Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Konferansa Li Ser Bîr û Ramanên Abdullah Ocalan

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNKê, di 20’ê nîsana 2019’an li Zanîngeha Brukselê bi dirûşma “Di sala 21’emîn ya esaretê de bîr û ramanên Abdullah Ocalan, alternatîfek ji bo pirsgirêkên siyasî û civakî” konferansek pêk anî. Di çarçoveya konferansê de 3 panel hatin çêkirin. Panela yekemîn derbarê yekîtîya neteweyî ya gelên Kurdistanê, panela duyemîn der barê neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk û panela dawîn jî li ser ilm û zanista nûjen Jineolojiyê bû. Axaftvanên van her sê rûniştinan jî têkildarî serenavên hatî diyarkirin de, di çarçovaya bîr û ramamên Abdullah Ocalan de pêşkêşiyê xwe kirin û piştre jî beşdar û panalîstan li ser mijaran nîqaşên berfireh pêk anîn.

Di dirûşma konferansê de jî tê bibîrxistin ku Birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî, ev 21 sal in li Girava Îmraliyê di warê fizîkî de di bin şertên esaretê de ye. Lê fikr û ramanên wî, perspektîf û pêşniyarên wî, paradîgmaya wî ya neteweya demokratîk îro ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn û Afrîkayê, di nava gelan de weke meşaleyeke geş pêketiye û xeleka li dora vê fikrê jî, her ku diçe firehtir dibe.

Birêz Ocalan heta niha dehan kitêp nivîsîne û li gel rewşa giran a esaretê û nebûna derfetan jî, heta niha 11 kitêbên wî yên ku li zîndanê nivîsandî, di destê me de ne. Di çarçoveya teoriya xwe de paradîgmayên cihêreng ji bo damezrandina sîstema siyasî û civakî li Kurdistan û herêmê pêşkeş dike. Heta niha kêtêbên wî 28 zimanan hatine wergerandin. Li dehan unîversîteyên cihanî de gelek doktora û tez li ser bîr û ramanên wî hatine nivîsandin û hatine weşandin.

Niha dîtin û paradîgma Birêz Ocalan di cografyayek siyasî u civakî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi goşt û beden bûye. Jiyaneke nû li derdora fikrên birêz ocalan gur û geş dibe. Li aliyê din mezintirîn hereketa siyasî, çekdarî û civakî ya Kurdistanê li ser bingeha modela birêz Ocalan hatiye avakirin. Ev rêxistin weke aktoreke girîng di herêma Rohilata Navîn de xwedî bandoreke ber bi çav e.
Ev tevgera nû ya Kurdistanê ye, li ser vê paradîgmayê, pêdivî bi xwendinek cidî û nîqaşên berfireh heye. Berî her kesî pêwîst e kurdistanî bi xwe li ser biseknin û gohtûbêj bikin. Ji ber ku îro bandora vê paradigmayê li ser civaka Kurdistanê zêde ye.

Di encama panelên hatin lidarxistin û nîqaşên piştî pêşkêşiyan hatin kirin de, “Konferansa li ser bîr û ramanên Abdullah Ocalan” gihîşte van encaman û van xalên jêrîn ji raya giştî re diyar dike:

1- Kurdistan di duryaneke dîrokî û kaotîk re derbas dibe. Gelên Kurdistanê bi saya bîr û ramanên Birêz Ocalan bi rêya bi pêşxistina yekitiya navxweyî û li hevcivandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikare destketiyên xwe bi azadiyê tacîdar bike.

2 – Ji bo bipêşxistina yekitiya neteweyî jî dîsa pêwîst e ku ji dîn û baweriyê heta bi dîrok û felsefeyê gelê kurd xwe ji hînbûn û ji ferzkirinên dagirkerên welatê xwe, xwe rizgar bike û di çarçove û perspektîfa ‘Civaknasiya Azadiyê’ de hişmendiya xwe ji nû ve ava bike.

3- Di mijara yekitiya neteweyî de yek ji xala esasî jî parastina rewa ya gel û welat e. Li qadeke weke Rojhilata Navîn û di vê demê de ku êrişên modernîteya kapîtalîst û hêzên dagirker li ser gelan dewam dike, parastina rewa ji bo mîsogeriya hebûn û çandê jêneveger e.

