Konseya Rêvebir ya KNKê roja 28.05.2022 an li navenda KNKê, bi beşdarîya piranîya endaman civîna xwe ya asyaî pêkanî. Girîngîya civînê jiber rûdanên li cîhanê, li herêma rojhilatanaverast û li Kurdistanê taybetmendîyek xwe hebû û pirsên weke şerê Ukrayna-Rusya, endametîya dû welatên Skandînavyan û helwesta Turkîye, êrîşen dagerkirîyê ya dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û gefên hewlên dagerkerîyêke nû li ser rojavayê Kurdistanê rawestîya.
Civînê bi berfirehî li ser rewşa siyasî analiz, nirxandin û minaqeşe kirin. Bi tayebetî bandora şerê Ukrayna û Rusya ku em vî şerî weke şerê cihanî sêyem yê berfirehbûyî bi nav dikin, li ser rewşa siyasî, aborî û ewlekarîya cîhan kirîye rawestîya. Bê şik û gûman bandora şer metirsîdarî li ser herêma Rojhilatanaverast û bi taybetî li Kurdistanê jî kirîye. Di vê çarcevê de dewleta Tirk bi aweyekî bê perwa û bê exlakî dixwaze sûde jê wergire. Li hêlekê dixwaze kû pirsa serlêdana Swêd û Finlandîya bo endamatîya Nato yê bike mijara bazarê li ser pirsa kurd û li gor xwe encamekê bidestxe. Di heman demêde dixwaze li gel Emerîkayê jî bike mijara bazerê, da kû Kurdan bê dost û heval bihêle. Li gel vêyekê jî êrîşen xwe li ser başûrê Kurdistanê, Şengal û wargeha Maxmûre berfireh kirîye û her cûreyên çekan, kû di navde çekên kîmyawî jî bikar tîne. Gef û tehdîdên xwe li ser rojavayê Kurdistanê zêde kirine û amadekerîyên dagerkirîyeke nû dike. Deweleta Tirk dixwaze di bin sîya vê rewşa aloz ya cîhanê sûd wergire û bi her şêwazî êrîşî destkeftîyên Kurd dike, ku bi tundî ji holê rake.
Civîna konseyê bal kişand ser bê istikrarya siyasî ya li tevaya Êraqê, alozyên li basurê Kurdistanê û tehdîtên li ser Şengalê. Peymana 9 cotmeha 2020 ku ji terefê desthilatdarîya PDKê, hukutmeta Mustafa Kezimî û bi tevlêbûna dewleta Tirk, ku gihîştîye astek gelekî metirsîdar ku dixwazin gelê me yê Êzîdî li Şengalê bê statu bihêle, hate rawestîn û da dîyarkirin, ku em bi tê şêwazî çareserîyek bêyî îrade û tevlêbûna gelê me yê Êzîdî qabûl nakin.
Konseya KNKê balkişand ser rewşa Turkiye, bakûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê. Bi taybetî li Turkîye û bakurê Kurdistanê bi ti rengî nirxên demokrasîyê nehiştîye, rejîma diktatör ya AKP-MHP bi aweyekî sistematîk li hemberî gelê Kurd, ziman û çanda wî qedexe dike û hebûna Kurd red û înkar dike. Li rojhilatê Kurdistanê jî bi heman şêwazî zordarîyek tund li hemberî gelê me yê Rojhilat pêk tîne û rewşa rojhilatê Kurdistanê jî gelek aloze. Konsey dixwaze bo raya giştî ya her çar beşên Kurdistanê bide xuyakirin ku em di qonaxek gelekî metirsîdar û hesas de derbas dibin, gef û tehdîdên gelek cidî li hember destkeftîyên me hene û bi pêwîst dizana ku herkes di vê qonaxê de bi mesûlîyetke cidî li erkên xwe xwedî derkeve û bi mesûlîyetî tevbigere.
Weke kû Konseyê berîya nûha jî dabû dîyarkirin ku KNK di pêvajoyeke xwe nûh kirinê de ya û amadekarîyên xwe di her warî de dike. Çi di warê Peyman û Peyrevê de, çi di warê strukturê de be û çi di warê amadekirîyên bo Belgeya Stratêjîk ya KNKê de, hazirîyên xwe careke din di ber çavan re derbas kir. Armancên Konseyê ewe ku Kongreya Netweyî, hîn bi hêztir û temsîlîyeteke hîn berfirehtir da kû hemû katagorîyên civaka Kurdistanî bi her pêkhatîyên xwe pêk bê. Bawerîya Konseyê ewe kû hemû derfet û îmkanên me hene ku vê ya pêk bîne.
Konseyê da xûyakirin kû dê di mehên pêşîya me de, dê cıvata giştî (Kongre) pêk were. Bo vê jî dê endam û organên xwe nûh bike û hemû amadekarîyên xwe dike. Di heman demê de plansazîya kar û xebatê bo dema pêş jî amade kir. Di nava vê plansazîyê de amadekirina çalakîyên jibo 100 salîya peymana Lozan ê jî hate kirin.
Konseyê di dawîya civîna xwe de bi pêwîstî dît û dizane jibo ku em di kar û xebata xwe de bi serkevin, em bi israrin û xwedî îrade ne û ev îrade ligel me heye. Jibo serkeftinê jî gerek herkes bi şêwazekî seferberîyê kar û xebatê bike.
Konseya Rêvebir ya KNK
02.06.2022