Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya 20. Civata Gîştî ya KNKê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber sedêma pandemîyê, 20. cîvîna Civata Gîştî ya xwe, 31.10.2020an li ser tora Zoomê, bi beşdarbûna piranîya endaman pêk anî. Her çiqas civîn li ser înternetê be jî, li Brukselê li navenda KNKê, li Hewlêr, li Silêmanîyê, li Qamîşlo, li Frankfurtê û li Dusseldorfê, endamên nîzingên wan herêman bi komikî beşdarê civînê bûn. Civîn, bi rêzgêrtina Şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp û bi axaftina vekirinê ji teref hevserokan ve hate vekirin. Gorî rojevê, sêrîde peyamên mêhvan û serok û nûnerên partîyan hatin pêşkêş kirin. Piştre rapora xebatê ya salane hate xwendin û nîqaş li ser hatin kirin. Pey re, li ser Peyman û Peyrewa KNKê, li ser Belgeya Stratejîk ya KNKê, guftûgo çêbûn û biryar hate dayîn ku her endamê têbînîya wê/wî li ser van belgeyan heyî, di nava 15 rojan de pêşniyazên xwe ji Konseya Rêvebir re bi nivîskî bişêne û Konsey jî gorî van pêşniyaran rewşa dawî bide van belgeyan. Piştî wê, pêşniyazên endaman li ser encamnameya civînê hate girtin û civîn bi xwendina sirûda Ey Reqîp, bi dawî bû.

Di nîqaş û nirxandinên siyasî de, pêşketinên li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Cihanê, bi awayekî berfireh hatin nîqaş kirin. Alozîya ku bi leşker kêşana PDKê jibo herêmên Gerîla li Başûr rûdayî, bû mijara sereke ya civînê. Di bingeha vê alozîyê de operasyon û tevgera dewlata Tirk yên li Başûr heye. Dewleta Tirk, dixwaze hêzên Kurdistanî bîne hember hev û wan destê hevde bide kuştin. Ev alozî, di demeke wehade rû dide kû li herêmê û li her çar perçên kurdistanê, rewşekî gelekî metirsidar li hember destkeftîyên gelê Kurd bi xwere tîne. Ev alozîya kû li devera Garê destpê kirî, van cend rojên dawî de gihîstîye radeyeke gelekî metirsîdar û di her kêlîyê de dikare bibe sedemê şerekî di nav hêzên Kurdî de. Şerekî vî rengî karesateke mezin û malweranîyê bi xwere tîne. Şereke bi vî rengî di nava hêzên kurdî de, çi şik û gûman nîne kû dê bibe sedemê têkçûna qazanc û destkeftîyên gelê Kurd li çar alîyên kurdistanê. Ev alozî tenê dilê dijminan xweş dike û dilê dostan dişkîne.

Jibo çareserkirina vê alozîyê, banga rayedarên KCKê, teybetî bang û hişyarîyên Birêz Murat Karayilan, ku di van bangan de daxwaza diyalogê hate pêşxistin, Civata Giştî ya KNKê vê helwestê di cihê xwe de dibîne û nirxekî mezin dide vê helwesta diyalogê. Em heman helwestê ji rayedarên PDKê jî hêvî dikin û em li benda helwestekî erênî ne.

Civata Giştî ya KNKê, bi mesûlîyeteke neteweyî, dixwaze bala raya giştî ya gelên Kurdistanê bikşîne li ser rûdanên bi vî rengî û encamên xirab kû wê bi xwere bîne. Civata Giştî, bi çi rengî berjewendîyên gelê Kurd di alozyekî bi vî rengî de nabîne û li hember radiweste. Jiber van sedeman, KNK bangewazîyê li PDK û PKKê dike kû bi çi rengî rê nedin rewşeke weha rû bide û zûtirîn demê de, bi rêya dialogê çareseryekê ji vê alozyê re peyda bikin. Her weha bang jibo hemû partîyên sîyasî bi taybetî ji YNK û GORAN û yên din yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin ku hember vê xeterîyê bê deng nemînin û xwedî helwest bin û bingeha diyalogê ava bikin.
Li ser vê rewşê, Civata Giştî ya KNKê biryar da ku di xebatên xwe de çareserkirina vê alozîyê, bike mijara sereke û gorî wê bi hemî imkanên xwe ve bikeve nava tevgerê. Di vê xebatê de, wê peywendî li gel nûnerên partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetîyên welatparêz bête kirin, wê şande bêne şandin, wê kûr û civîn bêne çêkirin. Amanc ewe kû jibo çareserîyê zemîna dialogê bê ava kirin û alozî bê çareser kirin. Em bi hêvîne û emê hewl bidin kû zûtirîn wext de, ev kar bigihê encamekî pozîtîf.

Bi vê ve girêdayî, banga me ji gelê Kurd, Partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî re heye kû vî karî tenê ne hêlin hêvîya me ve, bi hestîyarîyeke bilind û bi mesûliyeteke neteweyî, bi erka xwe rabin û pêşî li vê malweranîyê bigrin.

Di berdewmîya nîqaşan de, li ser rewşa çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hate rawestandin û nirxandinên berfireh hatin kirin.
Dijminên me, ji bo ku yekîtiya me çênebe di qada netewî de û di qada navdewletî de çi ji destên wan tê dikin. Bi taybetî jî dewleta Tirk, li dijî gelê me şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta Tirk ya li ser Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê meyze dike, pir zelal diyare ku ew dixwaze plana pratîk kirina Mîsak-î Mîllî ya sala 1920an bêxe merîyetê û Başûr û Rojva dagîr bike. Ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, stratejîya xwe li ser tunebûna gelê Kurd avakiriye. Şerê wê yê li dijê Kurdan bi hemû hêza xwe ve berdewame. Pêwîste Kurd jî bizanin ku dewleta Tirk, bi Kurdan re şerê hebûn û nebûnê dike. Ji ber vê ye ku tevahîya şaredarîyên Kurdistanê dagirkirin, roj bi roj siyasetmedar, rojnamevan, jin, ciwan û çalakvanan zîndanî dikin. Lê dîsa jî nikarin vîna azad a gelê me li Bakur bişkînin û teslîm bigrin. Gelê me li ber xwe dide û ewê teqes bi ser bikeve.

Gelek hezên ku pêwîstiya wan bi hebûna pirsgirêka Kurd heye, naxwazin Kurd xwe ji xefika pirsgirêkan xilas bikin. Wek şûrê demokles çovê dewleta Tirk û çovê dewletên din yên dagirkerên Kurdistanê, li dijî Kurdan bi kartînin. Gelek hêz, hê jî dixwazin têgihîştina Sykes-Pîcot li Kurdistanê berdewam be. Bi ti awayî naxwazin Kurd ji bo peşêroja xwe çareserîyên xwe pêşbixin. Sînoran li ber pêşketina Kurdan datînin.

Dewleta Tirkiyê jî, van helwestan jibo xwe wek derfet dibîne û stratejîya xwe ya ji bo Tirkîyeya mezin, ango ji bo bipêşxistina Tûranîzmê, bi rêya pan Îslamîzmê, li ser erdnîgarîya berê ya Osmanîyan gav bi gav têxe piratîkê. Lê bi mudaxeleya Lîbya, mûdaxaleyên li Malî, Yemen, Iraq, Sûrî, Somalî, Sudan, bi giştî li welatên Afrîka Bakur, li Asya wek Pakîstan, Keşmîr, Hîndîstan û herî dawî li Derya Sipî û bi şerê Ermenîstan û Azerbeycanê, rastîya emperyal ya dewleta Tirk, baştir derket holê. Di bin baheneya PKK li Rojava û li Başûrê Kurdistanê heye, heya niha dikarîbû xwe veşêre, lê niha êdî bûye problem ji bo dewletên Ereb, ji bo Yekîtîya Ewropayê û gelek dewletên din jî.

Bi sorkirina şerê Ermenîstan û Azerbeycanê, bi hemî awayî destek kirina Azerbeycanê, dewleta Tirk bûye tehdît ji bo Rûsya, Îran û dewletên wê herêmê jî. Bi vê munasenetê, em vî şerî mahkûm dikin û bang li gelê Ermenî û Azerî dikin ku neyên lîstikên dewleta Tirk û zûtirin demê de dest bi muzakareyan bikin. Hebûna dewleta Tirkan di bin rejîma AKP-MHP’e de, êdî bûye pirsgirêkek herêmî û Cihanî. Ev rastî û ewşa heyî di heman demê de, derfetên mezin yên dîplomatîk ji bo Kurdan diafrîne. Lê belê eger Kurd di asta sîyaset û dîplomasiyê de yekgirtî nebin, encamê nagrin û dikarin bi xeterîyeke mezin re jî, rû bi rû bimînin.

Weke tê zanîn di pêşkêşîya dewleta Tirk de dewletên dagirkerên Kurdistanê, di dema referandûma Başûr de, tifaqa xwe ya dijê gelê Kurd nû kirin. Li gel pirsgirênkên di nav wan de jî, ev tifaq berdewame. Îran ji ber ku di nav qeyraneke aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk deye, naxwaze eniyeke nû yanî eniyeke şer li dijî Kurdan pêş bixe. Li ser navê xwe dihêle dewleta Tirk erîşî hêzên Kurd bike. Lê dem dem bixwe jî dikeve nava êrîşan.
Dewleta Îranê, li rojhilatê Kurdistanê bi rêya aborî koçberîyê bi pêşdixe; dixwaze civakê bi birçîbûnê teslîm bigre. Hejmara girtîyên Kurd yên siyasî, li zîndanên Îranê her diçe zêdetir dibe. Nexweşiya pandemîya koronayê li rojhilatê Kurdistanê wek çek li dijî gelê me bikar tîne.

Pergala tendûrîstiyê li rojhilatê Kurdistanê bi zanebûn nehatîye pêşxistin. Yên ku bi awayekî mecbûrî bazirganiya di navbera sînorên Başûr û Rojhilat, Bakur û Rojhilat de dikin, kesên kolber têne qetilkirin. Ev qetilkirin roj bi roj zêde dibe û bûye wekî qetlîamekî.

Qetilkirina kolberan îsal bi taybetî pir zêde bû. Her weha girtin û zextên li ser hawîrdorparêzan jî, ji sala par ve zêde bûye. Heman demê de Îran Zimanê Kurdî qedexe dike û mamostayên Kurdî jî zînadanî deke. Rejîma Îranê, ji hêza Kurdan pir ditirse. Ji bo ku Kurd bikarin bi tekoşîna xwe ya her awayî, bi rêyên siyasî û dîplomatîk zextê li ser rejîma Îranê zêdebikin û çareserîyê lê ferz bikin, di navbera hêzên Kurd yên rojhilatê Kurdistanê de pêwîstî bi tifaqa neteweyî heye. KNK weke salên berê, wê di vî warî de kar û xebatên xwe berdewam bike.

Dema rewşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê rojevê, mixabin gelek caran rewşa Kurdên Xuresanê tête ji bîrkirin. Ev kêmahîyek piranîya rêxistinên Kurdistanî ye. KNK, ji damezrinê û heta niha hewl dide ku li ser rewşa Kurdên Xuresanê raweste û temsîla wan li KNKê de hebe. Dewra pêş niha, ew temsîlîyet bi awayekî kêm be jî hebû, niha nîne. Ev kêmahîyek mezine û divê demekî zûtirîn de bê çareserkirin.

Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federale, ev rewş jibo hemî Kurdistanîyan hêvîyek mezine û cihê keyfxweşîyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskevtin bê parastin û bê pêşxistin. Parastina deskevtên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina deskevtên Başûr hesase. Em dixwazin ev deskevt firehtir bibin û bikevin xizmeta hemî Kurdistanîyan. Parastina deskevtan û hesasbûna li hember Herêma Federal, nayê wê maneyê ku rexne lê neyêne girtin, kêm û kurîyên rêveberîyê neyên dîtin. Mebest ji rexneyan ewe ku ew kêm û kurî bêne çareserkirin.

Teybetî piştî referandûmê ku wê ve girêdayî deverên dabirayî (deverên Madeya 140) carek din ji teref hêzên Êraqê ve hatin dagirkirin; ji wê demê û heta niha başûrê Kurdistanê, di qeyranekî giran de ye. Ev qeyran siyasîye, aborîye, civakîye, dîplomatîke û di hemî warên jiyanê de derdikevi pêş. Li alê siyasî de herçend hilbijartin çêbûbin û hukumetek nû hatibe ser kar jî, yekîtîyek xurt nehatîye avakirin. Peywendîyên navxweyî weke tê xwestin nînin. Hukumetek şefaf nîne, budce û dahatên herêmê ne zelalin û gendelîyek zêde heye. Li alê din pîvanên demokrasîyê hingî diçin teng dibin û binpêkirina mafên mirovan jî zêdedibin.

Qeyrana herî mezin aborî û civakî ye. Sîstema aborî ya Başûr dibe sedemê wê ku êjmarek kêm gelek dewlûmend dibin, piranîya civakê jî feqîr dibin. Ketina nirxê petrolê, problemên budceyî yên bi Bexdayê re û pandemîya Koronayê, ev qeyran kûrtir û girantir kirîye. Qeyrana aborî, dibe sedemê qeyranên civakî jî. Gelek kes jiber vê rewşê muhtacê nebaşan dibin, pê bawerî pêşdikeve û ehlaqê civakê têk diçe. Dibe sedemê nexweşîyên derûnî û xwe kuştinê. Herweha ev rewş dibe sedemê koçberîya xelkê ji Başûr.
Dewleta Tirk jî vê rewşê weke derfet kar tîne û dixwazi Kurdistanê vale bike. Di vî warî de dewleta Tirk bi çete û qaçaqçîyên girêdayî xwe ve, dikeve hereketê û bi hevkarên xwe ve ciwanan hedef digrin. Teybetî koçkirina ciwanan li Başûr di astekî jor de ye û metirsîdare.
Rewşa jinan jî li Başûr bi giştî nebaşe. Projên pêşxistina azadîya jinan ji alê hukumetê ve kêmên û heta mirov dikare bêje hukumet vî warî de bê projeye. Kuştina jinan li Başûr birînekî civakî ya reş û gelek kûre.

Di demên dawî de zextên li ser rojnemevan, rewşenbîr, mûxalîf û kesên mafê mirovan diparêzin zêde bûne û ev rewş nayê qebûl kirin.

Em bang li hukûmeta Başûr dikin ku çareseriyên maqul ji aboriya xelkê re bibîn e. Li dijî kûştina jinan tedbîran bigire. Mirovên ji bo siyasetê û li ser nêrînên xwe hatine girtin, di demeke zûde werin azad kirin. Em piştgiriya xwe bi daxwazên gelê xwe yî Başûr re dîyar dikin. Ji bo pratîka berê, carekê din destxweşiyê li gelê xwe dikin û dîsa bang dikin ku her tiştê bi dewleta tirk re girêdayî boykot bikin. Malê wan nekirin, seferên xwe yên tirkiyê bisekinîn.

Peywendîyên li gel hukumeta Êraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê nehatîye çareserkirin. Problema mezin ya deverên maddeya 140in. Sêrîde li Kerkûk, li deverên din yên germîyan û giştî li hemî deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirabe. Êrîş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên Kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê Erebkirîn. Hingî diçe ev rewş girantir dibe.

Tenê problem bi hukumeta merkezî re nînin.

Êrîşên Tirkiyê û Îranê jî li ser Başûr hene. Ev êrîş rojane berdewam dikin û zererekî can û mal ya mezin didin gelê me. Li Heftanînê, ji nîvê meha Hezîranê heya niha, ji teref dewleta Tirk ve, şerekî dijwar tê meşandin. Lê dewleta Tirk rasta berxwedaneke tund hat û li gel hevkarên xwe nekarî encamê bigre. Di nav gelê me de bi giştî li Başûr û bi taybet li devera Behdînan, helwestek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk heye. Mixabin hinek rayedarên siyaseta Başûr, hebûna dewleta Tirk ne wek dagirkerî, lê wek parastina berjewendîyên xwe yên teng digrin dest. Sîyaseta desthiladar ya başûrê Kurdistanê tifaqa xwe ya li gel Bexdayê jî, li ser esasê berjewendîyên Tirkîyeyê û Amerîkayê dimeşîne.

Mînaka herî dawî lihevhatina li ser Şingalê ye. Ew tifaq, ji sedî sed li dijî berjewendîyên Kurdan e. Feyda wê ne ji bo Başûr ne jî ji bo Şingalê heye. Berevajî rêya xeteriyê li ber dagirkirina Başûr û Rojava vedike. Şingal xwedî erdnîgarîyek stratejîke. Dewleta Tirk ji ber ku li Haftanînê encam negirt, li gel desthilatiya Trump, hukumeta Êraqê û hinek deshilatdarên başûrê Kurdistanê, niha jî amadekariyên dagirkirina Şingalê dike. Projeya ku DAÎŞê ji ber berxwedana hêzên Gerila û berxwedêrên Şingalê nikaribû encamê bigire, niha li gel hikumeta Iraqê û rêveberiya Başûr dîxwaze vê dagirkeriyê pêk bîne.

Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hevlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye, pirs li wan nehtîye kirin û îradeya wan hatîye binpêkirin. Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye. Piranîya wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Jiber vê teybetmendîyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingalîyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê bi awayeke teybet bêne destgirtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin.

Rewşa Kurdên Şebek û Kakeîyan jî, gelek xirabe û weke ya Êzidîya ne. Dema DAIŞ hate herêmê, êrîşê Kurdên Şebek û Kakeîyan jî kir. Bi destê DAIŞê li ser vî beşê gelê me jî qetlîam pêkhatin. Piştî têkçûna DAIŞê jî, rewşa wan baş nebû û teybetî piştî referandûmê ku herêmên Maddeya 140 ketin destê hukumeta Êraqê, rewşa wan hingî diçe xirabtir dibe. Em weke KNK, li ser vê rewşê hesasin û emê hewlên xwe yên çareserîyê berdewam bikin. Li ser vê yekê em bang li Hukumeta Herêmê û Hukumeta Bexdayê dikin ku xwedî vî beşê gelê me derkevin.

Rewşa Kurdên Feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka Kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNKê de ye. Jibo li ser rewşa Kurdên Feylî raweste, KNKê komîteyek teybet avakirîye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Teybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela Kurdên Feylî ye, ne tenê mesela KNKê ye, heman demê de meseleyek neteweyîye û divê hemî hêzên Kurdistanî, li ser vê rewşa Kurdên Feylî rawestin û divê çareserîyek adilane ji vê meseleyê re bête dîtin.

Rojavayê Kurdistanê, li hember konseptên navneteweyî û herêmî berxwedana xwe didomîne. Hezên mezin yên wek Amerîka û Rûsya, hinek caran li gel Tirkiyê nakokin, lê gelek caran lihevhatinên xwe li ser Rojavayê dimeşînîn.
Rojavayê Kurdistanê kirinê qada şerê berjewendîyên xwe. Lê li himber vê jî, sîyaseta li rojavayê Kurdistanê di pêşxistina pergala xweserî de, di avakirina tifaqên dîplomatîk de, di bin hemû şert û mercan de di avakirina dostanîyên di navbera gel û bawerîyan de, di azadîya jinan de bi israr e.

