Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Konferansa Lozanê

Li ser banga Komîta Kar û Xebatên Sedsalîya Peymana Lozanê; em nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî, 24.07.2022an roja yekşemê, di 99. salvegera Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê li salona peyman têde hatî îmzekirin de kom bûn û bi navê “Di 99. Salvegera Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê”, me konferansek pêkanî.

99 sal pêş niha li bajarê Lozanê, konferansek navdewletî kombû û di encamê de peymanek hate îmzekirin. Di encama wê peyamanê de Kurdistan hate parçekirin û li ser çar welatan hate dabeşkirin. Nûnerên gelê Kurd li vê konferansê de amade nebûn, pirs li Kurdan nehate kirin. Lê li ser qedera Kurd û Kurdistanîyan biryar hatin standin û weke ku Kurd tûnene hatin hesabkirin.
Peymana Lozanê, erêkirina navdewletî ya qirkirin û jenosîda Kurda ye. Di heman demê de gelên Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî jî, bi eynî aqîbetê re rûbirû hatin hiştin. Peymana Lozanê ne tinê biryara qirkirina Kurda ye, heman demê de erêkirina Ferman, Meds Yeghern, Seyfo û Jenosîda 1915a ye jî.

Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, li Kurdistanê demeke reş û tarî destpêkir. Gelê Kurd bi qetlîaman re rûbirû ma û xwestin gelê Kurd ji holê rakin. Li bakura Kurdistanê ji sala 1925an heta 1938an li seranserê bakura Kurdistanê sed hezaran Kurd hatin qetilkirin û gelek deverên Kurdistanê hatin valakirin. Polîtîkayên qetlîam, îşkence, birçî hiştin û asîmîlasyonê li parçeyên din jî berdewam kirin. Peymana Lozanê li Başûr, qetilkirina sed hezaran e, Enfal û Helbce ye, li rojhilat serkutkirina Şino, Mihabad û Sine ye û qetilkirin û darvekîrîna pêşewa û şoreşgeran e, Cihada Xumeynî ye, komkujîya Qernê û Qelatan e, li Rojava şewata Amûdê û kembera Erebî ye, li Bakur qetlîama Dêrsim û Gelyê Zîla ye, îşkenceyên zîndana Amedê ye. Peymana Lozanê, di navbera Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava de, têlên bi stîrî ne, milyonan mayînên çandî ne, li wan sînoran çavên kor û dest û lingên jêkirîn e. Bi kurtî Peymana Lozanê xencera li dilê Kurdistanê de ye. Peymana Lozanê îro jî êrîşa li ser Kobanê û Şingal ê ye, jenosîda bawermendên Êzidî ye, dagirkirina Kerkuk, Efrîn û Serêkanîyê ye, qetilkirina kolbera ye, li Zap, Avaşîn û Metîna dijê şervanên azadîyê, karanîna çekên kîmyewî ye.

Li gel evqas zor û zehmetîyan jî, gelê Kurd li hember encamên Peymana Lozanê, berxweda û gihişt roja îro. Eger em şert û mercên 1923an û yên îro bidin berhev; di 1923’an de hêza gelê Kurd lawaz û bilave bû, lê îro hêza gelê Kurd di tewazûna herêmê de bi bandor e. Îro li Başûr statuyek federal heye, li Rojava statuyek de facto ya deh salî heye, li Bakur û li Rojhilat tevgera rêxistinkirî ya azadîyê û berxwedanek mezin heye. Wê dema ku peymana Lozanê hatî îmzekirin, di asta navneteweyî de Kurd nedihatin naskirin, nav û dengên Kurdan nedihate bihîstin. Lê îro di qada navneteweyî de Kurd xwedî rolin, xwedî gohtinin û xwedî dostin. Dema muzakereyên Lozanê de, di nav heyeta Tirkan de tenê Kurdekî hebî, ew jî Kurdekî xayîn bû. Lê niha di heman salonê de, nûnerên Kurd û Kurdistanîyan dikarin kombibin û dengê xwe bighînin Cihanê.

