Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Konseya Rêvebir ya KNKê

Konseya revebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, li roja 27.09.2020 bi amadebûna giş endamanên xwe, civîna xweya asayî kir. Di civînê da bi şêweyekî berfirehî rewşa siyasî ya li Kurdistan, Rojhilatanavîn û Cîhanê şîrove kir û nirxand. Herwesa ji bo amadekarîya Civata giştî ya vê salê bername rêzî kir.

Tawera sereke ya civînê, taybet bû bi stratejîya dewletên dagîrker yên Kurdistanê, li pêş hemûyan jî ew siyaseta dewleta Tirk ya li herêmê dimeşîne, ya ku weke maşîneyek sazkar li her derê hêrişî destkeftiyên Kurd û kurdistaniyan dike. Di vê çarçoveyî da konseye rêvebir dakokî li ser yekrêziya navxweyî ya kurdan kir û da zanîn ku rewşa li rojhilata navîn bi helwest, pêgeh û berxwedana Kurdistaniyan ve girêdayî ye.

Her kes di wê baweriyê da ye ku li rojhilata navîn guherîn bi rêve ne. Dewletên serdest yên Cîhanê û yên herêmê jî her yekê li gor berjewendî, rol û bandoriya xwe pêşewaziyê lê dikin. Kurdistan jî ji hêla cografî, siyasî, aborî û leşkerî ve, di bazinê van guherînan de ye. Li herêmê, Kurd aktorekî serekîyê guherîna ne. Bona vê yekê li herêmê, her bijarte û alternatîveka çareserîyê û seqamgîriyê, bêyî beşdarîya Kurdan ser nagir e.

Dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye” ji vê qûnaxê re pir watedare, heke Kurd bi hişyarî, hestiyarî û berpirsiyarîyek neteweyî û niştîmanî serederîyê li gel bikin.

Ji ber qeyran û kirîzên navxweyî û derekî, rewşa dewletên dagîrker yên Kurdistanê xerab e. Dewleta Tirk ku neyara herî dijwar û xedara Kurd û Kudistanê ye, di meydana navneteweyî da bûye aktorê têkdan, şer û nearamiyê, ne tenê li rojhilata navîn, belkû li Asiya û Afrîka, Deriyaya Spî û li beşekî Ewropa jî. Dewleta Turkiya weke deshelatek tirsonek, bê wijdan û bê bawerî tê hesab kirin. Li ser asta navxweyî jî, rejîma Tirik bi ser rewşa siyasî û aborîya dijwar da, êrişî xelkê Kurdistanê dike, nûnerên xelkê, siyasetmedar û şoreşgerên Kurd û Kurdistanê desteser dike. Ji hêlek din êrişên leşkerî yên ku dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dayine meşandin û ti encam jê derneketin, hîn zedetir qeyran li wî welatî kûrtir û asêtir kirine. Pêgeha rejîma Tirik jî lawaz kiriye. ji ber vê yekê, hebûn û tinebûna sêkuçika desthilatdariya Erdogan, Bahçelî û Ergenekon ê, bi hebûn û tinebûna bizava rizgarîxwaza Kurd û Kurdistanê ve girêda ye. Berxwedana li bakûrê welat û beşên dî, ji rejîma Tirk re bûye astengek mezin. Serbarê hindê ku rejîm bi teknelojiyayek modern û bi ordoyek mezin li dijî Kurdan şerekî giran û xwînelo dide meşandin, lê ew di rewşek xerab, aloz û tengav de ye. Pilanên wan negihane mebestê û di şer de doriyan. Vê şikestinê derfetek mezin li pêşîya Kurd û Kurdistaniyan vekiriye û bona vê ye Em dibêjin “dem dema azadiyê ye”. Helbet bona ev pêngav serbikeve, pêwîste yekrêzî û hevdengîyek neteweyî jî hebe, wî caxî ev hewe bi tifaq û tebayîya neteweyî wê encamên baş bidest bixe.

Civîna konseya revebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, rewşa li rojhilatê kurdistanê jî nirxand. Ji hêlekê êrişên dewleta Îranê li ser gelê Kurd zêdbûne û ji hêla dî ve jî rewşa xerab ya aborî, jîn û jiyara xelkê herêmê xistiye nava metirsiyek mezin. Xîzanî û nebûnî heta diçe metirsîdartir dibe. Rejîmê bi pilan û bername aboriya rojhilatê Kurdistanê tarûmar kiriye. Ji alîyê serbazî û hêz jî her tê dewlet ji tirsên pêşhate û guherînan rojhelatê Kurdistanê kiriye serbazgeheke mezin. Îro xebat û têkoşan li dijî siyaseta rejîma Îranê, li ser asta siyasî û diplomasî meseleyek jiyanî ye ji gelê Kurd re. Di vê rewşa aloz û dijwar da yekrêzî û yek çeperî ya hêzên siyasî yên li rojhilat pêwîstiyek dîrokî ye.

Rewşa başûrê Kurdistanê jî bi giştî hat niraxandin. Hebûna qeyrana darayî û neçareserkirina pirsgirêkên Baxda û Hewlêrê, nebûna siyaseteke darayî ya zelal û aşkira ji hêla deselatdariya hikûmeta başûrê Kurdistanê ve û lîstik û helwestên nezelal yên hikûmeta navendî li Bexda, pirsgirêk kûrtir û bi zehmettir kirine. Mixabin nakokiyên di nava partiyên desthilatdar yên herêma Kurdistanê da, li Bexdayê rol û pêgeha Kurdan bi hikûmeta navendî re xav û lawaz kiriye. Bona başkirina jîn û jiyara gelê herêma başûrê Kurdistanê û parastina destkeftiyên wê, pêwîste bi zûtirîn dem pêngavên cidî ji çareserkirina van nakokiyan re bên havêtin, herwesa rê li ber propaginde û gunehbarkirina dijhev bê girtin, û jiyana gelê li herêmê bê xweştir kirin. Pêwîste rêz li çalakiyên siyasî û girseyî (cemawerî) bê girtin û rê li ber çalakvanên saziyên sivîl û çalakiyên li dijî dagîrkerîyê weke erk û mafekî neteweyî û rewa bên qebûl kirin û jiyana wan bê parastin. Bona xurtkirina pêgeha hikûmeta hêrêma Kurdistanê di warê mafê mirovan de, pêwîste çalakvanên siyasî yên di zîndanên herêmê da bi zûtrîm dem bên serbest kirin û rê ji ray derbirînê re bê vekirin.

Rojavayê Kurdistanê serbarê hemû dagîrkarî û astengîyan, ber bi pêş ve diçe. Diyalog û ji hev nêzbûna part û alîyên nav rêvebrîya xweser û hîn part û alîyên derveyî rêveberîyê, ya ku di serî de bi destpêşxerîya KNKê dest pê kiri bû, berdewame. Lew em weke KNK hîvîxwazin ev hewl bigehin armancên xwe û daku bêkve li dijî dagîrkariya dewleta Tirk û avakirina rojavayê Kurdistanê pêngavên zêdetir bêne avêhtin.
Di beşekî dî yê civînê da, KNK ê ji ber xebat û keda birêz Abdullah Öcalan ya neteweyî û rola wî ya serekî di damezirandina KNKê de, biryar girt ku tevlî kampaniya azadkirina wî bibe. Diyare çend sendîkayên Birîtanî û hind rêxistinên sivîl yên Cihanê dixwazin di vê qonaxê de, li jêr “dem dema azadiyê ye”, kempînekê li gelek welatên Cîhanê bidin meşandin. KNK bang li hemû Kurdistaniyan dike li her ciyekî ew lê bin piştevaniyê li vê pêngavê bikin û bi girseyî tevlî bin.

Beşekî dî yê rojeva civîna konseyê, li dor amadekariyên bestina bîstemîn civata giştî bû. Mixabin ev sale ji ber pandemîya Koronayê weke salên berê Civata Giştî bi rûberû nayê sazkirin. Hevdîtina fizîkî zehmete, lê civata me ya giştî ya ev sale wê li dawiya meha Oktober/ 2020an bi rê ya Internetê bê sazkirin. Di civînê da gelek danûstandin li ser hat kirin plansazî, amadekarî û biriyarên pêwîst li ser çawaniya li darxistina Civata Giştî ya KNK hatin girtin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
02.10.2020 – Bruksel