Eve saleke li rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya navxweyî pevajoya lihevditinê heye. Lê mixabin ev pêvajo heta niha ser neketîye. Di destpêka vê dialogê de, keda KNKê heye. KNK çi li parçeyên Kurdistanê çi bi seranserê Kurdistanê be, her gaveke jibo yekîtîya hêz û gelê me bê avêhtin, ciddî digre, destek dike û rê li ber xweş dike.

Welê tê xwuyakirin ku plansaziyek nû li hember Rojava heye. Rewş ber bi aloziyek nû ve diçe. Dewleta Tirk gef û êrîşên xwe zêde kirine.Tê zanin ku misogerkirina paşeroja azad ya Rojava giredayî têkbirina rejîma AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku hêza herî dijî Kurd, dewleta Tirk e. Ne tenê bi rêya leşkerî, her wiha bi qutkirina avê, bi pergala sîxuriyê, bi kuştina serokên eşiran yên Ereb yên ku di pergala xweseriyê de cih digrin û dixwazin dijminatiyê di navbera Kurd û Erban de çêbikin.

Her weha Efrîn, Girê Sipî û Serekanîyê, niha kirine navenda çeteyên cihadîst û wan çeteyan dişînin Lîbyayê û Azarbeycanê. Ji bo wê jî êdî dagirkerîya Efrîn, Girê Sipî û Serêkanîyê ketîye rojeva siyaseta Cihanê û bûye xeteriyek Cihanî. Ew yek bi rabporên NY yê jî careke din misoger bû.

Raste li rojavayê Kurdistanê êrîş û tehdîdên mezin ji alê dewleta Tirk ve têne. Lê problem bi wê ve sînordar nînin. Rejîma Şamê herçend lewaz be jî, heta niha bi awayekî pozîtîf nîzingê çareserîyê nebûye. Ew dixwazin hemî deskevtên gelê me ji nav bibin û bizivirên sîstema berê. Eger Rejîm problemên xwe yên devera Îdlibê çareser bike, wê berê xwe bide herêmên azad yên Rojava. Ji xwe niha jî hewl didin ku probleman derxin. Di vî warî de jî, hişyarî û amadekarî pêwîstin.

Rojava, di rewşeke hesas de derbaz dibe. Parastina deskevtên şoreşa Rojava, karekî serekeye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansazîya KNKê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.

Di civînê de rewşa Kurdên Anatolîya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatolîya Navîn (PKAN) ku di KNKê de endamin, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê.

Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Van rojên dawî de li Rusya li herêma Saratovê jî ku liser sinorê Qazaxistanê ye, dîsa êrîş li ser Kurdan çêbûn. Wefteke ya rêxistinên Kurdî, ji Moskovayê çû herêmê û niha jî li herêmêne û li ser rewşê disekinin. Nunerê KNKê yê Rusya yê ku endamê heyetê ye, ji cihê boyerê beşdarê civînê bû û agahdarî dan Civata Giştî. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her weha li seranserê Cihanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê bwerdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.

Di civê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hate rojevê. Asûrî-Suryanî-Kiladanî, miletekî qedîm yên herêma me ne. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêkhatine.
Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrîşek giran de ne. Bi hatina DAIŞê, hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêkhatin. Jiber van sedaman li herêmê de nufûsek kêm maye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNKê û hemî hêzên Kurdistanî ye. Emê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgarîya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, bi hev re girêdayî ye û serkevtin jî wê bi hev re be.

