Daxûyanîya Çapemenî 23.12.2008 – Di demên dawî de, êrîsên li hemberî gelê kurd li Bakur û Basûrê Kurdistanê zêde bûne. Dewleta Tirkiyê û dewleta Iranê, bi operasyonên hevbes yên hewayî û bejahî, bê rawestandin Herêma Federal a Kurdistanê bombarduman dikin.
Di hevkariya operasyonên Tirkiyê û Îranê yên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de, desthilatdariya Baxdatê Nurî El Malîkî jî cih digire.
Di vê dema ku li Bakurê Kurdistanê operasyonên eskerî têne lidarxistin, li hemberî DTPe û gelê kurd êrîskeriyên polîs û nîjadperestên tirk têne pêkanîn, li hemberî Basûrê Kurdistanê bombardumanên hewayî û bejahî têne lidarxistin û projeyên sazkariya çeteyên cerdevaniyê dikevine rojevê de, trafîka siyasî û dîplomasiya dijminên gelê kurd jî, di qada herî bilind de zêde bûye.
Di vê dema ku dewleta Tirkiyê û Îranê, li hemberî kurdan êrîskeriyên dijwar lidardixin, arîkarê serokkomarê Iraqê, Tarik El Hasîmî çu Enqerê, bi serokkomarê tirk Abdullah Gul û serokwezîrê tirk Receb Tayyip Erodgan re hevdîtin pêkanî. Di 24ê Çile de jî, serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî jî wê biçe Enqerê û pistre biçê Îranê.
Serokê Grubê parlamenterên kurd yên li parlamena Baxdatê Dr. Mahmud Osman jî, destnîsan kir ku serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, êrîsên hevbes yên Tirkiyê û Iranê ku bê rawestandin têne lidarxistin erê dike û dema diçe dewletên cîran jî, dibin cilê de hevdîtinan dike û xala sereke ya hevdîtinên wî jî gelê kurd e. El Malîkî, bi armanca ku Herêma Federal a Kurdistanê lewaz û zeîf bibe tevdigerê.
Ev jî dide xuya kirin ku, gelê kurd di pêvajoyeke hassas û giring re derbas dibe. Di vê pêvajoya hassas û giring de, dagirkerên Kurdistanê, hemberî ku li dijî hev in jî, di pirsgirêka kurd de, dibine yek û li dijî gelê kurd hevkariyê dikin, êrîsên hevbes lidardixin.
Di vê pêvajoya hassas û giring de, pêdiviya gelê kurd, bêhtir ji her demê, bi yekîtiya neteweyî heye. Heger gelê kurd, di vê pêvajoya hassas û giring de yekîtiya xwe sazkar neke, ewê li hemberî dagirkerên Kurdistanê, li hemberî hêzên navneteweyî jî lewaz û misrî bimîne.
Bas tê zanîn ku, dijmin her dem, ji parçebûna gelê kurd sûd girtiye. Hêzên navneteweyî jî, ji sedema parçebûna gelê kurd, qinyat û êmnatî bi gelê kurd ne aniye. Ev jî dide xuya kirin ku parçebûn û bêtifaqiya gelê kurd, ziyanên mezin dide gelê kurd, dide jiyana azad a paserojên gelê kurd.
KNKe, bi armanca parastina destketiyên gelê kurd yên Bakurê Kurdistanê û destketiyên Herêma Federal a Kurdistanê; gelê kurd, hêzên kurd, rewsenbîrên kurd siyar dike ku li hemberî dijberî û êrîsên li dijî gelê kurd bi ciddîyeteke neteweyî rawestin û bi heman ciddiyetê dijberiya xwe nîsan bidin.
KNKe, bi israr destnîsan dike ku, di vê pêvajoya hassas û giring de, pêdiviya gelê kurd bi ‘Yekîtiya Neteweyî’ heye. Gelên cîhanê teva yekîtiya xwe ya neteweyî sazkar kirine; gelo çima gelê kurd jî, yekîtiya xwe ya neteweyî sazkar neke?
KNKe, destnîsan dike ku “Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan”, ji bo paserojên jiyana azad ya gelê kurd, ji bo parastina destketiyên gelê kurd û ji bo bihêziya desthilatdariyên kurd ya li hemberî hêzên dagirker û hêzên navneteweyî û parastina berjewendiyên neteweyî, hêza herî mezin e.
KNKe, diyar dike ku, Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan, hêza hebûna gelê kurd ya li hemberî cîhanê teva ye û garantiya parastina destketî û azadiya gelê kurd e.
Konseya Rêvebir ya KNKyê
23.12.2008