Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Koseya Rêvebir ya KNKê

Piştî demekî dirêj (ji ber sedemên pandemîyê) Konseya Rêvebir di roja 11.12.2021an de li ofîsa xwe ya navendî, bi beşdabûna piranîya endaman civînek rûbirû pêkanî. Di civînê de pêşîyê rewşa siyasî ya Kurdistan û Cihanê, bi awayeke berfireh hate nirxandin. Peyre xebatên di nava salekî de hatî kirin, hatin destgirtin û nîqşek berfireh li ser kar û xebatan û şêweyê karkirinê hate kirin. Piştî nirxandina kar û xebatan li ser rewşa rêxistinî ya KNKê hate rawestan û li ser hilbijartinên nû yên endam û dezgehan hate rawestan û amadekarîyên kombûna Civata Giştî (ya 21.) li ber çavan re hatin derbazkirin. Di encama civînê de plansazîya xebatê ya dema nû hate çêkirin.

Bakur: Merheleya şerê azadîyê de, şerê ji sala 2015an vir ve merheleyekî nûye û dijwartire. Ji Tîrmeha 2015an vir ve, şerekî man û nemanê, şerekî gelek mezin li bakurê Kurdistanê tê meşandin. Ev şer dem dem derbazê Rojava û dem dem jî derbazê Başûr jî dibi. Di bihara 2015an de, Hukumeta Tirkiyê pêvajoya hevdîtinan xetimand, şer rawestandin xilaskir û 24ê Tîrmehê de dest bi êrîşên qirkirinê kir. 24ê Tîrmehê rojeke tesadûfî nîne, roja îmzekirina Peymana Lozanê ye. Di vê rojê de êrîşkirin tê wê wateyê ku kurdistan nîne (Peymana Lozanê wê dibêji) û yên daweya Kurdistanê dikin wê bêne qirkirin.

Ev şereke qirkirinê ye û şereke man û nemanê ye. Di van şeş sal û nîvan de şer û êrîşên li Kurdistanê hatîn meşandin li ber çavan ne. Êrîşên li ser bajarên Kurdistanê, êrîşên li ser dem û dezgehên (şaredarî, partî, komel û deskevtên Kurdistanî) Kurdistanê, êrîşên li ser hemî hêzên Kurdistanî, girtin û cezakirina deh hezaran sîyasetvanan, ne ji rêzê ne. Zêhnîyeta ku îro Tirkiyê rêvedibi, zêhnîyeta Îttîhat Terakî ye. Wê zêhnîyetê li ser vê axê gelên Ermen, Rum, Asurî-Suryanî-Kildanî qirkirin. Îro jî dixwazin Gelê Kurd qirbikin. Lewra jî ev şer şerê man û nemanê ye.

Di vî şerî de me weke gel û tevgera azadîya Gelê Kurdistanê zerer dît û gelek bedelên mezin jî dan. Li gel van zerer û bedelan, li gel hemî kêm û qusûran jî, tevgera azadîya Gelê Kurdistanê li her qadê de li ser piya ye, li her tekoşînê bilind diki û karên xwe dimeşêne. Hêzên Gerîla bi qehremanîyek mezin berxwe didin. Li gel hemî girtin, îşkence û zextan jî, Gelê Kurd li îradeya xwe xwedî derkevi û xwedî biryare. Erê di vî şerî de me zererek mezin dît, lê dijminê me jî, ji taqetê ket. Rejîma Turkîyê di gelek waran de bi krîzên kûr re rû bi rûye. Krîza aborî ji kontrolê derketî ye. Sedemên van krîzan, şerê li Kurdistanê ye û berxwedana hêzên Kurdistanî ne. Berxwedana me hêz û cesaretê dide hemî hêzên muxalîf. Rejîma Erdogan li ber têkçûnê ye.

Di şer de eve demeke, Ordîya Tirk çekên kîmyewî dixebitêne. Teybetî şerê ku li devera Metîna, Zap û Avaşîn de, rojane çekên kîmyewî kartîne. Heta niha 40 kesan zêdetîr Gerîla bi van çekan şehîd ketine û gelek kes jî birîndar bûne. Li sernserê Cihanê, Kurd û dostên Kurdan li hember vê rewşê, nerazîbûnên xwe bi hemî awayî tînin ziman. Li gel hemî bang û çalakîyên gelê me jî, heta niha Cihan bê denge. Rêxistina navneteweyî ya dijê çekên kîmyewî OPCW û Neteweyên yekbûyî û dewletên peywendîdar, xwe nebihîstî dikin. Gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê brîndar û mexdûrê çekên kîmyewî ye. Birîna Helebce hê sax nebûye. Di vî warî de karekî me yê sereke jî ewe ku em li hember karanîna çekên kîmyewî herdem di nava tevgerê de bin.

