Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna (21.) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Jiber pandemîya Koronayê, eve demeke civînên rûbirû yên komîteyê pêknedihatin. Komîteyê hêdî dest bi civînên xwe yên rûbirû kirîye û bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 18.06.2022an, civîna xwe ya bîstûyekemîn li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojava, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, şerê Rusya û Ukrayna, di firehkirina NATOyê de helwesta dewleta Tirk, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, karên di salvegera Peymana Lozanê de bênekirin jî hatin plankirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

1-Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatan de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li başûra Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demêde rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

2-Rojekî pêş civîna me, 17.6.2022an de li herêma Kifrî, hêzên dewleta Tirk bi dronan êrîşî erebeyekî kirin. Di encama êrîşê de, Cigirê Hevserokatîya Konseya Rêvebir ya Bakur û Rojhilatê Surîyê Birêz Ferhad Şiblî jî di navde, 4 kes şehît ketin. Civîn li ser vê êrîşê, carek din dewleta Tirk bi tundî şermezar û mehkum dike, ji gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan re sersaxîyê dixwaze.

3-Di şerê dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta Tirk, di êrîşên xwe de çekên qedexe çekên kîmyewî kartîne. Heta niha gelek şervanên azadîyê bi çekên kîmyewî şehîd ketîne. Civîn sêrîde NY û OPCW, bang li hemî sazîyên peywendîdar yên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bîdeng nemînin û dijê karanîna çekên kîmyewî derkevin. Herweha civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagîrîyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.

4-Êraq di nava alozîyek mezin de ye û li ser hilbijartinan re 9 meh derbazbûne, lê heta niha serokkomar nehatîye hilbijartin û hukumet çênebûye. Peywendîyên hukumeta navendî û rêveberîya Herêma Kurdistanê jî, wekî tê xwestin nînin û alozin. Erîşên dewleta Tirk û yên Îranê, wlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li başûra Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

5-Şingal ji gelek alan ve di bin êrîşandeye, divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.

6-Zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Rojane kolber têne qetilkirin, girtiyên siyasî têne îdamkirin, siyaseta bêdengkirina gel û asîmîlasyonê tête xurtkirin. Van rojên dawî de li hember nerazîbûnên gel, rejîma Îranê li Kurdistan û seraserê Îranê, gelek kes girtine. Heta niha li rojhilata Kurdistanê 44 mamosta û 17 çalakvanên medenî hatine girtin û ev kampanya girtinan berdewame. Em zext û êrîşên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê û yên gelên Îranê destek dikin.

7-Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava derkevîn, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

8-Dewleta Tirk li bakura Kurdistanê êrîşê hemî deskevt û nirxên gelê me dike. Li alîkî bi hêzên xwe yên çekdar êrîşê gel û şervanên azadîyê dike, li alê din her roj grub grub sîyasetvanên Kurd digre û zîndanî dike. Rojên dawî de, bi sucdarkirinên ne rast û derew, girtina 16 rojnamevanên Kurd li Amedê, vî warîde amanca hov ya dewleta Tirk, carek din xiste ber bi çavan. Ji bo ev rewş di qada navneteweyî de baştir bê zanîn û li hember polîtkayên dewleta Tirk helwest bê girtin, civîn xwe erkdar dibîne.

9-Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîya Kurdistanê bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Di heman demê de, li ser xebatên 99. û 100. salvegera Peymana Lozanê, hate rawestan, komîteya xebatên sedsalîyê hate firehkirin û plansazî hate çêkirin.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistani