazin baregahên wan dayêxin. Em hemû pêwîste ew rêveberiya li başûrê Kurdistanê ku heye ber bi ploralîzm û demokrasiyê bihêz bikîn. Pratîka îsolekirin û maytêkirin û rêlêgirtin û qedexekirin ne ew şêwazin yên ku dibine egerên bi hêzkirina başûrê Kurdistanê, belku hindey dî rewşê aloz û tevlî hev dike. Dagîrkerên Kurdistanê vê baş dizanin ku bi qedexekirinê nikare ti tekoşînekê rawestîne. Rastî jî eve ku dixwazin kurdan di nav xwe de bêxne di nav şerê dijî hev du.

Em alîyên berpirsyar hişyar dikin ku, dewleta Tirk bi daxistina wan baregehan bi tenê razî nabe û nasekine! Ewên ji sîstema dagîrkeriyê li Kurdistanê têgehiştine, vê dizanin ku plana rasteqîneya dagîrkeran daxistina çend baregahên vî û ewê nîne. Belku bi aqildarî û plankirî dixwazin agirê çerî dinav mala Kurdan de didin û rîzbendîya xebata azadîxwazîya Kurdan şêlû bikin. Erdogan ku yeke ji kesatiyê doraw, keftî û şermezarên Cîhanê, bi hevkariya Îranê dixwazin pilanên xwe ji bo temam wêrankirina başûrê Kurdistanê bi encam bigehîn in.

Pilana Turkiya û Îranê gelek ji sînûrê başûr mezintire û ev pêngavên destpêkî ne. Ji ber ku Silêmaniy weke ku hertim netirs bûne, lew nabe derazînkên xwe vekirî bihêle lingên xwe nexe nava mêjûyekê ku ne layiqê wê be!

Di wî biyavî de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hemû alî û rêxistinên siyasî agehdar dike ku ev core pêngavên han, sîstematîk li cihên xwe nasekin in û zû yan dereng dê ber singê yên din jî digir in. Di cihê xwe daye ku dem na dem nerazîbûnan nîşan bidin û di nav baregehên xwe de cihên kar û xebatê bidin çalakvanên Tevgerê. Ev helwîsteke girînge ji bo daristina binemayê demokrasî û yekrêzîya Niştîmanê me. Herweha em daxwazê ji perpirsên hikûmeta herêma Kurdistan – başûr dikin ku ew xwe li hember fişar – zextên Tirkiya û Îranê ragirin û bi îrade û hêza gelê Kurdistanê bi bawer bin. Başûr bibe ne her tenê serbilindî û şanaziya herêmê be ji bo azadiyê, belku pêwîste ya tevaya xelkê Kurdistanê ragire.

KNK, daxwaz li berpirsên Hikûmeta herêmê dike ku teslîmî daxwaziyên dagîrkeran nebin û moleta fermî ya hebûnê bidene wan hemûyan yên ku moral û rewişta giyanfîdakarî û xwebexşî û tekoşînê heye. Ew yekrêzîya Neteweyî û Niştîmaniya me bi hêz dike û me dibe nava diyalogeke tendirust ya demokrasiyê.

KNK Sebaret be hereshe le ser Tevgeri Azadiy- SORANI

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK