Kongra Netewî Kurdistan/KNK roja 21-02-2021 konferansek liser Rojhilatê Kurdistan encam da. Bi navê ” Rawêja Rojhilat”. Mixabin ji rewşa ne li bar kû virosa Corona pêk anîye, konferens di riya programa Zoom re hate lidarxistin.
Diyare ji ber kû konferans bi awayekî online hate çêkirin gelek welatparêzê Kurdistanê beşdar bûn. Kat jî guncavtir bû ji bo beşdaran.
Jimara beşdaran tevlîhev jin û mêr gihişte zêdetir ji 250 kesî. Kû birîtî bû ji nûnerên partî û alîyên siyasî û rêkxirawên medenî û kesayetîyên serbixwe. Dîwan ji alîyê çar endamên KNK ê ve hate birêve birin.
Rojhilatê Kurdistanê ji alîyê jimara hemwelatîya ve piştî Bakûrê Kurdistnê tê. Mixabin Rojhilatê Kurdistanê weke beşên dî yên Kurdistanê dagirkirye. Li jêr çawsadina sîstema dagirker ya Komara îslamîya îrane de di rewşeke gelekî xirab de ye.
Xelkê Rojhilatê Kurdistan gelek fidakarî li dijî sîstema dagirker ya Komara îslamîya îranê kirîye. Kû ev yek bûye cihê şanazî û serberzî ji bona hemû xelkê Kurdistanê.
Em di bînin kû di dema tengayî û karesatên siruştî û rewşa nelibar ya siyasî de xelkê Kurdistana Rojhilat, hemhestî li hember hevdû û beşên din yê Kurdistanê nîşan didin.Mixabinn ta niha me nikarîye bi awayekî dirist û giring ji vê xesleta mezin sûd werbigrin Rojhilat her wiha, çavkanîya beşekî giring û pirşingdarî mêjuya Kurdistan û têkoşerê azadîxwaz e. Kultura rengereng û hemecor û xweş awaza Rojhilat, her ji muzîk, stran, cil û berg, tore heta zaravên cawaz û xebata medenî û karê xwebexş dike, kû karîgarîyeke mezin liser parçeyên din yên kurdistanê dikê.
Piştî ruxandina sîstema Şahîtî kû dagirkerekî dirinde bû li ser Kurdistanê. Mıxabin, bi ser kû Kurdan bizaveke mezin dan ji bona azad kirin û demokrat kirina îranê. Lê sîstema komara îslamî ya îranê li soz û peymanên xwe yê di derheqa demokrasî û yeksanîyê de xwedî derneket. Berovajî, xwînrijandin tund û tûjî zêdetir kir û dijhberî Rojhilat rawesta. Komara İslamî piştî gotina xutbê ya Xumeynî, ji xwe re kire kar kû Rojhilatê Kurdistanê bi hêrivênê têk bibe.
Komara İslamî şerekî ne beraber û dirinde li dijî Kurdan pêk anî. Tovê dûberekî û ne tebayî û ne bawerî bi hevre dı nav Kurdan de çand. Ji bona van tiştan pêk bênê qet destgirtin/texsîr ne kir. Di demeke gelekî kurt de siyaseta birçî, bêkarî û kêm kirina xizmetguzarî li Kurdistanê pêk anî. Armanc pê ew bû kû Kurda mecbûrî çokvedanê bike.
Di dema 42 salên bûrî de ev siyaset ya dagirkerî xiraptir û dijwartir hate pêk anîn. Tirsandin, çavlêbêz kirin û rawdunan, reşbigîrî û li sêdaredayina çalakvannn hate zêde kirin.
Dewlet texsîr nake û di bêjê ew mafên kû hun di xwazin li gor yasayên Komara İslamî hene. Rawşa Rojhilat , rewşeke polîsî û serbazî ye. Kû berjewendîyên sistema dagirkerî di parêze.
Diyare siyaseta dagirkerî li Rojhilat, her weke parçên din yên Kurdistanê, li ser bingeha şer û tevlihevî ya Rojhilatanavîn ya niha rawesta ye. Wate, sistema dagirkerî lisertesar liser Kurdistanê ye. Kû ji niha de, bi pileya yekem dewletên îran, Turkîye û Surîye kû mijar dibe Kurd/Kurdistan di bine yek parçe, yek dewlet li dijî me.
Ji 30 salên bihurtî ve bi taybetî piştî ruxandina rejîma Baas 2003, mixabin dewleta Tirk û îran di tiştekî de biserketî bûn, ew jî ewe kû hêdî hêdı dewleta İraqî ji peymana Federal dûr bêxin. Û dijberîyekê di navbera Başûr û dewleta İraqê de dirist bikin. Ev yek wê siyaseta dagirker û dagirkirî tênê bî ra mirov.
Îran her weke Tirkiye hemû karê pêwist ji bona ne seqamgîrî di navbera Başûr û İraqê de pêk werê hewl didê. Ji bona ji holê rakirna sistema federal. Jiber kû Îran jî na xwaze çareserîya aştîyane dı navçê de pêk bê û bibe modêl. Destketina xelkê Kurdistanê ji wan ra xeta sore.
Jiber vê yekê, têkoşîna Rojhilat, têkoşîna beşên din yê Kurdistanê ye. Zerer û ziyana Rojhilat; zerer û zîyana beşê dî yên dî ye jî. Ji ber vê yekê karê me yê Kurdistanî yê serekî ewe kû yekîtîya Neteweyî linav pêkhatîyên seranserî Rojhilat de, ji Şarê Mako ta Îlam û Kurdên li bajarên nav Îranê dijîn her wiha Xorasan pitew bikin. Divê kû nûnerên hemû pêkhatîyan hebe. Herwiha, baştir diyar bin û peywendîyên di navbera wan de rêkxirawtir û Kurdistanî be. Heman demê tê xwestin kû her beşê Kurdistanê laşêkî cawaz jî hebê, lê gerek yek canê me hebe.
Di vî warî de nêzîk bûna partî û rêkxirawên Rojhilat bi mebesta karê hevbeş û qebûl kirîna pirensipa pirhijmar, kar asantir dike. Zû yan dereng gerek partî û rêxistinên medenî bikevine nav jiyana hevkarî, hevbeşî û birêve birina hevbeş. Bijardeyeke dî nîne. Mêjûya van 42 salên bûrî bi ronkayî nîşan daye kû her alîyekî kû xwe ji vê yêkê dûr bike, zerer dike ne qezenc!
Ewên kû di warê kirdar di nava tekoşînê de ne û dilê wan ji bona gelê wan lê dide, zanin kû bitenê bi yekîtîya hêzan Rojhilat bi hêz dibe. Hîç ti beşekî Kurdistanê bi tena xwe nikarê li hemberî leyistik û şerên dagirkeran bi ser bikeve. Di riya yekîtîya niştimanî û netewî re hemu parçe û pêkhateyekî Kurdistanê karê hebe, bi hêz be û pêş bi keve. Ev rastîyeke kû gelê bindest kare sistema dagirkerî bişkêne. Ev ne xewn û xeyal e, lê di asta azadî xwazî de em li welamekê bigerin.
Beşdarên vê konferensê rengdaneke biçûktir ya Rojhilatin. Livir em rûwê gelê xwe di bînin, dengê hev di bihîzin û bi êşa hev di hisin û di heman demê de li çareserîyekê û tîmarekê digerin.
Ew rêxistin û take kesên kû di komcivîna Rawêj ya Rojhilat de amade bûn û beşdarin, liser bingiha pêşniyara hemû beşdaran, em vê encamnamêyê dixine ber destê raya giştî ya Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û parçên din yên Kurdistanê û her wiha raya giştî ya Kurdistanê û Cîhanê. Em hêvî dikin kû her Kurdekî azadîxwaz her li kûderê hebe, bi xwastina dilê xwe bi awayekê xwebexşan de encam dan û serkeftinê de beşdar be.
1. Hemû beşdarên di komcivîna Raohilat de bi tundî siyaseta dagirkerana ya Komara İslamî ya îranê tawanbar dikin û xwedî li gelê xwe derdikevin. Beşdervanan amaje bi nebûna dadgeh ,yasa serwerî dikin û bi tundî li dijî sêdaredan û reşbigîrı di westiın û piştgirî ya çalakvanên medenî di hemû waran de û zindanîyên siyasî dikin. Li wan xwedî derdikevin
2. Beşdervanan her wiha di komcivîna Rawêj ya Rojhilat de kolberî bi karekî naçarî datînîn. Çavkanîya vî karê neçarî siyaseta dagirkarî ya Komara İslamî ye. Jiber vê yekê em dîtina Komara İslamî di derheqa Kolberan de mahkum dikin kû wan weke bijewîder/qaçaxçî di bîne û bi destê enqez û bi zanebûn destdirejî ser wan dikin. Beşdar doz dikin kû di derheqa kolber û zindanîyên siyasî de bi navê Beşdarên konferansê çend çalakîyên hevbeş bêne kirin. Weke nimûne; nameyek bête nivîsandin, bi zimanê îngilîzî û ji rêxistinên navnetewî re bête rêkirin di derheqa Kolber û girtîyên siyasî de. Û xwepêşandineke taybet ji bo Kolberan li bajarên dinyayê encam bide. Her wiha em hawl bidin kû çalakîyeke din pêk bînin ji bona raya giştî Kurdistanê û cîhanê bi qezenca Kurdistanê li dijî Komara İslamî ya îranê bi livênin.
3. îro di asta cîhanê de roja zimanê dayîkê ye. Beşdarên konferensê zimanê zikmakî weke mafê rewa yên gelan dizanin bêyî virde-wirde û xwedî li zimanê Kurdî derketin. Dawe dikin kû herkes di warê xwedî lê derketina ziman û zaravan de çalak bin.
4. Beşdaran cext li wê yekê kirin kû KNK rola xwe ji bona li hev nêzîk kirina part û rêkxirawên Rojhilat nêzîkî hev bike. Her wika civîn û çalakîyên di vî warî de pêwistin û dive berdewam be. Beşdarê konferensê ji alîyê xwe ve amade buna xwe nîşan dan kû KNK ê destek bikin di vî warî de.
5. Rêxistin, kesên serbixwe û partîyên siyasî kû beşdarî konferansê bûbûn pêdagirî li ser bi hêz kirina yekîtîya netewî, pêşxistina bîra firelayanî, demokrasî û hevûdin qebûl kirin kir.
6. Bawerîya beşdaran ewe kû part û rêkxirawên Rojhilat divê bi awayekî hawrê û hevniştîmanî nêzîkî hev bibin û hawlî dilsozana ji bona encam dana kar û bi serxistina projeyên hawbeş bidin.
7. Beşdar her wiha dozê li hemû alîyan dikin, nemaze rêkxirawên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kû pêkve çalakîyên hevbeş bikin. Ji ber kû ev yek guşarê têxe ser Komara İslamîya îranê. Herwiha gerek hevdeng piştgirîyê li zindanîyê siyasî bikin û li dijî sêdare dan û teror kirina her roj ya li ser çalakvanên siyasî û medenî Kurdistan bi westin.
8. Beşdarvan piştgirîyê ji bona geş û hawayeke azad jibo hemû pêkhateyên Rojhilat dikin. Û herwiha di xwazin kû bi awakî li hev bûrîn rêzgirtin ji bona bîr û bawerîya cawaz hemû kes li hev binêre. Ev yek dibe havêynê ava kirina civateke mirovî, tendurıst û demokrat.
9. Beşdaran piştgirîya xwe ji bona karê xebatkeran , kolberan û zahmetkêşan ragihandin. Beşdar her wiha di bînin kû hejarî û nedarî kêşeyeke gewre ye dı warê azadî û demokrasî de.
10. Beşdarvanên konferansê pêwist di zanên kû belênnamayek ji alîyên hemû rêkxirawên siyasî ve bête vajo kirin. Her kêşeyeke kû heye gerek di riya giftugo re bête çareser kirin.
