Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civata Gîştî ya 19mîn ya KNKê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, îsal 20 salên xwe temam kir. Di van 20 salan de, KNKê ligel hemû pêşketin û alozîyên li Kurdistan û li Rojhilata Navîn, hebûna xwe bi awayekî pêşketinî parast. KNK, ev bîst salin ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê, bê navber dixebite û bûye navendeke xebatê ku ev helwest di rojeva civak û siyaseta Kurdistanê de herdem zindî bimîne. Keda bi hezaran beşdaran ya di nava van bîst salan de, KNKê di Kurdistanê de cih û giringiyeke taybet girt. Her weha di van salên dawiyê de, ne tenê li derveyê welêt, binesazîya xwe li Başûr û Rojavaya Kurdistanê jî damezirand û xurtkir. Bi şêwir û nîqaşên yekîtiya neteweyî ve kete xizmeta Bakur û Rojhilata Kurdistanê jî. Di nav nîqaş û karên yekîtîya neteweyî de, bi rîjeyeke mrzin beşdarbûna jinan di KNKê de, girîngyeke mezin da deng û rengên jinan, ta ku ew di nav sîyaseta neteweyî de cih bigrin û şax vedin. Di vî warî de, bi peşengiya KNKê konferansên yekîtîya neteweyî yên jinên Kurdistanê hatin lidarxistin.

KNKê ne tenê pirsgirêkênn kurdan, di heman demê de pirsgirêkên gelên Asûrî/Sûryanî/Kildanî, Ereb, Turkmen, Çeçen hwd. kir mijara rojeva xwe.

Dîn û baweriyên li Kurdistanê yên wek Êzîdî, Elewî, Şîe û hemî mezhebên Islamê, Mesîhî, Yaresanî, Zerdeştî, hwd. bi hewlên KNKê, di siyaseta Kurdistanê de bûn xwediyê biryar û cihekî girîng.

KNK girîngiyeke mezin dide ziman û zaravayên Kurdî. 15 gulanê wek roja cêjna zimanê Kurdî ji aliyê KNKê ve hatiye îlankirin û ev roj ji aliyê hemû sazî û rêxistinên curbecur yên Kurdî ve jî hatiye pejirandin.

KNKê bi munesebeta komkujiyên li ser Dersîm, Maraş, Halepçeyê û jenosîda li ser Kurdên Feylî, konferansên navneteweyî li dar xistin û her weha ji bo bala raya giştî ya cihanê bikişînin ser van komkujiyan xebatên dîplomatîk û huqûqî meşandine.

Di asta dîplomasîya navneteweyî de, KNK îro xwedîye cîhekî cîdî û girîng e. Di asta dîplomasiya cihanê de li gelek deveran weke nûnera siyaseta Kurd tê pejirandin. Jixwe di nav siyaseta Kurdistanê de jî, hevsengiyê pêk tîne. KNKê kom û rêxistinên sîvîl tev li gengeşiyên siyaseta neteweyî kir. Ev jî xuya dike ku KNKê gel û siyaset anîne cem hev.

KNKê li ser bingeha van destketiyan, 19mîn Civata xwe ya Giştî, di 20 salîya xwe pêkanî. 19mîn Civata Gîştî ya KNKê bi beşdarîya zêdetirî 350 endam û mêvanan di rojên 18, 19 û 20ê Cotmeha 2019an de, li Hollandayê pek hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji seranserê Ewropa, ji Emerîka, ji welatên Sovyeta berê, ji Rojhilata Navîn, ji Avustralya nûnerên partî û rêxistinan û endam, di civînê de amadebûn. Di Civata Gîştî de gelek mêvan jî, ji Rojava û başûra Kurdistanê beşdar bûn. Her weha hinek partîyên Kurdistanî cara yekemîn beşdarê Civata Giştî bûn û destek dane KNKê. Daxwaza beşdarbûna civînê û endametîya KNKê îsal ji her salî zêdetir û bi coştir bû.

19mîn Civata Giştî ya KNKê di nav mercên şerekî dijwar de ku dewleta tirk erişî ser Rojavayê Kurdistanê, Bakûr-Rojhilata Sûriyê dikir, hat lidarxistin. Ji ber vê sedemê erîşên dagirkerî yên dewleta tirk li ser Rojavaya Kurdistanê bûn mijara sereke ya Civata Gîştî. Hemû beşdarên Civata Gîştî, şerê dewleta Tirk ya dagirker yê li ser Rojava, wek erîşeke li ser hemû nirx û destketiyên kurd û Kurdistanê nirxandin. Partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên civakî yên beşdarî Civata Giştî bûbûn, hemû nakokiyên navbera Kurdan dane alîkî û helwesteke neteweyî nîşan dan. Hemûyan bi yek dengî digohtin: “Azadî û statûya Rojavaya Kurdistanê, pêşeroja me hemî Kurdistaniyan e.”

Gelê Kurd, îro bi têkoşîna xwe ya bê hempa ya ji bo nasname, azadî û statûya xwe ya siyasî, bûye rojeva sereke ya Cihanê. Têkoşîna Kurdan ya azadîyê bûyê wek sembola exlaq û wîjdana mirovahiyê. Bi taybet xwedîderketina têkoşîna azadîyê ya Rojavaya Kurdistanê, edî ji sînorê Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbaz kirîye û bûye malê Cihanê. Li her çar alîyên Cihanê gel dibêjin “Rojava ya me ye – em Rojava ne!”

Dewleta Tirk li dijî gelê mê û hemû deng û rengên Rojava şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta Tirk ya li ser Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê mêze dike, pir zelal diyar e ku ew dixwaze kêys û fersenda Mîsak-î Mîllî ya sala 1919an bi dest xwe bixe. Di plansaziya wan de armanca cîbicîkirina nexşeya Mîsakî Mîlliyê heye û ji bo vê jî komkujiya Kurdan, ji xwe re rewa dibînin. Serokomarê dewleta Tirk eşkere dibejê heya sala 2023an, yanê di 100mîn salvegera avakirina Cumhuriyeta Tirkîyê de, ez ê Tirkîyê mezin bikim. Ez ê sînorê Tirkiyê berfireh bikim. Çawa di şerê Cîhanê yê yekemîn de, avakirina netewe-dewleta Tirk li ser komkujiya mîlyoneke û nîv Ermenî û bi sed hezaran Aşurî/Sûryanî/Kildanî pêk hat, di qonaxa şerê Cîhanê yê sêyemîn de jî dixwaze, sînorê dewleta xwe bi komkujiya Kurdan berfireh bike. Lê sînorê ku ew dixwazin biguherin, xaka Kurdistanê ye. Kurd bi berxwedaneke dîrokî li Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê stratejiya mezinkirina dewleta tirk asteng dikin. Ji ber vê yekê, wan jî stratêjiya xwe li ser komkujiya Kurdan amade kirine. Dewleta Tirk vê gavê li ser du parçeyên Kurdistanê rasterast di nav şer de ye. Li Başûra kurdistanê jî, ji bo dagirkirinê zemînekî xurt yê leşkeri, ekonomîk, çandî, sîyasî û dîplomatîk amade kiriye. Li Başûra Kurdistanê bi riya şerê taybet dixwaze nakokiyan bixe navbera partiyên sereke yên Kurdistanê, da ku şerê birakujiyê bi pêş bixe. Lê belê, di wê derbarê de dewleta Tirk nikare ti encaman bigre. Ji ber ku hemû partîyên sîyasî yên Kurd rastiya dewleta Tirk ya dagirker û talanker baş dizanin.

Wek di 9ê Cotmehê de bi erîşa dewleta Tirk jî dîyar bû, Kurdistan di merkeza şerê cîhanê yê sêyemîn de ye. Di avakirin û têkçûna hevsengîyên sîyaseta herêmî û navdewletî de, helwest û sekna Kurdan dîyarker e. Kurd êdî xwedî taktîk û stratejiyên birêkûpêk in. Di vê sedsalê de derfetên ku Kurd bibin xwedî statû, pir zêde ne. Ji alîye din ve jî, ji bo ku Kurd nebin xwedî statû, dewleta Tirk û dewleta Îranê jî, êrişên xwe zêdetir dikin.

Pêwîstîya yekîtiya neteweyî êdî ji bo parastina gel û welêt mecbûrî ye. Ji ber vê jî, pêwîste ku di demeke kurt de konferansek yektîya neteweyî pêk were, da ku staretjiyeke hevbeşa Kurdan derkeve holê. 19mîn Civata Gîştî ya KNKê ji bo lidarxistina konferansek neteweyî erk û pêywira bangewaziya hemû partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê hilda ser xwe.

Di 19mîn Civata Gîştî ya KNKê de li ser daxwaza beşdaran di destûrnameya KNKê de hinek guhertin pêk hatin. Hejmara endaman li gor destûrnameya KNKê ya berê bi 300 kesî hatibû sînorkirin. Bi guhertina xala pêywendîdar, 50 kes li hejmara endaman zêde bûn û bi tevahî hejmara endaman bû 350 kes.

Her wiha, îsal di Civata Gîştî de hevserok û konseya KNKê jî, ji nû ve hatin hilbijartin û hatin guhertin.

Di Civata Gîştî ya îsal de Birêz Zeyneb Morad Sohrab û Birêz Ahmet Karamûs wek hevserok ji bo dewreya 2019-2021an hatin hilbijartin.
Endamên Konseya Rêvebir yên ji bo dewreya 2019-2021an jî, ev birêzên navên wan li jêr hatin hilbijartin:

1.Zubeyir Aydar
2.Şahla Hafid
3.Nilufer Koç
4.Refik Ghefur
5.Behzat Pîrmusa
6.Raman Majid
7.Leyla Birlik
8.Kwêstan Davudi
9.Akram Hisso
10.Majid Hasso
11.Fuad Jamal
12.Said Saidi
13.Numan Ogur
14.Rodi Mellek
15.Amina Rad

Encamnameya Civata Gîştî ya KNKê ya 19. min SORANI 

Civata Giştî ya KNKê
18-19-20.10.2019