Li gel vê rewşê jî, em hêca negiştine azadîyê, hêca piranîya welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê kunkirîye, lê me ji holê ranekirîye. Piştî 99 salan jî, dîsa dijminên me planên qirkirinê li ser me çêdikin û dimeşînin. Dixwazin Peymana Lozanê weke ku heyî li ser me sed sal din jî tetbîq bikin û deskeftên me ji destên me derxin.

Li hember Peymana Lozanê, bersiva herî mezin pêkanîna yekîtîya neteweyî ye. Ji xwe ev peyman welatê me û gelê me parçe dike û me ji hev dûr dixe. Eger em naxwazin Peymana Lozanê sed sal din jî li ser me bê ferzkirin, divê em yekîtîya xwe xurt bikin û bi yek dengî dijê vê parçebûnê derkevin.

Di 99. Salvegera Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê û li salona ku peyman têde hatî îmzekirin de, em nûnerên gelên Kurdistanê me konferansek pêkanî û em van biryar û xalên jêrîn ji reya giştî re radighînin:

1-Peymana Lozanê, bê ku ji gelê Kurdistanê bê pirsîn hatîye çêkirin û welat û gelê me parçe dike. Em wek nûnerên gelên Kurdistanê vê peymanê red dikin.

2-Konferans, bang li Neteweyên Yekgirtî, dewletên ku ev peyman îmzekirî û hemî hêzên peywendîdar diki û dibêje, werin em bi hevre konferansekî nû kombikin û gorî rastîya herêmê û heqanîyetê, em peymanek nû çêkin.

3-Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e.

4-Konferans, Tekoşîna Azadîyê ya li çar parçeyên Kurdistanê tê dayîn, li hember hemî cureyên dagirkerîyê û parçekirina Kurdistanê, karê sereke dibîne û silav dike.

5-Konferans, gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û hemî gelên li Kurdistanê dijîn, mexdûrê Peyman Lozanê û hemqederên gelê Kurd dibîne û tekoşîna azadîya wan gelan silav dike.

6-Konferans, xwedî deskevtên başûra Kurdistanê derdikeve û kar û xebatên jibo zivirandina deverên dabirayî (Deverên Madeya 140), destek dike û xwedî lê derdikeve.

7-Konferans, kar û xebatên lêgerîna statûyek fermî ya jibo Rojavaya Kurdistanê û azadkirina deverên dagirkirî, kampanya “Jibo Rojava no fly zone” destek dike û piştgirîyê lê dike.

8-Konferans, li hember hemî êrîşên dagirkeran radiweste, teybetî êrîşên dewleta Tirk yên li deverên Metîna, Zap û Avaşin ku çekên kîmyewî jî kartîne, mehkum dike. Li hember van êrîşan berxwedana Şervanên Azadîyê silav dike.

9-Konferans, bang rêxistina dijê karanîna çekên kîmyewî – OPCW û hemî hêzên Cihanî dike ku li hember karanîna çekên kîmyewî ji teref dewleta Tirk ve, bê deng nemînin.

10-Konferans, bang li hemî partî, sazî, rêxistin û hemî nûnerên gelên Kurdistanê dike ku yekîtîya xwe xurttir bikin û bi yekdengî dijê êrîşên dagirkeran û planên dijminan derkevin. Herweha di qada navneteweyî de jî, em dengê xwe bikin yek û doza Kurdistanê ji Cihanê re bi yek dengî ragihînin.

Di encamê de Konferans, piştgirîya Komîta Kar û Xebatên Sedsalîya Peymana Lozanê dike, di sedsalîya Peymana Lozanê de biryar dide ku rêze çalakîyên mezintir pêkbîne.

Konferansa di 99. Salvegera Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê

26.07.2022