Languages: English ‏سۆرانی‎

Em Gef û Êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûr û Hêzên Kurdistanî Şermezar dikin!

Jibo Reya Giştî

Rayedarên dewleta Îranê eve demeke gefan li hêzên Kurdistanî dixwin û ev çend rojin jî êrîşên hewayî pêktînin. Dewleta Îranê pêşîya niha jî dem dem bi topan êrîş dikiran, van rojên derbazbûyî de dest bi êrîşên hewayî jî kirine. Di nava heftîyekî de eve du carin bi frokeyên bê mirov (Dron), li başûrê Kurdistanê deverên Baradost û Balekayetî, têne bombabarankirin. Li van deveran baregehên hêzên rojhilatê Kurdistanê têne hedef girtin. Pêşîya van êrîşan de rayedarên Îranê gef li hêzên Kurdistanî xwaribûn. Ev rewşeke nûye û wê encamên nû jî bi xwe re bîni.

Eve serê dehan salane dewleta Tirk êrîşê başûrê Kurdistanê diki û hinek deveran dagîr diki û baregehên leşkerî datîni. Niha êrîşên Îranê jî serve zêdebûne. Di vê demêde zêdebûna gef û êrîşên dewleta Îranê watedarin. Ev jî didi nîşan ku di navbera dagirkerên Kurdistanê de, li dijê deskevtên gelê me tifaqdarin. Ji xwe di dema referandûma başûrê Kurdistanê, bi awayekî eşkere tifaqa xwe nûkiribûn û ev tifaqa wan yan dijê Kurdistanê berdewa me. Hêzên dagirker herçend dibêjin êrîşên me bi hinek hêzan ve sînordarin, lê rast nabêjin, êrîş dijê hemî deskevtên gelê kurdistanê ne.

Hukumeta navendî ya Êraqê, weke li hember êrîşên dewleta Tirk bêdenge, heman demê de li hember êrîşên dewleta Îranê jî bê denge û xwe nebîstî diki. Ev jî didi nîşan ku agahdarî û erêkirina hukumeta Bexdayê di van êrîşan de heye. Mixabin rêveberîya başûrê Kurdistanê jî, rastîyê nabîni û ew jî bê dengin. Ev jî rewşê xetertir diki.

Gef û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, ne tinê dijê hinek partî û hêzên Kurdistanî ne. Ev êrîş dijê deskevt û berjewendîyên hemî Kurdistanê ne. Divê ev rastî ji teref hemî dem û dezgehên Kurdistanî ve bête dîtin. Divê hemî hêzên Kurdistanî bi awayekî koordînekirî dijê van êrîşan derkevin û li hember van êrîşan rawestin.

Em weke KNK, gef û êrîşên dewleta Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê û hêzên Kurdistanî, bi tundî şermezar dikin. Bi vê munasbetê em bang li dewleta Îranê dikin û dibêjin, bi gef û êrîşan hûn sernakevin û jibo çareserîya pisgirêkan bi hêzên Kurdistanî re bikevin nava diyalogê.

Konseya Rêvebir ya KNKê