Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna (19.) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 03.11.2019an, civîna xwe ya nozdehemîn li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava, dengvedana berxwedana Rojava di qada navneteweyî de, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha rewşa Rojhilata Navîn, bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê, rojeva sereke ya civînê bû. Teybetî êrîş û dagîrîya dewleta Tirk, suçên şer û sûçên dijê mirovahîyê yên ordîya Tirk û hevkarên wê, bûne rojeveke sereke. Di vî şerî de rol û helwesta hêzên Cihanî, hêzên herêmî û helwesta reya giştî ya navneteweyî, bi awayekî teybet hate nirxandin. Li hember êrîş û dagîrîya dewleta Tirk, xwedî derketina berxwedana Rojava ji teref hemî gelê Kurdistanê û hemî hêzên Kurdistanî ve, weke gaveke mezin ya yekîtîya neteweyî hate nirxandin û hate silavkirin. Herweha peywendîyên di nava partî û rêxistinên Rojava, hewldanên KNKê yên ji bo yekrêzîya hêzên Kurdî yên Rojava, hatin nirxandin, hatin destekkirin û berdewamîya wan xebatan hate xwestin. Ji bo piştgirîya navnetweyî ya li hember êrîş û dagîrîyê bête xurtkirin, herweha ji bo deskevtîyên Rojava bêne parastin, di asta dîplomatîk de biryara berdewamkirina rêze hevdîtînan li welatên cûrbecûr hate dayîn.

Li ser rewşa Başûr û Êraqê, peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê, boyerên li deverên dabirayî diqewimin, xirabkirina demografîya deverên dabirayî, teybetî rewşa aloz ya Êraqê û gengeşîyên derbarê statûya Federal ya Herêma Kurdistanê, nîqaşên berfireh pêkhatin. Rewşa Şingalê, bi awayekî teybet hate rojevê, parstina bawermendên Êzidî û avakirina statûyek xweser li Şingalê, bo beşek ya plansazîyê.

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hate nirxandin. Teybetî sêdaredana zîndanîyan û êrîşên li ser kolberan, bi giştî zext û kiryarên xirab yên Îranê, krîza di navbera Emerîka û Îranê û bandora wê li herêmê û li Kurdistanê, weke rojeveke sereke hatin destgirtin.

Li ser rewşa Bakur, êrîşên dewleta Tirk yên li ser gel û deskevtîyan, teybetî destdanîna li ser şaredarîyên bajarên Kurdistanê, bi berfirehî hatin nirxandin. Di vî warî de bi palansazîyek teybet ya rêze hevdînên dîplomatîk hate çêkirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

  1. Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatê de ye. Pîştî Cerablûs û Afrînê dewleta Tirk êrîşê herêma Cizîrê kir û Grêspî û Serêkanîyê jî dagîrkir û gav bi gav dagîrîya xwe zêdetir dike. Ev dagîrî ne tenê li Rojava ye, heman demê de li Xakûrkê ye, li Başîka, li Şingal, li Kerkûkê û li gelek deverên dine jî. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye. Civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember vê dagîrîyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.
  2. Civîn, berxwedana hêzên QSDê yên li hember êrîşên artêşa Tirk silav dike, destek dike û pîroz dike. Herweha civîn di şexsiyeta şehêdên vê pêvajoyê de, hemî şehîdên Kurdistanê bîr tîne û li ber bîranîna wan rêz digire.
  3. Civîn, helwesta gelê Kurdistanê ya li hember dagîrîya dewleta Tirk weke bingeha yekîtîya neteweyî di nirxîne, teybetî boykotkirina kel û pelên Tirkî ku li Başûrê Kurdistanê destpêkir û bilav bû, silav dike û bang li gelê Kurd û dostên Kurdan dike ku vê boykotê di hemî warên jiyanê (mal û berhemên Tirkî, turîzm û hwd.) de xurttir bikin.
  4. Civîn, yekrêzîya di nava mala Kurdî de giring dibîne û hemî karên di vî warî de destek dike. Civîn, di vî warî de hewladanên KNKê yên ku dixwaze hemî partî û rêxistinên Kurdistanî yên Rojava bîne bahev û di asta Rojava de desteyekî yekgirtî (Lêvegerek Kurdî) pêkbîne, destek dike.
  5. Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakurê Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava derkevîn, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.
  6. Ji bo çêkirina destûrek nû ya Sûrîyê, li bajarê Cenevre yê komîta destûrê hatîye komkirin. Lê rêveberîya Bakur û Rojhilatê Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûrîyeyê, wê van encaman nasnekin.
  7. Ji bo li hember dagirkerîya dewleta Tirk helwesteke xurttir ya navneteweyî derkeve holê, biryar hate standin bi navê Komîta Dîplomasîya Hevbeş rêze hevdîtinên dîplomatîk li welatên cûrbecûr bêne çêkirin, ji sazîyên navneteweyî û dewletên peywendîdar re name bêne şandin.
  8. Dewleta Tirk li bakura Kurdistanê êrîşê hemî deskevt û nirxên gelê me dike. Li alîkî bi hêzên xwe yên çekdar êrîşê gel û şervanên azadîyê dike, li alê din desdatîne ser şaredarîyên bajarên Kurdistanê û li alê din jî her roj grub grub sîyasetvanên Kurd digre û zîndanî dike. Ji bo ev rewş di qada navneteweyî de baştir bê zanîn û li hember polîtkayên dewleta Tirk helwest bê girtin, bi welat û sazîyên navneweyî re rêze hevdîtin hatin plankirin.
  9. Dewleta Tirk, hemî rêxistin û siyasetvanên Kurdan weke terorîst nav dike û êrîş dike. Lîsta terorê ya Emerîka û Ewropa meşruîyetekî dide êrîşên dewleta Tirk û hemî Kurdan jî mexdûr dike. Ev lîste gorî berjewendîyên dewletan bi biryareke siyasî, li ser bingeha neheqî û bê edaletîyê hatîye çêkirin. Divê hemî hevdîtinên dîplomatîk de lîsta terorê, weke belgeyek neheq û bê huqoq bête dîtin û ji bo ev lîste bête sererastkirin kar bêne meşandin.
  10. Zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Rojane kolber têne qetilkirin, girtiyên siyasî têne îdamkirin, siyaseta bêdengkirina gel û asîmîlasyonê tête xurtkirin. Em zext û êrîşên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê destek dikin.
  11. Em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku nakoyên di nav xwe de bidin alîkî û yekîtîyek xurt dinav xwe de pêkbînin û rewşa Îranê bi baldarî ji nîzikve bişopînin û xwedî li gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê derkevîn.
  12. Li başûrê Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigrin û dev ji polîtîkayên dema Baesîyan berdin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û zîyana wan bêne tezmînkirin.
  13. Êraq di nava alozîyek mezin de ye û roj bi roj xwepêşandanên dijê hukumetê zêdetir dibin. Hinek derdorên şovenîst dixwazin vê krîzê weke derfet kar bînin û destûrê bi awayeke ne demokratîk biguherin û mafên gelê Kurd yên destûrî lewaz bikin. Ev rewş û ev xwestekên vî rengî bi çi şêweyî nayêne qebûlkirin.
  14. Dagirkerîya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskevtên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin
  15. Ji bo zulma DAÎŞ ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîrîya keysa Êzîdîyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şingal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
  16. Deryê sînor yê di navbera Şingal û Rojava de, ji bo pêwîstîyên gelê Şingalê giringe. Civîn bang li hukumeta Êraqê dike ku ev dergeh neyê girtin û vekirî bimîne.
  17. Em piştgirî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Asurî – Suryanî –Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
  18. Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasîyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasîyê de xetên sor yên berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzin.
  19. Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîyê bikin.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Herweha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîtê, avakirina komîtên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîtê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin. Weke di nîqaşan de jî hatî diyarkirin, plansazîyê de jî rewşa Rojava derket pêş.

Encamnameya Civîna 19. ya Komîteya Dîplomasîya Hevbeş, SORANI. doc

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

07.11.2019, Bruksel