Rewşa Birêz Abdullah Ocalan û kampanya azadîya Birêz Ocalan ya ku di asta cihanê de tê meşandin jî hate rojeva Civata Giştî. Kampanya azadîya Birêz Ocalan, hingî diçe berfirehtir dibe û dikeve rojeva reya giştî ya Cihanê.
Piştî 21 salan Rêxistina Dijê Îşkenceyê CPT’yê jî, li hember sîstema li Îmraliyê tê meşandin, dengê xwe bilind kir û dewleta Tirk bi binpêkirina pîvanên huqoqa navdewletî tewanbar kir. Her weha Asambleya Parlamenterên Konseya Ewropa (Tirkîye jî endamê Konseya Ewropayê ye) (CoE) jî, ji dewleta Tirk xwest ku gorî bîryarên CPT yê, erkên xwe yên li hember birêz Ocalan pêk bîne. KNK, kampanya azadîya Birêz Ocalan, bi hemî imkanên xwe ve, destek dike û bang li hemî Kurdistanî û dostên Kurdan dike ku cihê xwe di nava vê kampanyayê de bigrin.

Rewşa jinan jî di rojeva civênê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlêmend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de cuhê xwe digre jî, weke welatên din yên Cihanê lê li welatê me jî, pirsgirêka azadîya jinê nehatîye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê cihê şanazîyê ye û di asta Cihanê de deng vedaye. Lê mesele mezine, rê û rêbazekî kûr û dirêje. Divê zihnîyeta hezaran salan bê guhertin. Her weha jinên endamên KNKê, daxwaz kirin ku di partî û rexistinên sîyasî de hêjmara jinan bê zedêkirin. Jinan, li ser tegîhîştîna baviksalarîyê di sîyaseta Kurdî de, rexne li partîyên siyasî kirin. Bi taybetî, ji partîyên sîyasî hate xwestin ku di karên yekîtîya neteweyî de, astengîyên ji bo beşdarîya jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareserîyên derbarê yekîtîya neteweyî bi demokrasîyê xurtitr bibin.

Di Cîhana îro de guhertin zû çêdibin. Dîyar e, dewleta Tirk di konsepta xwe ya emperyal de bi israr e. Ew rastî, wê qeyrana wê ya aborî, civakî, siyasî û dîplomatîk zêde bike. Rewşa lewaz ya dewleta Tirk, derfetên girîng ji bo Kurdan çêdike. Heya Kurd bi hevbeşî vê rastîya dewleta Tirk analîz nekin, dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya parçekirinê, wê hêza Kurdan lewaz bike. Îro mirov dikare bêje, dostên dewleta Tirk pir kêm bûne. Rewşa rejîma Îranê jî nebaşe û ji ya Tirkiyê xiraptire. Di bin amborgoyekî giran de ye, qeyrana aborî hingî diçe girantir dibe, rejîm di hemî warî de tengîyekî mezin jiyan dike. Gelên Îranê, ne rehetin û guhertinê dixwazin. Rewşa Êraq û Sûrî jî gelek aloze, ji ya Tirkiyê û Îranê xiraptire. Dijmînên me, weke berê xurt nînin.
Em ji berê xurttirin û hingî diçe deskevt û derfetên me zêdetir dibin.

Ev rewş derfetên mezin didin me û dergehan jibo me vedikin. Her çend rewşa me aloz be jî, lê ji ya berê baştire. Çiqas kêmbe jî çiqas yekîtîya me ne temam be jî, dîsa jî em xwedî rêveberî, rêxistin û hêzên parastinê ne. Gelê me hişyare û li ser piya ye. Di herêmê de em xwedî potansîyelekî mezinin û xwedî erdnîgarîyekî stratejîkîn. Di asta Cihanî de îmajekî me ya baş heye û sempatîyek baş ji gelê Kurd re çêbûye. Ev jî derfetê didi me ku em bikarin baştir bixebitin û serbikevin.

Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kurîyan, têra me nake. Jibo ew kêm û kurî bêne çaresrkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Sêrî de jibo yekîtîya neteweyî ku karê me yê bingehîne, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Herweha em dikarin di asta Cihanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.

Bi kurtî; dem dema yekîtîyê ye. Dem dema berxwedana li hember dagirkera ye. Dem dema azadîyê ye. Dem dema xebatê ye.

Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
31.10.2020