Rojhilat: Li rojhilatê Kurdistanê, siyaseta asîmîlasyon, bê dengkirin, çewsandin, birçîkirin, îşkence û zîndanîkirin ya Dewleta Îranê, bê navber berdewame. Siyaseta Rejîma Îranê ya ku li Kurdistanê bilavkirina madeyên hişbir jî berdewam diki. Siyaseta kuştina kolberên Kurd û îdamê jî berdewame. Îran, bi hemî awayî dixwazi Gelê Kurd bê nasname û bê maf bihêli. Di herêmê de weke hêzeke hegemon, destê xwe têxi di nava parçeyên din yên Kurdistanê de jî û bi hêzên din yên dagirker re jî, di nava tifaqa dijê Gelê Kurd de ye.
Ordîya Îranê, eve demeke, ew jî weke Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê zêde diki. Teybetî piştî hatina Îbrahîm Reîsî li ser kar, ev gef û êrîş zêdebûne. Niha jî agahdarî têne ku Îran bi rêya hinek rayedarên başûrê Kurdistanê, zextê li ser partî û rêxistinên Rojhilat dike ku çekên xwe danin û çi tevgerên leşkerî li hember Îranê nekin. Ev rewşeke xetere û divê neyê qebûlkirin. Divê çi hêzên Kurdistanî ji vê teleba Îranê re nebin alîkar. Damezrandina hêzên çekdar, weke her miletî mafekî yê rewa yê Gelê Kurde jî. Kar anîna hêzên çekdar li her çar parêeyên Kurdistanê ne tenê mafekî rewa ye, heman demê de pêwîstîyek mrzine û zerûrete. Dijminên me hemî cureyên çekan peyda dikin û dijê me dixebitênin. Divê hêzên Kurdistanî jî xwe bi çek bikin, gel û welatê xwe biparêzin.
Li hember siyaseta Dewleta Îranê, li rojhilatê Kurdistanê rêxistinkirina gel karekî serke ye. Herweha divê hêzên Rojhilat, ji ezmûnên parçeyên din yên Kurdistanê, tecrûbe bigrin û di nav xwe de yekîtîyekî pêkbînin. Emê jî weke KNK, di vî warî de hewldanên xwe zêde bikin. Herweha jibo teşhîrkirina sîyaseta rejîma Îranê û jibo pêşxistina diyaloga navxweyî, emê li gelek deveran rêze semîner û panelan pêkbînin.

Başûr: Her çend bi awayekî destûrî başûrê Kurdistanê xwedî statûyek federal jî bitin, lê dîsa jî ev statû di bin gef û xeterîyan de ye. Hedefekî ya dujminên gelê me jî ewe ku statûya federal li başûrê Kurdistanê nemîni. Êrîşên piştî referandûmê, êrîşên Dewleta Tirk û Îranê, bi vê mebestê ne û divê ev rastî bê dîtin û gorî vê rastîyê jî divê tedbîr bêne girtin. Mixabin rêveberîya başûrê Kurdistanê, di vî warî de xwedî stratejîyekî hevbeş nîne, xemsare û gorî vê rastîyê tevnagere.

Êrîşên vê dema dawî yên DAIŞê jî parçeyek vê polîtîka dijî statûya Kurdistanê ye. Heman demê de amancekî van êrîşan yek jê ewe ku deverên dabirayî (deverên madeya 140) ji Kurdan bête xalîkirin. Ji ber êrîşan heta niha sedan gund vale bûne û deh hezaran Kurd koçber bûne. Ev mesele tenê ne ya DAIŞê ye. Di pişt êrîşên DAIŞê de neteweperestên Ereb û hêzên dagirker hene. DAIŞ ji teref van hêzan ve tête destek kirin û tête karanîn.

Problemên Başûr zêde ne. Di alê azadî û demokrasîyê de, mixabin rojbiroj rewş ber bi xirabîyê ve diçi. Li alê din gendelî hingî diçi zêdetir dibi. Ev jî dibi sedemê ne rehetî û birçîbûnê. Gelê me yê li Başûr ji paşeroja xwe ne emîn e. Ev jî dibi sedemê koçberîyê. Teybetî jî ciwan koçber dibin. Koçberên li ser sînorên Belarusya û Polonya yê, mixabin piranîya wan Kurdin. Her meh dehan koçberên Kurd li ser van sînoran jiyana xwe ji dest didin, li derya ya Ege û Manş ê de dixeniqin. Dagirkerên Kurdistanê teybetî jî Dewleta Tirk, dixwazin Kurd koçber bibin û Kurdistan vale bibi. Ew çete û qaçaxçî bi desteka van dewletan kar dikin. Mixabin heta niha rêveberîya Başûr di vî warî de çi tedbîrên ber biçav negirtine. Ev rewş birîneke û divê di rojeva me hemîyan de bitin.

Du meh pêş niha li Êraqê hilbijartin pêkhatin. Hem li başûrê Kurdistanê hem li seranserê Êraqê, piranîya gel neçû ser sindoqan û deng nedan. Gelê Başûr û Gelê Êraqê bi giştî ji van rêvebiran nerazî ye û qerta sor nîşanê wan daye. Kî bêji em serkevtî ne, ne rast dibêjin. Hilbijartinê çi çareserî bi xwe re neanîne û heta niha parlamento jî kom nebûye. Lê çî dibe bila bibe hilbijartinek pêkhatîye û hinek kes weke parlamenter hatine hilbijartin. Em jî hemî parlameterên Kurd dixwazin ku li ser xeta neteweyî kar bikin, xwedî gel û berjewendîyên Kurdistanê derkevin û dijê dagirkerîyê xwedî helwest bin û dengê xwe blind bikin.

Gef û êrîşên li ser Şingalê berdewamin. Di roja 05.12.2021an de, Dewleta Tirk bi Dronan êrîşê Xanesorê kirin û Hevserokê Meclisa Xweser ya Şingalê Merwan Bedel şehîd kirin. Piştî wê jî, roja 11.12.2021an de bi firokan êrîşê avahîya Meclisa Gel ya Şingalê kirin. Ev dijmintahîya kûr ya dijê Gelê Kurd e û heman demêde kîna dijê bawermendên Êzidî ye. Ev êrîş ne nûne û berdewama êrîşên DAIŞê ne. Tiştên ku DAIŞê kêm hiştî, Dewleta Tirk dixwazi temam biki. Di vê derêde Hukumeta Êraqê jî hevkare û zemînê ji êrîşên Tirkiyê re xweş diki û bê deng dimîni. Emê weke KNK heta dawîyê xwedî li Şingalê û Gelê Şingalê derkevin û li hember hemî dagirkeran li gel Şingalîyan cihê xwe bigrin. Bi vê munasebetê em carek din Dewleta Tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Ji malbata Merwan Bedel re, ji bawermendên Êzidî re û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Rojava: Li gel hemî gef û êrîşan jî li rojavayê Kurdistanê, eve nîzingê deh sala ye ku rêveberîyek Kurdistanî heye û statûyek fîîlî hatîye avakirin. Sêrîde jibo gelê me yê li Rojava û jibo hemî Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan, ev heyîn ev statû bi qîmete û xwedî nirxekî giranbiha ye. Divê ev heyîn ev statû bê parastin û statûya fîîlî vegure statûyek destûrî. Ev kar û wezîfeya hemî hêzên Kurdistanî ye.

Gef û êrîşên li ser Rojava jî berdewamin. Dewleta Tirk hinek deverên Rojava dagirkirine û hewl dide deverên din jî dagir biki. Herweha gefên Rejîma Sûrî jî berdewamin. Rejîma Sûrî xewnên pêş 2011an dibîni û nayê bazarê û li ser statûya kevin bi israr e. Li hember van gef û êrîşan berxwedana Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî berdewame. Ev berxwedanekî serkevtî û pîroze. Herweha di qada dîplomasîyê de jî, Rêveberîya Xweser hingî diçi zêdetir tê muxatabgirtin û zêdetir tê qebûlkirin. Weke KNK, jibo parastina deskevtên Rojava û jibo destxistina statûyek destûrî, di vî warîde emê jî bi hemî awayî di nava xebatan û çalakîyan de bin.

