Languages: English ‏سۆرانی‎

Em operasyona dijê HDP û siyasetvanên Kurd şermezar dikin!

Vê sibê rêvebirên HDPê, parlamenter û serokên beledîyeyan jî navde bi dehan siyasetvanên Kurd hatin destbiser kirin. Dibêjin şeş sal pêş niha dema ku DAIŞê êrîşî Kobanê kir, hûn xwedî li berxwedana Kobanê derketine. Ev weke sucekî mezin navkirine û kirin hêcet ku siyasetvanên Kurd bigrin, zîndanî bikin û wana ji qada tekoşînê dûr bigrin.

Ev operasyonekî ya qirkirina siyasîye, weke operasyona KCKê ya 2009a ye. Dixwazin qada siyasî ji nûnerên Kurdan re bigrin û nehêlin Kurd siyasetê bikin. Dixwazin Kurd bê temsîl bê rêvebir bimînin da ku bikarin plan projeyên xwe yên ji navbirina gelê Kurd, bi rehettir bimeşînin. Ev operasyon, parçeyek ji qirkirina gelê Kurd ya giştîye.

Ev operasyon, tolhildana têkbirina DAIŞê ye. Erdogan wê rojê digoht “Kobanî ha ket ha dikevi”. Lê xwestin û gohtinên wî nehatin cih. Hevkarên wî DAIŞî ketin û têkçûn. Erdogan û hevkarên xwe îro dixwazin tola wê rojê bigrin.

Rejîma AKP-MHP û Ergenekonê, li hember berxwedana gelê me û hêzên muxalîf, lewaz ketîye. Rejîm li hindur û derve hingî diçe tinê dimîne û qels dibe. Bi van operasyonan dixwaze temenê xwe dirêj bike. Lê çi dikin bila bikin, têkçûna wan nîzing bûye.

Bi vê munasebetê em bang li gelê xwe dikin ku tekoşîna xwe xurttir û bilindtir bikin. Tam jî demê wîye ku gelê me û dostnê gelê me, tevlî pêngava KCKê ya “Dem Dema Azadîyêye” bibin. Pêwîste bersiva me weke berxwedana Kobanê be.

Herweha em bang li reya giştî ya Cihanê û hêzên peywendîdar dikin ku rastîya rejîma Erdogan- Bahçelî-Ergenekonê bibînin û dijê kiryarên wan piştgirî bidin berxwedana gelê Kurd û hemî dijberên vê rejîmê.

Konseya Rêvebir ya KNKê