Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna (18.) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 22.06.2019an, civîna xwe ya hejdemîn li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha rewşa Rojhilata Navîn, bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê, teybetî rewşa êrîş û gefên li ser herêmê û bi giştî krîza Sûrî, peywendîyên di nava partî û rêxistinên Rojava, piştî têkbirina DAIŞê rewşa herêmê, rojevekî sereke ya civînê bû. Ji bo deskevtîyên Rojava bêne parastin, di asta dîplomatîk de berdewamkirina rêze hevdîtînan hate dayîn.
Li ser rewşa Başûr û Êreqê, peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê, bi teybetî boyerên li deverên dabirayî diqewimin, xirabkirina demografîya deverên dabirayî, ji bo xwedî derketina gel û deskeftîyan, dagirkerîya Dewleta Tirk ya li Başûr, nîqaşên berfireh pêkhatin. Rewşa Şingalê û deşta Neynewa, bi awayekî teybet hate rojevê û bi hemî awayî ji bo xwedî derketina bawermendên Êzidî û gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî, bû birayara civînê.
Rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hate nirxandin. Teybetî sêdaredana zîndanîyan û êrîşên li ser kolberan, bi giştî zext û kiryarên xirab yên Îranê, krîza di navbera Emerîka û Îranê û bandora wê li herêmê û li Kurdistanê, weke rojeveke sereke hatin destgirtin.

Li ser rewşa Bakur, êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk ya li Rojava û Başûr, teybetî êrîşên li ser herêma Xakûrkê, hilbijartinên bajarê Stembolê, bi awayekî teybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin. Heman demê de serkeftina çalakîyên grevên birçîbûnê û bi vêve girêdayî şkênandina tecrîda li ser Brêz Ocalan, hevdîtinên bi Brêz Ocalan re tê meşandin û encamên wê yên muhtemel, bi awayeke berfireh hatin nîqaşkirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dagirkeran dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatê de ye. Ev demeke êrîşê başûrê Kurdistanê dike û roj bi roj dagirkerîya xwe ya li Başûr zêdetir dike. Ev dagirkerî ne tenê li Xakûrkê ye, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûkê û li gelek deverên dine jî. Civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember vê dagirkerîyê derkevin û helweteke neteweyî bigrin.

Civîn, berxwedana Gerilla yên hember êrîşên artêşa Tirk silav dike, çalakîyên mertalên zîndî yên ciwanên Başûr û Pêşmergeyên Dêrîn, kampanyayên ronakbîran û hemî çalakîyên dijê dagirkerîyê destek dike û pîroz dike. Pêwîste ev çalakî zêdetir bibin û bêne xurtkirin.

Ji bo li hember dagirkerîya dewleta Tirk helwesteke neteweyî derkeve holê, civînê biryar da ku bi beşdarbûna kesayet û nûnerên partî û sazîyên Kurdistanî, di nava mehekî de li Brukselê, şêwreke neteweyî pêkbîne. Herweha biryar hate standin ji bo ev rewş bikeve rojeva navneteweyî, bi navê Komîta Dîplomasîya Hevbeş rêze hevdîtinên dîplomatîk bêne çêkirin, ji sazîyên navneteweyî û dewletên peywendîdar re name bêne şandin.

Bi serketina çalkîyên greva birçîbûnê, tecrîda li ser Birêz Ocalan hate şkênandin û herçiqas weke tê xwestin nebe jî, piştî çar salan peyamên Birêz Ocalan têne bilavkirin. Civîn, deklarasyona 7 xale ya 2ê Gulanê ya Birêz Ocalan, ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd giring dibîne û bang li dewleta Tirk dike ku carek din bizivire ser maseyê muzakereyê û pirsgirêka Kurdî bi riya aştî û demokrasîyê çareser bike.

Zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Rojane kolber têne qetilkirin, girtiyên siyasî têne îdamkirin, siyaseta bêdengkirin gel û asîmîlasyonê tête xurtkirin. Em zext û êrîşên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê destek dikin.

Îran di nava qeyranek de derbaz dibe. Ambargo û dorpêça liser Îranê zêdetir dibe. Di vê rewşêde pêwîste hêzên Kurdistanî, rewşa Îranê bi baldarî ji nîzikve bişopînin û xwedî li gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê derkevîn.

Bi vê munasebetê em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku nakoyên di nav xwe de bidin alîkî û yekîtîyek xurt dinav xwe de pêkbînin. Herweha em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li rojhilatê Kurdistanê derkevin û piştgirî bidin gelê me yê li rojhilat.

Başûrê Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaz dibe. Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi elternatîveke demokratîk heye. Pêwîste hukûmeteke wêrek û perlementoyek bi îrade li ser karbin û sîstemek demokratîk bê avakirin.

Li başûrê Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigrin û dev ji polîtîkayên dema Baesîyan berdin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û zîyana wan bêne tezmînkirin.

Dagirkerîya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskevtên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin. Mixabin di vê adgirkerîyê de hinek hêzên Kurdistanî rê ji dagirkeran re xweş dikin. Em polîtîkaya Hukumeta Herêmê ya derbarê dagirkerîya dewleta Tirk de di cih de nabînin, ev polîtîka di berjewendîyên gelê me de nîne û em ji hukumeta Herêmê dixwazin ku bi hemî awayî dijê dagirkerîyê derkevi.

Li seranserê Rojava, li Şingalê, li derdora Kerkûkê û bi giştî deverên dabirayî yên başûrê Kurdistanê, bi şewatindina dexl û danan şereke aborî dijê gelê me tê meşandin. Tê xwestin ku gelê me bêçare bimîne û cih û warên xwe terk bike. Di pişt vê polîtîkayê de hêzên dagirker hene. Civîn, bang li rêveberîya Rojava û Başûr dike ku di vî warîde tedbîrên xurttir bigrin, xwedî li gel derkevin, gorî imkanan zerer û ziyana mexdûran tezmîn bikin.

Em êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, gef û tehdîtên wê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel rêveberîya Rojava cihê xwe digrin. Sêrî de berxwedêrên Efrînê û hemî hêzên parastinê silav dikin.

Em hevldanên dewleta Tirk û hevkarên wê, yên ku dixwazin demografîya Efrînê xirabikin û biguherîn, bî tundî şermezar dikin û bang li hêzên peywendîdar dikin da ku di vî warîde xwedî helwestbin. Herweha xwedî derketîna koçberên Efrînê, teybetî gelê me yê ku niha qempên Şehba de dimînin, karekî me yê serekeye ku em piştgirîya navneteweyî ji bo wan pêkbînin.

Civîn, yekrêzîya di nava mala Kurdî de giring dibîne û hemî karên di vî warî de destek dike. Civîn, di vî warî de hewladanên KNKê yên ku dixwaze hemî partî û rêxistinên Kurdistanî yên Rojava bîne bahev û di asta Rojava de desteyekî yekgirtî (Lêvegerek Kurdî) pêkbîne, destek dike.

Gef û êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya serekeye û ji bo ji navbirina van êrîşan, karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevanîya rêveberîya Bakurê Sûrîyê bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya rêveberîya Bakurê Surîyeyê bêne xurt kirin.

Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakurê Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye.

Li ser pirsgêrêka Surî li bajarên Cenevre û Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan (rikberiyan) de hevdîtîn têne çêkirin. Lê rêveberîya Bakurê Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûrîyeyê, wê van encaman nasnekin.

Bi hezaran girtîyên DAIŞî niha di destê Rêberîya Bakur û Rojhilatê Surîyê de ne. Van kesan tewanên (suc) dijê mirovatîyê kirine û pêwîste ev girtî bêne darizandin. Em biryara Rêberîya Bakur û Rojhilatê Surîyê, ya ku dixwaze li Rojava dadgeheke navneteweyî ava bike û van girtîyan mahkeme bike, deste dikin. Herweha em bang di sêrîde li Koalîsyona Navneteweyî ya Dijê DAIŞê û Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku ji bo darizandina girtîyên DAIŞî, destek bidin Rêberîya Bakur û Rojhilatê Surîyê û dadgeheke navneteweyî li Kobanê avabikin.

Ji bo zulma DAÎŞ ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîrîya keysa Êzîdîyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagirkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şingal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.

Deryê sînor yê di navbera Şingal û Rojava de, ji bo pêwîstîyên gelê Şingalê giringe. Civîn bang li hukumeta Êraqê dike ku ev dergeh neyê girtin û vekirî bimîne.

Em piştgirî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Asurî – Suryanî –Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.

Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasîyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasîyê de xetên sor yên berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzin.
Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîyê bikin.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Herweha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîtê, avakirina komîtên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîtê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
28.06.2019, Bruksel