Asûrî – Suryanî – Kildanî: Gelê Asûrî – Suryanî – Kildanî, gelekî qedîm yê vê axê ye û weke Gelê Kurd û yên din mafdar e. Vî gelî gelek êş û qirkirin jiyan kirîne. Niha jî êrîşên tinekirinê li ser vî gelî têne meşandin. Teybetî hêzên dagirker û hêzên Islamî yên radîkal vî gelî hedef digrin. Van mehên dawî de, li devera Tiltemir ya rojavayê Kurdistanê, gundên Asûrîyan dibin hedefa êrîşên Dewleta Tirk û hevkarên wan. Ev polîtîkayek ya dagirkerên Tirk e û dixwazin ev herêm bêne valakirin û ev gel cih û warên berdi û bilav bibi. Eve demeke dirêje serê sedan slane di vê erdnîgarîyê de hingî diçi nifûsa van hemwelatîyên me kêmtir dibi. Ev jî birînekî ya vê erdnîgarîyê ye. Qedera me hemîyan yeke. KNK di hemî waran de jibo pastina mafên Gelê Asûrî – Suryanî – Kildanî xwe berpirsyar dibîni û çawa xwedî li Kurdan derdikevi heman demê de xwedî li Gelê Asûrî – Suryanî – Kildanî jî derdikevi.

Xalek din ya nîqaşan, qedexeyên li ser tevgera azadîyê û lîsteya terorê bû. Weke hemî rêxistin û sazîyên Kurdistanî KNK jî, ji qedexeyên li ser Tevgera Azadîya Kurdistan û lîsteya terorê zerer dibîne û mexdûr dibe. Vê demê de bi pêkêşîya dostên Gelê Kurd de bi navê Adalet Jibo Kurdan înîsîyatîfek hatîye avakirin û dijê qedaxe û lîsteya terorê kar dike û kampanyayan dimeşîne. Ev înîsîyatîf daxwaz diki ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û qedexe bêne rakirin. Heman demê de li ser banga vê înîsîyatîfê 1000 kesên navdar yên Cihanê, banga “Bila PKK ji Lîsteya Terorê bê Derxistin” îmze kirin û bilavkirin. KNK van kar û xebatan destek diki û vî karî weke karê xwe dibîni.

Xalek din jî ya nîqaşan, rewşa Birêz Abdullah Ocalan û rewşa girtîyên siyasî bû. Weke tê zanîn eve 23 salin Birêz Ocalan di zînadanê de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Jibo rakirina tecrîdê û jibo azadîya Birêz Ocalan, di asta Cihanê de kampanya têne meşandin. KNK xwe weke partnerekî van kampayayan dibîni û cihê xwe di nava van xebatan de digri. Herweha KNK, rewşa girtîyên siyasî yên Kurdistanî jî, ji nîzingve dişopîne û jibo azadîya wan hewl dide.

Em niha sala 2021an xilas dikin û dikevin salekî nû. Bi giştî eger em sala derbazbûyî binirxêninû salekî dijwar bû. Di vê salê de me gelek windayî û bedelên mezin dan. Lê bi berxwedana xwe, me dijmin jî xetimand. Ji alê tekoşîn û berxwedanê ve, em dikarin weke salekî serkevtî navbikin. Em niha ber ber bi salekî nû ve diçin. Tehlîke hene lê derfetên serkevtînê zêdetirin. Em dixwazin sala 2022an bikin sala serketinên mezin. Ev derfet ji hemî deman zêdetirin. Emê gorî vê helwest bigrin û gorî vê bixebitin.

Hilbijartin û kombûna Civata Giştî: Weke tê zanîn KNK her du salan carekî hilbijartinên endaman pêktîne û hemî dem û dezgehên KNKê bi rêya hilbijartinan têne nûkirin. Gorî peymana KNKê, divîya îsal ev hilbijartin pêkbihatan û Civata Giştî (ya 21.) kombibûya. Lê mixabin ji ber sedemên pandemîyê ev kar di wextê xwe de pêknehat. Me pêvajoya hilbijartinan daye destpêkirin. Em hewl didin ku Civata Giştî di meha Gulanê ya 2022an de pêkbê. Eger qedexeyên pandemîyê rabin, emê Cıvata Giştî 21. di meha Gulanê de kombikin. Jibo vê amadekarî têne kirin. Herweha komîteyek hate avakirin ku heta kombûna Civata Giştî, peyman, peyrew û belgeya stratejîk ji nûve destbigri û pêşniyar guhertinan pêkbîni û bêxi berdestê Civata Giştî. Di pêvajoya hilbijartinan de, wê bi hemî partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî re peywendî bêne danîn û li cihê îmkan tê heyî bi kesayetan re jî hevdîtin û kombûn bêne kirin.

Piştî van xalan, li ser plansazîya dema pêş hate rawestandin û palnsazîyek berfireh hate çêkirin. Teybetî hate plankirin ku di vê dema pêşya me de, ji Emerîka heta Rusya, ji Ewropa heta Rojhilatanavîn, hemleyek dîplomasîyê bête meşandin.

Konseya Rêvebir ya KNKê