11. Beşdarvanan diyar kirin kû gerek bizava azad kirina birêz Abdullah Öcalan û hemû girtîyên siyasîyên Kurd berdewam be. Dozê dikin kû Tirkîye û Îran dev ji reşbigîrî û zîndanî kirinan berdin. Û timamê zîndanîyên siyası azad bikin. Ev dibe payeke girin ya ji bona çareserîyeke aştîxwaz li navçê de.
12. Herwiha em dawa dikin kû piştgirîyê ji bona azadîya jin û lawên kurd bête kirin. Gerek her kes dev ji sersarî û xwe dûr kirinê berde û di warê giftugo û hevrêtîyê de çalak bin.
13. Beşdarvan van planên abûrî û serbazî bi tundî şermezar dikin kû dibine hokar jibona xirab kirina xwezaya Kurdistanê. Weke xak, daristan û hewa. Wekî din ev yek dibe hokara ji navçûna ajelên kovî û balindan. Hevkat piştgirîyê li xebatkerên xwazâyê dikin û karê wan bilind di nirxênin.
14. Beşdarvan her wiha dawe dikin kû di warê kar û xebata netewî de sûdê ji dîtin û pêşniyarên jinên Kurd bigre. Gerek zemîne ji wan re bête xweş kirin û arîkarî bête kirin da kû di hemû kar û xebatekê de çalakane beşdar bibin. Dive kû boçûn û pêşniyarên jinan di têgihiştina netewî de bi timamî diyar be.
15. Kongre piştgirtina xwe ji bona parastina sîstema Federalî ya İraq û Başûrê Kurdistanê diyar kir. Û dozê li Tirkiye û Îranê dikin kû dev ji dijberî ya Başurê Kurdistanê berdin. Gerek em bi hevre ne hêlin kû destê xwe dirêjî Başûrê Kurdistanê bikin.
16. Kongre her wiha dozê li rêveberên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin kû weke du desthilatên xwecihî bi livin. Gerek pêwendîyên xwe li ser bingeha berjewendîyên xelkê Kurdistanê bi rêve bibin. Rê ji bona pêşketineke têkilîyên suruştî di navbera xelkê de betê pêk anîn. Parastina destketînên Başûr û Rojava erkeke pîroze li ser milê her Kurdistanîyekî.
17. Kongrê pêdagirî li ser hevxebata hevbeş di nav her çar parçên Kurdistanê de kir.
18. Kongrê amaje pê kir kû gerek xebata gelê Kurdistanê nebê beşek ji projêyên zilhêzên cîhanî û herêmî.
19. Kongrê her wiha pêdagirî li ser pêwistî ya hevxebatê, bi bizutnewan û mirovdostanê cihan û navçeyî kir.
Di heman demê de ev giftugo û rawêj kû bi beşdarîya part û rêkxirawên siyasî, rêkxirawên medenî û kesayetên serbixwe hate pêk anîn, wê yekê nîşan didê kû em gihane nirx û bihayekî mêjûyî. Gelê me bi coş û xiroş li têkoşîna xwe temaşe dike. Ji ber vê yekê, berpirsyarîyeke mezintir ji bona kar û xebata rojên pêş dixe ser milên me. Di vî warî de em dozê li hemu part û rêkxirawên siyasî, kesayetîyên serbixwe, rewşenbîr, nivîskar, akedemisyen, dilsozan û welatparêzên Rojhilat dikin. kû beşdarî di kar û xebatê de cih bigrin û xawendaretîyê nîşan bidin. Pêwiste kû em hemû toleransê di derheqa siyasî û demokrasîyê de ji hev re nîşan bidin. Da kû em hêdî hêdî karibin kêşeyên di nav xwe de rakin, kû di aslê xwe de gelekî biçûkin.
Em xweş bawerin kû em bi vî awayî tekoşînê bikin, wê ev bibe azmûneke bi sûd ji bona vegerandina bi hev bawerîyê û bi hêz kirina hêvîya gelê me.
Konferensa Rawêj ya Rojhilatê Kurdistanê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK