Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Konseya KNKê

Konseya Rêvebir ya KNKê civîna xwe ya asayî di roja 23ê Îlon 2018an li Brûkselê pek anî. Di civînê de endamên Konseya Revebir ya KNKê bi berfirehî li ser rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rawestîyan.

Ji ber ku dewleta Tirk, li dijî Kurdan dijminatiya stratejîk dimeşîne, hemû hezên herêmî û navdewletî jî, tîfaq an jî pevçûnên sîyasî li gel dewleta Tirk di eksena pirsgirêka Kurd de dimeşînin. Dewleta Tirk, yên ku li dijî Kurdan in wek dost, yên ku dixwazin li gel Kurdan bikevin danûstandinê jî, wek dijmin dihesibîne. Li alîyekî li gel Amerîka û YE; li alîyê din li gel Rûsya, Îran û Iraqê sîyaseta xwe li dijî Kurdan dimenşînê. Di asta neteweyî de jî dixwaze Kurdan li dij Kurdan bi kar bînê. Di vê yekê de jî Başûrê Kurdistanê kiriye parçeyê pîlot ji bo peşîgiritina yekîtiya Kurd û Kurdistanê. Bi pêşxistina parçekirina sîyaseta Kurdan ve, gav bi gav Başûrê Kurdistanê jî dagirdike.

Di van demên dawî de jî, dixwazi Îranê û Iraqê jî, li dijî gelê Kurd sor bike. Îran, ji ber ku niha di bin zexta sîyaseta navdewletî de ye, dixwaze ji nexweşîya dewleta Tirk ya antîkurd sûdê verbigre û erîşên xwe li ser Kurdan zêde dike. Pewîste êdî hemû dewlet Kurdan wek berê bê alterantîf û çareserî nebînin. Di mînaka dewleta Tirk de pir bi zelalî eşkere bû ku hemû hêzên dijberên Kurd mahkumê hilweşandinê ne. Yên ku li gel projeyên demokratîkbûnê piştgiryê didin Kurdan jî, wê ser bikevin. Ji bo Rojhilatê Kurdistan îro zedetir pewîstîya avakirina yekîtîya gelê me heye. Bi yekîtîya neteweyî û di asta Îranê li gel hemû pêkhateyan, Kurd dikarin bibin hêza yekem ya demokratîkkirina Îranê.

Sedema êrişên dewletên dagirker, bêhêzbûna wan e. Tirsa têkçûyîna xwe, bi wan êrişan dixwazin veşêrin. Beramberî çareserîyên demokratîk yên Kurdan, êdî nikarin cîhanê jî, îqna bikin.
Dewletên Tirk û Îranê, ne tenê di asta leşkerî de, di asta sîyasî, civakî û aborî de jî, di nav qeyraneke dijwar de ne. Dewleta Tirk li her derê Kurdistanê di nav şerekî leşkerî de ye û wek dewleta serkêş a li dijî Kurd, qeyrana xwe ya aborî êdî nikare çareser bike. Hemû derfetên aborî yên dewletê ji bo bihêzkirina artêşa xwe bi kar tîne. Ji bo ku karibe şerê xwe bidomîne, niha jî dîsa çavê xwe berdaye derfetên aborî yên dewletên Ewropî. Konseya Revebir ya KNKê banga hezên siyaset û dîplomasîya Kurdan dike, wan dewletan îqna bikin, da ku heya Tirkiye stratejiya xwe ya şerxwaz ranewestîne, alîkarî nedinê û nebin şirîkê komkujîya Kurdistanê.

Îro pir zelal dîyar e ku dagirkerên Kurdistanê, êdî hêz û derfetên wan ji bo destkeftiyên Kurdan bişkênin pir lewaz in. Mixabin sedema ku ew dewlet wek dagirker xwe li ser Kurdistanê ferz dikin, parçebûna siyaseta Kurdan e. Ew pirsgirêk niha zêdetir li Başûrê Kurdistanê rû dide. Sîyaseta desthilatdar ya Başûrê Kurdistanê, ne tenê xwe bi sînorên parçebûnê teng digre, di nav Başûr da jî, xwe bi hîzb/partîyên xwe ve, xwe sînordar dike. Niha ji ber wê sedemê xeterî heye ku Kurd li Iraqê jî, destkeftîyên xwe yên wek erka serokkomariyê winda bikin. Heger siberojê serokkomarî ji destên Kurdan bê girtin, berpirsîyarên vê yekê her dû hezên sereke, yên ku nikarin sînorê hîzbitiyê derbas bikin ewin. Windakirina bandora sîyasta Kurdî li Iraqê, rê ji bo desthilatdarîya pan-arabîsmê jî wê vebike. Parastina para Kurdan di sîyaseta Iraqê de pirsgirêka hîzban nîne, ev pirsgirêk, tevahiya gelên Başûrê Kurdistanê eleqeder dike û her wiha pirsgerikek neteweyîye jî. KNK bang li hezên Kurd ên Başûrê Kurdistanê dike, bi zanebûna sîyaseta neteweyî û demokratîk li Iraqê bi hev re tev bigere.

Her çiqas dewletên dagirker şerê xwe li ser Kurdistanê bimeşînin jî, Kurd îro di asta Rojhilata Navîn de wek hêza pêşeng ya demokrasî û dostanîya gelan, bûye xwedîyê nasnameyeke nû. Êdî peyva Kurd û ya demokrasiyê ketine nav hev. Hêzên desthilatdarên ku demokrasî û hevjiyana gelan naxwazin, bi şêwazên curbecur dixwazin di nav gelan de pevçûn û parçebûnê bi pêş bixin. Îro Bakur-Rojhilatê Sûrîyê di pêşxistina sîyaseta demokratîk û wekheviya gelan de bûye nimûneyeke cîhanî. Loma hezên derveyî, bi nijadperestî, neteweperestî û bi provokasyonan dixwazin bi taybet nîfaqa navbera gelê Kurd û Aşûrî têk bibin. Rejîma Sûriyê û hevalbendên wê bi provokasyonan ev demek e, erîşî ser Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê dikin. Him rêvebirîya demokratîk a xweser, him jî KNKê gelê Aşûrî-Sûryanî-Keldanî wek gelên kevnar yên mezopotamyayê dibîne. Hemû mafên ku Kurd ji bo xwe dixwazin ji bo hemû pekhateyên Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dixwazin. Em banga rêxistin û rêveberên gelên me yên Aşûrî-Sûryanî-Keldanî dikin ku pêşîya provokasyonên rejîma Sûrî û hêzên derveyê welat bigrin.

Civîna Konseya KNK her wiha li ser rêxistinkirin û plansazîya 18. Civata Giştî ya KNKê ya di dawîya meha Cotmehê de jî rawestîya. KNK, di çerçova daxwazên gelên Kurdistanê de, di Civata xwe ya 18. de wê bikeve nava pênagaveke nû, da ku karibe derfetên ji bo xurtkirina hêza yekîtîya neteweyî bi pêş bixwe.

KNK Encamname KNK 180923 SORANI
Konseya Rêvebir ya KNKê