4- Modernîteya kapîtalîst tevî sazûmaniyên xwe yên kevneperest yên weke dewletên netewe, di nav xetimandineke mezin de ye. Ji bo ser vê xetimandinê bigirin êş û azarên gelan zêde dikin. Bi rêya şer û êrişan dixwazin têkçûna xwe bi paş ve bixin. Sîtemên herêma Rojhilata Navîn, desthilat û jiyana xwe li ser nakoyên etnîkî, dînî û mezhebî ava dikin. Van pêkhateyan dijê hev dixebitînin, bi nijadperestî, olperestî û teasûba mezhebî, aşti û aramîya di nav pêkhateyan de xirab dikin. Li aliyê din paradîgmaya Birêz Ocalan ya Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma demokratîka Rojhilata Navîn, aştî, aramî û jiyana hevbeş ya hemî pêkhateyan pêşdixe û misoger dike. Ev paradîgma bi tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye xwedî nîzam û ev nîzam ji bo hemû gelên azadîxwaz jî, bûye hêvî û îlham.

5- Birêz Ocalan bîr û ramanên xwe li ser bîrdoziya azadiya jinan bi pêş dixe û diyar dike ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Di vê çarçovê de di hemî qadên jiyanê de xwe birêxistinkirina jinan, di heman demê de civakê jî vedigerîne ser xeta wê ya esasî, ango xeta exlaqî û polîtîk.

6- Zanyariya nû ya jinan Jineolojî, di heman demê de kakilê civaka azad, exlaqî û polîtîk e. Pêşvebirina vê zanyariya ku ji bîr û ramanên Birêz Ocalan nizilî ye, di heman demê de wê bibe hîmê jiyana nû ya azad û demokratîk.

7- Di konferansê de di encamê de li ser fikra di warê fizîkî de jî, azadiya Birêz Abdullah Ocalan jî biryardarî derkete holê. Beşdarên konferansê hemfikir in ku kesateyeke weke Birêz Ocalan bi bîr û baweriya xwe ji gelan re bûye hêvî, nabe ku di şertên esaretê de were girtin.

8- Ji bo di milê fizîkî de jî peyama azadiya Birêz Ocalan bigihê hemî Cihanê, beşdarên konferansê hemfikr in ku divê berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê were mezinkirin û pêngava “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin” jî, bi serkeftinê were biencamkirin.

9- Ji bo şikestina tecrîda li ser Birêz Ocalan, çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengtiya Leyla Güven destpêkir û niha hejmaran wan ji heft hezeran derbazbûye, beşdarên konferansê bi rêzdarî hemû çalakvanan silav dikin û diyar dikin ku heta dawîyê ligel daxwaziyên wana ne. Ocalan bi bîr û ramanên xwe, bi hemû jiyana xwe ji bo azadiye gelên Kurdistanê û mirovahiyê xebatkir û hêjî dike. Xebata ji bo azadiya Ocalan jî, ji bo me hemîyan peywirekî herî bingehîn e. Beşdarên konferansê li ser vî esasî bang gelê me dikin ku ji bo şkênadina tecrîdê û azadîya Birêz Ocalan tekoşînê bilind bikin.

10- Beşdarên konferansê bang li hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî dikin da ku ew jî ji bo dawî li vê neheqîya li Birêz Ocalan tê kirin were bidawîkirin, mil bidin milê gelên Kurdistanê.

11- Bi nîqaşên konferansê hate diyarkirin ku li Rojhilata Navîn rêya çareserî û aştiyê, li gorî projeya Birêz Ocalan bi pêşxistina paradîgmaya neteweya demokratîk e. Hemû civak, gel, bîr û bawerî li dora vê fikrê, dikarin xwe biparêzin, hebûna xwe mîsoger bikin û nasnameya xwe tevî çanda xwe bi pêş bixin û li ser vê bingehê pêkvejiyanek azad ava bikin.

12- Konferans diyar dike ku ji bo gelên me cîhê serbilindiyê ye ku derketina paradîgmaya alternatîf ya ku ji bo jiyaneke demokratîk, wekhev û azad ji bo hemû mirovahiyê re hatiye pêşkêşkirin, ji Kurdistanê derketiye. Ev rastî jî liser me xwe ferz dike ku em ji herkesî bêhtir bi paradîgmaya netewa demokratîk xwe perwerde bikin û bidin jiyankirin.

13- Beşdarên konferansê, pêwîst dibînin ku konferansên vî rengî bêne berdewamkirin û ji rêberîya KNKê daxwaz dikin ku vî karî li cih û deverên din jî tekrar bike û berdewam be.

Konferansa Li Ser Bîr û Ramanên Abdullah Ocalan
Encamnameya Konferansa Li Ser Bîr û Ramanên Abdullah Ocalan