Languages: English ‏سۆرانی‎

ENCAMNAMEYA CIVATA GIŞTÎ YA 18. YA KNKÊ

Civata Giştî ya 18. a KNKê di rojên 26-28ê meha cotmeh – oktoberê da bi dirûşmê ”Bi Armanca Diyalog û Aştîya Navxweyî” bi beşdarîya endam û çavdêr û mêvanên vexwandî kom bû. Ji seranserê Ewropa, Ji Rusya bigre heta Avusturalya endam û nûnerên rêxistinên Kurdistanî, herwisa ji başûr û rojavayê Kurdistanê şandên gelek partî û rêxistinan jî amade bûn û mesajên xwe yên li ser tifaqa navxweyî bi civata giştî ya KNKê ra parve kirin. Mijara gotûbêja civata giştî di serî da bi berfirehî rewşa giştî ya Kurdistanê bû. Di vê çarçoveyê da pêşhatinên siyasî yên li rojhilatanavîn û dinyayê û bandora wan ya li ser Kurdistanê jî hatin axivtin. Herweha rewşa rêxistinî ya KNKê jî bi zelalî hate gotûbêj kirin û biryar û raspardeyên giring hatin standin. Nûnerên gelê Asûrî/Sûryanî/Kildanî behsa rewşa Aşûrîyan li Rojhilata Navîn kirin û bal kişandin li ser girîngiya xurtkirina hevkarîya Kurd û Aşûrîyan. Her wiha pekhateyên Kurd yên Zerdeştî, Elewî, Êzîdî, Yaresan, Feylî û Misilman herweha Hewramî jî, îsal bi dengekî xurt beşdarê Civata Giştî ya 18. bûn. Wan balkişandin ser girîngiya mafên xweser û demokratîk. Li gel pekhateyên bawerîyan jinan jî daxwaza demokratîkkirina sîyaseta Kurdan li çend parçeyên Kurdistanê kirin.

Li Kurdistanê:
Analîza li ser rewşa Kurdistanê, di perspektîva yêkîtîya navxweyî da hat kirin. Bi taybetî pozisyona Tirkîye û Îranê ya êrişkar bi berfirehî hat destnîşankirin. Bandora Îranê ya li ser siyaseta hukûmetên Iraq û Sûrîyeyê û encamên wê yên xirabker û têkder li Kurdistanê, wekî xeterîyek mezin hate bi nav kirin. Herwisa reftara dijminane ya operatîv ya Tirkîyeyê jî, ji hemû alîyan ve hate gotûbêj kirin. Tirkîye û Îran dijî destkevtên li başûr û rojavayê Kurdistanê piştevanîya hevdu dikin ku bizava neteweyî û niştîmanî ya Kurdistanê û herwisa xelkê Kurdistanê zerareke mezin jê dibînin. Dagîrkerîya Tirkîyeyê ya li rojavayê Kurdistanê yên li ser Efrîn û derdora wê û navçeyên di navbeyna başûr û rojhilata Kurdistanê da li Behdînan û dorberê wê, wekî tehlîkeya herî mezin hate qebûl kirin.

Bûyera sala par di 16ê Cotmehê de dema ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî bi hevkariya dewletên dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê kir, îro bûye pirsgirêkeke neteweyî. Piştî wan êrişan, di sînorên Başûrê Kurdistanê de guhertinên mezin çebûn û gelek deverên Başûr ji aliye artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ve hatin dagirkirin. Ew bûyer ne tenê pirsgirêka Başûrê Kurdistanê ye. Bandora xwe li ser siyaseta Kurdistanê tevahî kir.

Bi kurtasî dikarê be gotin ku dagirkeran referandûm kir hincet ji bo têkbirina Başûrê Kurdistanê. Hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk kire nav hemleyekê û dewama wê jî dagirkirina Efrînê bû. Yanî Efrîn dewama Kerkûkê bû. Li aliye din, dewleta Îranê jî konsepta xwe li ser Başûr berfireh kir û, li ber çavên me Kurdan û yên cîhanê, di 7ê Îlonê de êrişî hêzên Kurd yên li Koyê yên li Başûrê Kurdistanê kir. Di rojekê de 26 şoreşgerên Kurd bi sarûxan/fûzeyan qetil kirin; 3 şoreşger îdam kirin û 3 şoreşger jî li Sine şehît xistin. Îran bi wan bûyeran hêza xwe nîşanî me Kurdan da û peyama wê jî ev bû: di qetilkirina Kurdan de ez sînoran nas nakim.

Tirkîye û Îran di nav hemahengî da siyaseta ablûkayê li Kurdistanê didomînin û niyeta wan fetisandina doza Kurdistanê ye. Girtin, kuştin, talankirin, îdam, sotin û wêrankirineke bêperwa dikin. Tirkîye û Îran têkilîyên xwe yên bi dewletên mezin ra, yên digel Rûsya û Amerîkayê, dijberê Kurdistanê da bi kar tînin û her diçe dixwazin çembera li dora bizava neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê teng bikin. Hukûmetên Tehran û Enqereyê, hukûmetên Bexda û Șamê jî, hilgirtine binê fişareke mezin. Ku di başûr û rojavaya Kurdistanê da bêhnê li xelkê Kurdistanê biçikînin.

Li ber vê rastîya li Kurdistanê ji milekê ve hêzên siyasî yên Kurdistanî û xelkê Kurdistanê berxwedaneke xurt nîşan didin, lê ji alîyê din jî di nav xwe da tûşî arîşe û alozîya dibin. Ev têkoşîna beramberî neyaran lawaz dike û derfetê dide wan, ku bo her pêla êrişên xwe bilind bikin. Ev rewşa negatîv ya navxweyî ji alîyê civata giştî ya KNKê ve, xetera herî mezin hate destnîşan û rexne kirin. Ji ber hindê KNKê şîara xwe wekî ”Geşkirina diyalog û aştîya navxweyî” girê da û bala Kurdistanîyan kişande ser vê xala bingehîn ku berî her tiştî enîya navxweyî xurt û saxlem bikin ku eve di gava ewilî da bi geşkirina diyalog û aştîya navxweyî misoger dibe.

Di roja îro de Kurd, pewîst e peşketin û paşketinên sîyaseta neteweyî, herêmî û global ji hev cuda dest negirin. Hemû bi hev re giredayî ne. Parçe parçe temaşekirin ne tenê rê li xitimandina sîyaseta neteweyî vedike, her wiha sînordarmayîna parçeyekî jî, zerarê dide tevahiya Kurdistanê.

Êdî li Kurdistanê siyaset bi aqilê takekesî, hîzbayetî, olperestî, eşîretî, parçebûnî, heremtî, mezhebgirî û baviksalarî nameşe. Ji bo sûdwergirtina ji krîza Rojhilata Navîn, pêwîstî bi guhertina wan ferasatan heye. Êdî siyaseta Kurd mecbûr e ku dînamîkên civaka Kurd beşdarî bîryardayînên siyasî bike. Di serî de jin rê li ber beşdariya hemû pekhateyên civake veke. Pêwîst e ku siyaset ji navendîperestiya partî, parçe û şexsiyetan derkeve. Kontrolkirina siyasetê li alîye civak pêwîst e hebe.

Li Rojhilatanavîn:
Kurdistan dilê rojhilatanavîn e. Dewletên dagîrker di serî da Tirkîye û Îran siyaseta xwe ya ne mirovî û dijminî gelek xeddarane didomînin. Îradeya Bexda û Șamê nemaye, ew jî bûyîne dûajoyên Îranê û beramberî rêveberîyên defacto yên Kurdistanê, li başûr û rojava di nav reftareke negatîv da ne. Welatên Erebî yên li dora van dewletan jî, di siyaseta xwe ya kevneperestîya dînî – mezhebî û şovenîzmê da bi israr in. Digel hemû serûbinîyan, arîşe û alozîyên li navçeyê û pozisyona êrişkar ya dewletên dagîrker, xelkê Kurdistanê bi siyaset û hebûna xwe ve girêdayî ye û dînamîka herî xurt ya navçeyê ye. Di roja îro da dewletên mezin yên dinyayê jî, li navçeyê hesabê vê dînamîka Kurdistanê dikin. Hewl û helmetên dewletên mezin yên li rojhilatanavîn, herçend bi hedefa berjewendîyên xwe jî bêne kirin, lê di encam da hewcehîyeke mezin di hêza Kurdistanê da dibînin û hesabê vê yêkê dikin. Herweha bi reng û formetên cuda digel hêzên Kurdistanê têkiliyan datînin.

KNK ji van hêzên mezin yên li navçeyê daxwaz dike ku siyasetê li ser zerar dîtina bizava neteweyî û niştîmanî ya Kurdistanê nekin û di vî warî da têkilîyên zelal û erênî pêşbixin. Danûstandina dostane ya ligel dînamîka Kurdistanê dê ji bo wan jî sûddar be. Herweha hêzên Kurdistanê jî, divê ligel van hêzên navneteweyî di nav têkilîyeke erênî ya di xêra xwe da bin.

Li dinyayê:
Di nûnertiya dewletên li dinyayê da rêxistina Neteweyên Yêkbûyî (UN), navendeke mezin e. Mixabin ku bi giranî dinya û herwisa, UN beramberî rewşa Kurdistanê bi gotina herî sade bêgane dimînin û erkên xwe yên di derheqê mafên mirovahîyê da wek pêwîst bi cih nayînin. KNK daxwazê ji dewletên dinyayê û UNê dike ku di çarçarçoveya normên azadî, wekhevî, demokrasî, mafên mirov, exlaqî û wijdanî da, li ser pirsa Kurdistanê rawestin û fişarê bidine ser dewletên dagîrker yên Kurdistanê ku mafên rewa yên xelkê Kurdistanê qebûl bikin. KNK bi giringî daxwazê ji UNê dike ku kursîyeke nûnertiyê bide xelkê Kurdistanê. Êdî dem hatîye ku vê daxwazê di pratîkê da bîne cih.

Pirsa Yêkîtiya Navxweyî
KNK wekî hercar, vê pirsê di serê rojevê da digire. Di doza Kurdistanê da wekî pirseke man û nemanê qebûl dike. Mixabin ku hêj jî, di warê pêşkevtinên erênî da nayên dîtin. Ji alîyê hemû dînamîkên Kurdistanê ve, eve kêmasiyeke mezin e. KNK di demên pêşîyê da jî, dê li goreyî giranahîya vê mijarê erkên xwe bîne cih û di bilindkirina vê daxwazê da, dê bi israr û tekez be. KNK herwisa daxwazê ji dînamîkên Kurdistanê dike ku beramberî hevdu zimanekî dostane û avaker, pozîtîv, neteweyîyane, niştimanîyane bi kar bînin. Beramberî hevdu sifetên kirêt û negatîv bi kar neyînin. Ev reftara negatîv têkilîyên navxweyî sabote û lekedar dike.

KNKê di Civata Giştî ya 18. de destnîşankir ku di çareserîya pirsgerêka yekîtiya neteweyî da beşdarîya hêza civakî jî xwedîyê girîngîyek dîrokîye.

Reorganîzasyona KNKê
Sala pêşîya me 2019 dibe bîst salîya KNKê. Civata giştî ya 19. ya KNKê dê di bîst salîya jîyê KNKê da bê kirin. KNK ji 1999ê were xizmeta xelkê Kurdistanê dike û digel hemû kêm û kasîyan, bê imkanî, xeletî û qusûran, eve serê bîst salan e, ji bo tifaqa navxweyî bi fedakarî xebatê dike. KNK di warê pêkînana yêkîtiya neteweyî û niştîmanî da, organîzasyoneke xwebexş e û bi temamî bi keda endaman ya dilyarî û xwebexşane kar dike. KNK destkevtek e. KNK avahîyek e û bi keda hemû endamên xwe ve hatîye çêkirin. Lewma divêt bête parastin. KNK li sala 2019ê dibe bîst salî. KNK bi dîtina hemû endamên xwe ve di wê bawerîyê da ye ku divê di bîst salîya xwe da, pengavekê berfireh ya reorganîzasyonê û reformeke piralî bide dest pê kirin. Ji program, format heta struktura xwe guhorîn û nûkirineke têr û tijî bike. KNK bi vê bîr û bawerîyê, dê ji alîyê rêze prensîbên bingehîn yên doza Kurdistanê ve jî, gavan biavêje. Di vê çarçoveyê da hem dê Belgeya Stratejîya Yêkîtiya Neteweyî nû bike, hem jî di warên dî yên siyasî, ekonomîk, leşkerî û rêxistinî û têkilîyên navxweyî da, dê belgeyên rênîşan amade bike.

Aktîvîteyên plankirî
•Komîsyon û komîteyên KNKê, weke hersal, wê li ser kar û xebatên xwe rawestin û wê plansazîya xwe, cihbecih bikin.
•Wê di nava sala pêşîya me de, komîta dîplomasîya hevbeş ya partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, baştir bê aktîfkirin û ji bo hemî Kurdistanê, wê dîplomasîyek xurt bê meşandin. Di vê çerçeveyê de, wê ji hemî parçeyên Kurdistanê heyet – şand bêne vexwendin û li welatên sereke yên cihanê, wê rêzehevdîtin bêne çêkirin.
•KNKê ji bo rizgarkirina Efrînê karên xwe xurttir bike. Her wiha di derbarê dagirkerîya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî KNKê hewldanên xwe biheztir bike.
•Ji bo serî de jin û hemû pekhayetên bawerî yên Kurdistan jî KNKê karên peşxistina demokrasîyede jî di biyava sîyasî û civakî de rol û rekên xwe de çalaktir be.
•Xwedîderketina mafên pekhatên etnîkî yên wek Aşûrî/Sûryanî û Ereban li Kurdistan jî KNKê kar û xebat bimeşîne.
•KNK, wê giringîyekî bide rêxistinên navneteweyî, serîde UN, Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa û rêxistinên, hevşêwe wê bi awayekî perîyodîk bêne şopandin. Wê li ser pirsgrêka kurdî serîde Parlamentoya Ewropa, wê li gelek welatan konferansên navneteweyî bêne organîzekîrîn.
•Teybetî wê li ser rojavayê Kurdistanê bê rawestandin û bi plansazîyek dewlemend û berfireh ji bo ku statuya rojava bête naskirin, hevdîtin, semîner û konferans bêne çêkirin.
•KNK, di bîst salîya esareta rêberê bizava KCKê birêz Abdullah Öcalan da dê li Sibat û Hezîrana 2019ê du sempozyuman organîze bike. Ya yekê dê bi amadebûna nûnerên neteweyî û niştîmanî, ya duyê jî bi beşdarîya navdarên bîyanî dê bêne kirin.

Bi helkefta bîst salîya avabûna KNKê jî hem dê civata giştî ya 19. bê kom kirin, hem jî rêze xebatên înformatîv dê bêne kirin.

Encamnama 18min- Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê
31.10.2019, Bruksel