Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Konseya Rêvebir ya KNKê

Konseya Rêvebir ya KNKê, roja 21.04.2019an li Bruksel ê li navenda KNKê, civîna xwe ya asayî pêkanî. Di civînê de despêkê rewşa siyasî, bûyerên li Kurdistanê û li Cihanê diqewimin, xeterîyên li ser gel û welatê me, derfetên li pêşya me, bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

Em bi sê serketinên mezin ketin sala nû. Ji bo me sala nû li Newrozê destpê dike. Sêrîde pîrozbahîyên Newroza îsal gelek qelabaliq û gelek bi coş bûn. Beşdarbûn ji salên derbazbûyî zêdettir bû û li her derî peyama berxwedanê derkete pêş. Bi Newrozê re di heman demê de DAIŞ bi temamî hate têkbirin û hemî dever ji destê hêzên DAIŞê hatin rizkarkirin. Ev ne tenê serketineke askerî bû, herweha serketînekî siyasî û dîplomatîk jî bû. Ev zaferek mezin û dîrokî bû. Piştî wê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê de, HDP li Kurdistanê serket, li bajarên mezin yên Tirkîyê jî li îtîfaqa faşîst ya AKP-MHPê da windakirin. Ev serketin û pêşketineke mezine. Em bi vê serketinê rêvebir, kesên hatî hilbijartin, endam û alîgirên HDPê û gelê xwe pîroz dikin.
Li gel vê rewşê, ji alêdin ve Erdogan û hevalbendên xwe yên şerxwaz, hê jî li ser hukumin. Li hilbajartinê de derbe xwarin. Wekî din jî aborîya Tirkîyê hingî diçe ber bi xirabîyê ve diçe. Di asta navneteweyî de jî astengîyên giran derdikevin pêşîya hukumeta Erdogan. Ev pirs û alozîyên giran, ji polîtîkayên dewleta Tirk yên dijê gelê Kurd û ji şerê Kurdistanê derdikevin. Erdogan û hevkarên wî gelê me û hêzên azadîyê ji vê rewşê berpirsyar dibînin. Tê payîn ku êrîşên xwe zêdetir bikin. Ev jî tê wê wateyê ku rewşa heta niha heyî wê kûrtir bibi, alozî û şer jî, wê berdewam bikin. Dewleta dagirker ya Tirk, wê polîtîkay xwe ya dijê gel û şoreşa me, wê şerê xwe yê li Bakur, li Rojava û li Başûr bidomîne. Herweha wê di asta navneteweyî de jî, hemî kartên xwe dijê me kar bîne. Kesek bila hêvîyek din jê neki. Gorî vê rewşê pêwîste hemî hêzên Kurdistanî û gelê me, di nav tekoşîn û berxwedanek mezin de bin. Bila bê zanîn dijminê me, ewqas bi hêz nîne. Li alê eskerî, li alê aborî û di asta navneteweyî de, bi pirsgirêkên mezin re rûbirûye. Li hember vê êrîşkarîya dewleta Tirk, berxwedaneke mezin bê hempa lazime. Ji vê pêştir rêyekî din nîne. Em çiqas berxwe bidin, em çiqas êrîşên wan bişkênin, emê ewqasî nîzingê azadî, aştî û çareserîyê bibin. Ev îmakan ev potansîyela me heye û em bawer dikin ku emê serbikevin.

Niha rojeveke sereke çalakîyên greva birçîbûnê ne. Ji bo peyama azadiya Birêz Ocalan bigihê hemî Cihanê, divê berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê were mezinkirin û pêngava “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin” jî, bi serkeftinê were biencamkirin. Ji bo şkênandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengtiya Leyla Güven destpêkir û niha hejmaran wan ji heft hezeran derbazbûye, em weke bi rêzdarî hemû çalakvanan silav dikin û diyar dikin ku heta dawîyê ligel daxwaziyên wana ne. Ocalan bi bîr û ramanên xwe, bi hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê xebatkir û hêjî dike. Xebata ji bo azadiya Birêz Ocalan jî, ji bo me hemîyan peywirekî herî bingehîn e. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo şkênandina tecrîdê û azadîya Birêz Ocalan tekoşînê bilind bikin.

Li rojavayê Kurdistanê û Surîyê şer û alozî berdewamin. DAIŞ têkçû. Ax û erd di destê wan de nema. Lê weke hêzeke terorê berdewame. Dagirkerîya dewleta Tirk ya li Efrîn û Şehba dewam dike. Muxalefeta Surî bê hêz bûye û ber bi paşerojek nediyar ve diçe. Rejîmê, serwerîya xwe ya li ser axa Surî zêdekirîye. Hêzên navneteweyî heta niha jî li Surî ne. Hinek wan xwedî bername ne, lê bernameyên hinek ji wan jî nediyarin. Gorî vê rewşê divê rêveberîya Bakur û Rojhilatê Surîyê, hem xwe xurttir bike hem jî dîplomasîyek piralî bimeşîne. Hedef ewe ku di avakirina Surîya nû de, divê Kurd û pêkhateyên bakur û rojhilatê Surîyê bibin xwedî statuyek xweser û Surîye jî bibi welatek demokrat. Hedefek sereke jî ewe ku dagirkerîya dewleta Tirk, di zûtirin demê de bê rakirin û deverin dagirkirî bêne azadkirin.

Eve demeke komîta KNKê ya Rojava, ji bo nîzîngkirina partî û rêxistinên Kurdistanî, bi hemî alîyan re hevdîtinan dike û diyaloqekî navxweyî dimeşîne. Amanc ewe ku Lêvegerek Kurdî ya ku li ser navê Kuradan bibe cihê biryarê bê avakirin. Vî warîde kar û xebat berdeamin û gav bi gav pêşdeçûnên baş jî pêktên. Li ser xwestina KNKê, Rêveberîya Xweser biryar da ku eger destur negirtibin jî, ofîsên partîyên endamê ENKSê bêne vekirin. Weke navenda KNKê, serê meha Adarê me xwest em wefdekî bişênin Rojava. Wefda KNKê çû başûrê Kurdistanê û xwest derbazî Rojava bibe. Mixabin li gel hemî hewladanan jî, Hukumeta Herêmê û rêveberîya PDKê rênedan ku wefda me derîyê Sêamalaka re derbaz bibe. Rêyek din jî tune bû. Wefd bê ku biçe Rojava zivirî. Em vê helwestê şermezar dikin. Çi dibe nila bibe weke KNK, emê karên diyalog û yekîtîya di nava mala Kurdî de berdewam bikin.

Piştî referandûmê û karesata Kerkûk û deverên dabirayî, rewşa Başûr xirab bû û heta niha jî başnebûye. Mixabin heta niha hêzên Kurdistanî, bi awayekî serkevtî nehatine ba hev û yekîtîyek weke tê xwestin avanekirine. Eve ji 6 mehan zêdetire hilbijartin pêkhatine, lê heta niha hukumet çênebûye. Hukumeta heyî jî bê bandore û nikare pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî gelek kûrin û eger neyêne çaresekirin, dikarin bibin sedema gelek alozîyan. Peywendîyên bi Bexda yê re jî ne başin, ne yekrû ne û ne li ser bingeha destûrî ne. Ev jî xeterîyên mezin bi xwere tînin.

Li ser vê rewşa nexweş re, dagirkerîya dewleta Tirk jî, serve zêdebûye. Eve ji salekî zêdetire, hêzên dewleta Tirk herêma Biradostan dagîrkirine û her diçe dagirkerîya xwe zêdetir dikin. Li hember vê dagirkerîyê, berxwedana hêzên HPGê berdewam e. Ji xwe gelek deverên din jî, binke û baregehên leşkerî yên artêşa Tirk, eve serê dehan salane li Başûr hene. Gelê me yê Başûr bi giştî ji vê rewşê ne rehete û gelek caran nerazûbûna xwe diyarkirin e. Li herêma Şêledizê serhildanekî mezin li hember dagîrkerîya Tirk pêkhat. Lê mixabin hukumeta herêmê şûna piştgirîya gel biki, li ser çalakvanan de çû û hevaltîya dagirkeran kir. Ev jî rewşê aloztir diki û cesaretê didi dijminan. Bi vê munasebetê em carek din, bang li Hukumeta Herêm û hemî hêzên Kurdistanî dikin kû li hember êrîşkarî û dagirkerîya dewleta Tirk helwest bigrin û li hember êrîşên wan rawestin.
Li Başûr tundûtîjîya li ser jinan berdewame. Ev demeke rêjeya kuştina jinan li Başûr her ku diçe zêdetir dibe. Di vî warîde helwesta hukumet û dezgehên edlî, lewaz e. Ev jî cesaretê dide kujeran. Ev pirsgirêkeke mezine û divê sêrîde hukumet, dezgehê edlî û emnî, bikevin herektê û pêşî li vê rewşa xirab bigrin.

Herweha li Başûr, pirsgirêkên aborî û kêm xizmetî jî berdewamin. Pirsgirêka meaşan bi temamî nehatîye çareserkirin. Li bazarê de giranî heye û piranîaya gelê me di pirsgirêkên aborî re rûbirû ne. gendelî berdewame û heta niha jî vî warî de tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Pirs û pirgirêkên civakî jî hingî diçin kûrtir dibin.

Ji bo başûr ji van pirs û pirsgirêkan dûr bikevi, pêwîstî bi hevpeymanîyek xurt û gohertinên demokratîk hene. Divê keyfîyet, ez ezî û berjewendîyên malbatî û hizbî, li ser berjewendîyên neteweyî re neyêne girtin û herkes rîayetê kanûn û nîzamê bike.

Li rojhilatê Kurdistanê jî, dagirkerî û alozî berdewamin. Rejîma Îranê bi çi şêweyî bi bila bibe, guhertinên demokratîk qebûl nake û mafê gelê Kurd nasnake û sîyaseta xwe ya çewsandinê berdewam dike. Êrîşên li ser kolberan berdewamin û gihiştine asta qetlîamê. Polîtkaya îdamkirina muxalîfan berdewame. Heman demê de pirsgirêkên aborî û bêkarîyê jî, hingî diçin zêdetir dibin. Pirsgirêka bilavbûn û karanîna madeyên hişbir (narkotîk) di nav civakê de berdevame. Rejîma Îranê şûna li hember bilavbûn û karanîna madeyên hişbir tedbîran bigre, ber eks pêşîyê lê vedike. Ev tehlîke mezin li ser civaka me çêdike.

Li gel pirsgirêkên aborî, vê demê de ji ber barana zêde lehî rabûn û bû sedemên karesatekî mezin. Niha pêwîstîya gelê me yê Rojhilat bi alîakarîyê heye. Bi vê munasebetê em carekî din bang li gelê xwe dikin ku xwedî li mexdûrên lehêyê derkevin û alîkarîyê bikin.

Li rojhilat hem pirsgirikên siyasî, hem pirsgirêkên aborî û civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li seranserê Îranê de jî, heman pirsgirêk hene. Roj bi roj nerazîbûna gel zêdetir dibe. Xwestina guhertinan, di seranserê Îranê de her roj zêdetir dibe. Ev rewş heta hetayê vî rengî dewam nake. Îran ber bi guhertinekî ve diçe. Pêwîste hêzên Kurdistanî xwe ji vê rewşê re amade bikin. Dema alozî kûr bûn, xwedî li gel û welat derkevin. Ji bo vê yekê jî, sêrîde divê navxwe de yekîtîyekî pêkbînin.

Gelê me yê Asûrî-Sûryanî-Kildanî jî weke gelê Kurd hem li seranserê Kurdistan û hel li herêmê de, di heman pirsgirêkan re rûberûye. Ji ber êjmara kêm û bawerîyek dînî ya cuda, di bin zextên giran da dimînin. Divê îdareya Başûrê Kurdistanê, îdareya Bakur û Rojhilatê Surîyê, rewşa hesas ya gelê me yê Asûrî-Sûryanî-Kildanî ber bi çav bigrin û zêdetir xwedî li wan derkevin.

Kurdistan bi giştî di rewşeke aloz de derbaz dibe. Îtîfaqa dijminan ya ku dema referanduma Başûr de pêkhatî berdewam e. Me, Kerkûk û deverên dabirayî bi vê îtîfaqê ji dest dan. Herweha di êrîşa Efrînê de jî, ev îtîfaq li ser kar bû. Di dagirkerîya herêma Biradostan û deverên din yên Başûr de jî, li ser kar bû. Ev îtîfaqa dijminan, ji bo me tehlîke û xeterîyan bi xwe re tîne. Lê çiqas di nav xwe de îtîfaqan çêkin jî, nakoyên di nav wan de jî zêdene. Herweha li hundir û li derve weke dema berê xurt nînin. Gelê Kurd jî neyê dema berê ye. Eger em bikarin navmala xwe sererast bikin û yekîtîyek baş pêkbînin, îmkanên serkevtinê ji hemî deman zêdetirin. Di vê demêde ji hemî deman zêdetir, pêwîstîya me bi îtîfaqê heye. Weke KNK, emê vê mijarê weke mijara sereke bi dest bigrin û ji bo yekîtîya neteweyî, emê hemî derfertên xwe bi kar bînin.

Di berdewamîya civînê de gorî rojevê, kar û xebatên sê mehên derbazbûyî, ji teref berpirsyarên komîsyonan ve hatin pêşkirin. Li ser karû xebatan nirxandin hatin kirin û ji bo kar baştir bêne meşandin, pêşniyar hatin kirin û biryar hatin standin. Herweha plansazîya dema pêş hate nîqaşkirin û xebatên dema pêş hatin plankirin. Piştî mehekî din, KNK 20 salîya xwe temam dike. Çalakî û pîrozbahîyên 20 salîya KNKê jî hatin plankirin.

KNK, ber bi cıvata giştî ya 19. ve diçe. Civata Giştî ya îsal wê di meha 10an (Çirîya pêşîn – October) bê çêkirin. Îsal sala nûkirinê ye. Wê endamên KNKê ji nû ve bêne hilbijartin û herweha di Civata Giştî de, sêrîde rêveberî û hemî dezgehên KNKê wê bêne nûkirin.

Amadekarîyên hilbijartinan û amadekarîyên Civata Giştî li ber çavan re hatin derbazkirin û gorî vê, kar hate dabeşkirin.

Civata Giştî û beşdarbûna KNKê, ji hemî hêzên Kurditanî re vekirîye, em dixwazin hemî hêzên Kurdistanî di nav KNKê de cihê xwe bigrin. Bi vê munasebetê em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin û dibêjin “werin beşdarê Civata Giştî ya 19. bibin û cihê xwe di nav KNKê de bigrin.

Bijî Yekîtîya Neteweyî.

Konseya Rêvebir ya KNKê