Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya civîna Konseya Rêveber ya KNK ê Sibat 2022

Konseya Rêveber ya Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê, li navenda KNKê li brokselê, Civîna xwe ya asayî, roja 26ê Sibata 2022 an, pek anî. Di roja 27ê Sibatê de jî Konseya KNKê peşwazî û mêvandarîya şandeka Konseya Katalonyayê kirin û li ser peywendî û hemahengiyên dostane yên di nav bera gelê Katelonî û gelên Kurdistanê da giftûgo kirin.

Di civîna de, xwendin û analîzên li ser peşhateyên sîyasî yên li Cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi giştî û herweha li ser şer û alozîyên ku li Ukraynayê çêbûyî, xwendin û şîrove jê re hatin kirin.

Her çende pêşhateya şerê li Ukraynayê ne di rojeva destnîşankirî ya civînê de bû. Lê jiber kawdan û bandorên wî şerê li ser Kurdistanê jî dike, rojeva sereke ya nirxandinên sîyasîya Cîhanê û Rojhelata Navîn bû ew mijar.

Di mijara Ukranya de KNK wek prensîbên xwe yên bingehîn, li dijî şer û pevçûna ne! Lew KNK di wê bawrê de ye ku pirsgerêk çi dibin bila bibe, tê karîn ku her pirsgrêyek bi rêyên dîplomatîk û dîyalogê ve bêne çareser kirin. Ev şerê li Ukrayna ne di berjewendîya gelan û mirovahîyê ye û dê karesatên mezin li pey xwe bîne! Belkû di berjewendîya hêzên hegemûnxwaz de ye. Di vî şerê wêranker da, KNK alîgirê ti hezêkî nîne. Jiber ku ev şer, şerê hezên desthilatdar û pawanxwazan e û jibo bi destxistin û berfirekirina desthelatdariyên zilhêzane.

Jiber van hokar û rastiyan, KNK bang li sazîyên weke NY (Neteweyên Yekbûyî), YE (Yekîtiya Ewropa), KE (Konseya Ewropa) yê dike; Bi lez, her çend di şiyan da be dawî bi vî şerî bîne, da ku jiyana xelkê sivîl û metirsîyên li ser mirovahiyê bêne parastin.

Hêza ku bê navber li dijî gelê kurd û Kurdistanê şerê tune û qirrkirin û înakrê dimeşîne dewlet û desthelata wê ya regezperestîya Tirkyayê ye! Jiber xeyalxavîya ”Neo Osmanîzm“ ê, ev dewlet jibo şêwandin û neseqamgîrîyê li heremên Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê peş dixe û alozîyan çêdike. Sîyaseta navxweyî him jî dîplomasîya xwe ya derveyî li ser stratejîya mîlîtarîzm û êrîşkarîyê avakirîye. Serbarê ku rejîma desthilatdar ya dewleta Tirk ”AKP-MHP“ her diçe qeyranên aborî, sîyasî û civakî li Turkiyayê kûr û kûrtir dike! Bi hemû rezerv û heyîyên dewletê di şerê li dijî Kurdistanê re di mezaxe û fînanse dike. Dewleta Tirk li sê 3 parçeyên Kurdistanê şerê dagîrkerî û têkbirina destkeftên gelê Kurdistanê dike. Dîsa jî nikarîye û nikarê jî îradeya berxwedan û xweragirîya gelê me bişkîne. Rejîm jibo ku rastîya dijiminîya xwe ya li dijî kurd û Kurdistanê veşêre, hîn alîyên Kurdan jî dike şerîkê xwe. Bi vê sîyaseta xwe dixwaze Cîhanê û hîn kurdan jî bixapîne! Da ku bide xuyakirin ku ew ne li dijminê kurdan e.

Mixabin ew hêzên kurd yên ku hatine xapandin, jibo berjewendîyên xwe yên berteng, beşdarî vê lîstoka dewleta Turk dibin! Çawa di demê ”Lozan“ ê de jî Îsmet Paşayê Tirkan çend kurdek bi xwe re biribûn ”Lozan“ ê û weha peyam da dewletan ku vayae Em dostê kurda ne! Ruhn û eşkere jî bû piştî mohrkirina peymaneya Lozanê, pergala jenosîda kurdan bê navber heya roja îro jî her berdewam dike.

KNK e, di vê bawerê de ye ku kîjan alîyê kurdan rûyê rasteqîneyê kujek û tawanbarê dewleta Tirk bi beşdarî û hevkarîya rastewxwe û ne rastewxwe vedişere, ew roj tê ku li himber dîrokê tewanbar û rû reş be! EM û Cîhan di demekî de ne, êdî ne tenê kurd, belku tevahî Cîhan û mirovahî jî behsa qeyran û bi dawî hatina destihaltdarîya rejîma AKP-MHP ê dikin. Rejîma desthelatdara AKP-MHP yê bi israra dagirkerîyê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê dixwazê rewaca tekbirina xwe nêzîk û nêzîktir bike. Jiber wê jî him di alîyê ekonomîk û sîyasî, him jî di alîye civakî de destê xwe avetîye başûrê Kurdistanê û alozî û na aramî û ne seqamgîriyê li wir jî ber belav dike.

Rewş û pêşhateyên li rojavayê Kurdistanê, piştî erîşa DAÎŞê, rewş hinekî dijwartir bûye. Hewldanên rizgarkirina dîlên DAÎŞ yên li girtîgeha Hasekê konseptek pir mezin bû. Li dijî rojavayê Kurdistanê û bakûr û rojhilatê Sûrîyê, dewleta Tirk di 20ê Çilê 2021an de, bi plana rizagarkirina girtîyên DAÎŞê li Hasekê xwest destkeftî û serwerîya deverê tekbibe û li himber berxwadan û parastina QSDê ew pilana qirêj encam negirt û şkist xwar. Dewleta Tirk bi wê xwest, şerekî berfireh li dijî zemîne û ketwarê rojava destpê bike. Xweya ye ku hê jî hêzên veşartî yên DAÎŞê hene. Ji alîyekê din dewleta Tirk bi rêya „Dron“ an, rojane êrîşan bo ser sîyasîyên kurd û QSDê dikin. Balafirên Tirk bi sîstematîk bi „Dron“ ên xwe yên şer dixwazin tirsê di nava gel de pêşbixin û bi şerekî pîskolojîk û dijwar peşîya li koçberîya xelkê me vekin.

Li başûrê Kurdistanê, bandora tevlihevîya sîyaseta dewleta Fedral ya Iraqê û berbelavîya mala kurdan doxeke bê hêvîbûnê derketiye holê û corek ji sergerdanîya him di nava hêzên siyasî û him jî di nava gel da derketîye pêş. Mixabin, alîyên kurd dewsa neteweyî bifikirin, zedetir berjwendîyên partîyên xwe derdixin peş. Ev jî rêyê fişarê vedike. Hinek ji alîyên nijadperes û şovînîstên Iraqê heta bi rêkarên yasayî jî qeware – difaktoya başûrê Kurdistanê û destkeftên wê bêxe ber hîn çareserîyên ne di berjewendîya tevayî ya armanc û mafên rewa yên Neteweyî û Niştîmanî û çarenivîssaz.

Herweha di mijara paşxistin û pêkînana hukumet û serokkomarîya Iraqê, pewîste ne li gorê berjewendîyên kesokî û partîyên sîyasî, yan jî hêzên derve yên herêmê û welatên derdor û agandayên mezhebî û meremên hegemonî li ser deverê bin. Belku ya fere pêkol bê kirinê ku di encam da bi her corekî be, bila jibo xizmeta gel û niştîmanî be.

Neseqamgîrî di sîyaset û serederîyake ne şefaf û rastgoyane di sekterên rêveberîyê da, valabûnê çe dike! Serencam rê jibo hezên biyanî û maytêker xweş dike da ku dest têwerdanan biken û her tiştek bikeve bin bandor û kontrola wan.
Jiber we jî mînak; Pirsên Êzîdîxan û xelkê Şengalê, bi şev û ro balafirên dewleta Tirk gef û êrîşan li dikin. Di vê pirsa mirovê da, ne hukumeta Iraqê, ne desthilatdariya başûrê Kurdistanê jî, ji xelkê me yê Şengalê xwedî dernakev in! Rewşa gelê me li wê deverê bi giştî hîna jî li jêr gef û metirsîyê de ye.

Herweha, ji egerên biryara dadgeha federal a Iraqê ya derbarê bazara petrola herêma Kurdistanê û îtifaqa 50 salîyê ya bi dewleta Tirk re qeyranên aborî hê kurtir û berfirehtir dibin. Ji bilî ku desthelata başûr bi pilan di hukmraniyeke sîstem polîsî da tê meşandin. Her çend dengên nerazî li hember vê rewş û sîstema desthelatdariya navxwe xurt be jî. Mixabin bi stemkarane li dijî çalakvan, demokratîxwaz û welatparêzan serederîyê dike û zîndanî dike.

Rewşa gelê me li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê di hemû alîyên xwe yên jiyan û jiyarê de ber bi metirsîyên mezintir diçe. Dewleta Îranê bi ti awayî destûr nade gelê me mafên xwe yên çandî, sîyasî bidest bîne. Dewlet her ji girtin – zîndanîkirin û îdam – sêdaredan, a cewan û çalakvan û siyasîyan berdewam e. Bi vê rê û rbazê dewlet dixwaze pêş li daxwaziyên maf û hemû corên azadîyê li gelê kurd û gelên azadîxwazên Îranê bigre. Li hember vê rewşa han a deselatdarî û dagîrkariya dewleta Îranê, pewîste di nav her şert û mercekê, çi dibin bila bibin, gelê me bi giştî û hêzên siyasî yên Kurdistanî bi hev re xwe bi rêxistin bikin û yekîtîya xwe ya Neteweyî û Nîştîmanî bi ava û xurt bikin! Jibo her pêşhateyekê jî amade baş bin.

Mijareke girîng ku di rojeva civîna konseyê de bû cihê niqaş û lêgerînan, ew jî mijara Civata Gistî (kongre) ya mazin ya KNKê bû. Ji raya giştî re hatibû xweya kirin; ku wê Civata Giştî di dawîya heyva Gulana 2022 an de hatibaye encam dan. Lê jiber hin sedemên babetî û locîstîkî û cidî, weke hîn jî dawî li pandemîya „Corona“ yê nehatîye û hîn astengîyên din yên rê û rêvîngîyê têne pêş. Lewra Konseya Rêveber biryar da ku Civata Gistî ya 21 an di rojên ( 23, 24 û 25 îlona 2022) an de wê pik were.

Bi helkefta 8ê Adarê, roja Cîhanî ya Jinan, Konseya KNKê Roja Cîhanî ya tekoşîna Jinan li Jinên Kurd û Kurdistanê û li hemû jinênê Cîhanê pîroz dike.

Konseya Rêvebir ya KNKê
26.02.2022