Daxûyanîya Çapemenî 15.12.2008 – KNKyê civata xwe ya gistî ya 9. di 13-14ê Kanûna 2008ê da li Brukselê pêkîna. Ji 135 endamên nû yên KNKyê 90 Kurd ji Kurdistanê û meydanên dîasporayê yên wekî Amerîka, Rûsya, Kazakistan, Ermenistan, Awustralya û Misirê, besdar bûn. Yên nehatî jî ji ber sebebên teknîkî nikarîn besdarî civata gistî bin, lê pîrozbahî sandin. Herwisa ji kêmanîyên Kurdistanê endamên Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hazir bûn. Ji Kurdistana Federal û welatên cuda yên Ewrûpayê mêhvan jî amade bûn û axivtin kirin. Dîsa ji gelek partî, rêxistinên kulturî û kesayetîyên polîtîk û ronakbîr mesaj hatin, civata gistî pîroz kirin. Ji bilî endamên berê yên rêxistinan, du rêxistinên nû ji Kurdistana Federal bûne endam û du rêxistin jî ji Kurdistana Federal wekî çavdêr di KNKyê da cihê xwe girtin.
Endamên rêxistin ev in:
• PJAK
• PÇDK
• PYD
• YJA
• Hîzbî Sosyalîstî Kurdistan
• Bizûtneweyî Demokrasîxwazanî Kurdistan
• Hîzbî Zehmetkêsî Kurdistan [Çavdêr]
• Hîzbî Sûîyî Kurdistan [Çavdêr]
• Yêkitîya Neteweyî ya Demokratîk ya Kurdistanê [YNDK] [Çavdêr]
• CIK
• Instîtuya Kurdî ya Brukselê
• Instîtuta Kurdî li Elmanya
• Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê
• Kon-Kurd
• Akademîya Hunerî ya Kurdistanê
• Federasyona Komeleyên Êzidîyan
• Federasyona Elewîyên Kurdistanê
Herwisa gelek kesayetîyên serbixwe yên polîtîk û nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên Kurd û Kurdistanî jî endamên KNKyê ne.
Civata gistî bi axivtin û riberizên li ser rojevê û belgeyên hatine pêskês kirin, di sewîyeya bilind da borî. “Belgeya Stratejîya Yêkitîya Neteweyî” bi yêkdengî hate erêkirin, Peyman û Peyreweke nûvekirî hate qebûl kirin. Li ser xurtkirin û aktîvkirina KNKyê dîtin û pêsniyar hatin kirin û biryarên giring hatin standin. Pistî xilasbûna civata gistî Konseya Rêvebir ya nû hatîye hilbijartin kombûna xwe ya yêkemîn kir û hem komisyon hatin ava kirin, hem jî planê xebatê hate çêkirin.
Konseya Rêvebir ya nû ji van kesan pêkhat:
1. Tahir Kemalîzade, serokê KNKyê
2. Adem Uzun
3. Remzî Kartal
4. Corc Aryo
5. Nîlûfer Koç
6. Rojan Hazim
7. Ehmed Aktas
8. Nizamettin Toguç
9. Felemez Basboga
10. Seyf Bedir Xan
11. Hêwî Berwarî
12. Miryem Muezzinî
13. Gelavêj Qadirî
14. Nezîf Mayî
15. Medenî Ferho
Ligoreyî peymana nû sê komisyon û sê komîte hatin ava kirin:
1. Komisyona Karê Derve
2. Komisyona Ziman, Perwerde, Kultur û Hunerê
3. Komisyona Jinan
4. Komîteya Karê Neteweyî
5. Komîteya Huqûqa Navxweyî
6. Komîteya Wesan û Çapemenîyê
Konseya Rêvebir, li ber pêsniyar û biryarên civata gistî ya 9. analîza rewsa Kurdistanê, Rojhilatanavîn û cîhanê kir û daxwaza „Yêkitîya Neteweyî“ ji Kurd û Kurdistanîyan kir:
Bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav sertên gelek dijwar da pêsdikeve. Avabûna Kurdistana Federal ya di nav Iraqa Federal da, ji bo armancên xelkê Kurd û doza neteweyî ya Kurdistanê destkevteke mezin û giring pêkînaye, belêm herwisa leyiz, entrîka û desîseyên dewletên dagîrker jî zêdetir kirine. Vê rewsa nû dewletên dagîrker xistine nav hewildanên nû ku siddeta xwe li ser xelkê Kurd û bizava neteweyî zêdetir bikin. Di bin koordînasyona dewleta Tirk da, Îran û Sûrîye bi hev ra êris û planên xwe vesartî didomînin. Bi taybetî Tirkîye û Îran hem ji hewayî, hem jî ji resahî êrisên xwe di dereceya herî bilind da berdewam dikin. Ev dewlet di nav xwe da digel operasyonên leskerî û polîsî, herwisa mekanîzmayên dî yên dewletên xwe jî dijî xelkê Kurd bi kar tînin. Îranê çerxa îdamê daye dest pê kirin, têkoserên Kurd îdam dike. Sûrîyeyê polîtîka xwe ya hilwesîyayî ya kevin, ya „Kemera Erebî“ û „qanûna mal û milk, madde 49ê“ dîsa ve aktuel kirîye û kirîn-firotina mal û milk ya Kurdan qedexe kirîye. Tirkîyeyê bi metod û teknîkên nû zor daye polîtîkên xwe yên asîmîlasyon û jenosîda folklor û kultura Kurdî. Serokatî û piranîya hukûmeta merkezî ya Iraqa Federal jî bi sovenîzma Erebî ketîye nav reftareke dijminane beramberî bizava neteweyî ya xelkê Kurd. Di van komple êriskarîyan da mixabin ku dewletên ku xwe nobedarên mafên mirov û demokrasîyê dibînin, dengê xwe nakin, hetta hem bi bêdengîya xwe, hem jî bi desteka istixbarî hevkarîya dewletên dagîrker dikin. Di vî warî da pratîka Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê [Amerîka] û Yêkitîya Ewrûpayê [YE] mixabin ku dijî normên hebûna xwe ne jî. Tirkîye ji vê desteka Amerîka û YEyê hêzeke mezin werdigire û bi temamî lêdigere ku planekî têkbirina bizava neteweyî ya çekdarî realîze bike. Bi vê armancê Tirkîye bi israr fisarê dibe ser Kurdistana Federal jî ku beramberî bizava neteweyî ya bakur bikeve nav pratîkeke menfî. Di vî warî da dîplomasîyeke vesartî ya ku bêhna xirabî û neqencîyê jê têt, tête raçandin ku encamên wê dê gelek wêranker bin. Mafê xelkê Kurd heye ku detayên vê dîplomasîya bêyûm bizane ku bi tifaqa navxweyî ya li ser esasê stratejîya yêkitîya neteweyî van polîtîkên ne di xêra xelkê Kurd da betal derêxe. KNK pozisyona Amerîka û YEyê ya di vî warî da jî bi endîse taqîb dike û gelek vekirî wan hisyar dike ku ji vê polîtîka xwe vegerin û destekê nedine dewleta Tirk, tam bereks pistevanîya xelkê Kurd bikin.
KNK di nav vê hercûmercê da dixwaze hemû Kurdan serwext û agahdar bike ku beramberî van planên dijî Kurd û Kurdistanê, hisyar bin, refleksa xwe ya parastina yêkitîya neteweyî her bi çi rengî be nîsan bidin û rê li ber dek û dolabên dagîrkeran bigirin. Ji ber bilindkirina pozisyona neteweyî, KNK dê „Belgeya Stratejîya Neteweyî ya Kurdistanê“ ji bo hemû hêz û kesên neteweyî rêbike ku gotûbêjekê li ser avakirina zemînê yêkitîya neteweyî bide dest pê kirin. KNK giringîyeke mezin dide krîterên belgeya stratejîya neteweyî ku wezîfeyên neteweyî bi giringî destnîsan dike.
Li goreyî biryara civata gistî nameyek dê bo rêberê KCKyê Abdullah Ocalan bête rêkirin û pistevanîya KNKyê dê bo wî bête dîyar kirin û herweha siddet û îzolasyona li ser tête kirin jî dê bête sermizar kirin û azadîya wî bête xwastin.
KNK herweha ji bo germkirina têkilîyên navxweyî dê ji bo rêvebirîya KCKyê, serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, serokê Iraqa Federal Celal Talabanî û hemû lîderên Kurd û partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî nameyekê rêbike û ji wan daxwaz bike ku rola xwe ya komkerîya hêzên neteweyî, di vê prosesa dijwar da bi çêkerî bileyizin.
KNK herweha bangî xelkê Kurd û Kurdistana Federal dike ku rêzê nîsanî kêmanîyên etnîk û dînî yên Kurdistanê bidin û rê nedin ku dagîrker tifaqa Kurd û kêmanîyan xirab bikin.
KNK hêvî dike ku Kurdên dîasporayê jî di nav alarmê da bin û di parastina destkevtên neteweyî da hisyar û aktîv bin.
Di 29ê Adara 2009ê da li Tirkîye û Kurdistanê hilbijartinên sehridarî û îdareya bajêran çêdibin. Bi navê xelkê Kurd DTP [Partîya Civaka Demokratîk] tevî hilbijartina dibe. Dewleta Tirk daku rê li ber DTPyê bigire, hemû metodên antî demokratîk bi kar tîne. Dewleta Tirk hemû hêz û îmkanên xwe seferber kirine ku sehridarîyên Kurdistanê bi destê DTPyê ve bernede. Navdarên Kurd ceza dike ku nebine namzet. Bi vê armancê bi lez û bez cezayê giran li Leyla Zanayê hate birîn. Em wekî KNK vê biryara cezayî ya li ser Leyla Zanayê sermizar dikin, pistevanîya xwe ji bo Leyla Zanayê askera dikin.
Civata Gistî ya 9. ya KNKyê di nav kombûna xwe da, qetlîama Kerkûkê protesto kiribû û dubare vê kiryara hovane sermizar dikin, sersaxîyê didine malbatan û Kurdistana Federal û ji bo birîndaran jî sîfaya xêrê daxwaz dikin.
KNK bihayekî mezin dide bizava jinên Kurdistanê ku bi slogana „em ne namûsa kesê ne, namûsa me azadîya me ye“ dayne dest pê kirin. KNK bi hemû hêz û siyana xwe ve pistevanê bizava jinên Kurdistanê ye.
Di encam da KNK bangî xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan dike ku beramberî pêkve êrisên dagîrkeran tifaqa navxweyî vehûnin, biparêzin û pêsve bibin. Serkevtina doza Kurd û Kurdistanê di „Yêkitîya Neteweyî“ da ye.
Konseya Rêvebir ya KNKyê