Languages: English ‏سۆرانی‎

Em Erîşen li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmanîyê şermezar dikin!

Balafirgeha Navdewletî ya Silêmanîye di roja 7/4/2023 de bu hedefa erîşên dewleta Tirk ê dagirker. Êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê yê rojane gihîştîye asta ku hemû sînorên serwerîyê, yasayên navxweyî û yên navdewletî bin pê dike. Êrîşên dewleta tirk berdewamîya qetlîam û qirkirina li hemberî gelê kurd û destkeftîyîyên gelê me ye. Pêwîste di serî de hemû cîhan û bi taybetî gelê kurd, hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî helwesteke tund li hemberî van êrişan bigre, şermezar bike û bê siza, ceza nemîne.

Dewleta tirk û di serîde rejîma nijadperest ya AKP-MHP li çi devera Kurdistanê dibe destkeftîyên gelê kurd bo xwe hedefeke dijminane dizane û bi her awayî êrîş dike. Em baş dizanin ku Erdogan di rewşek gelek tengav de ye û bi taybetî di nav vê pêvajoya helbijartinên giştî yê parlemento û serok komarîyê de dixwaze hin êrîşên sansyonel li hemberî tevgêra kurd û rêberên kurda pêk bîne da ku bo xwe bike zemîneke serkeftinên helbijartina. Pêwîst ev tişta ji raya giştî, navdewletî û bi taybetî ji alîye muxaleftea siyasî li turkîye heye bête zanîn û li hemberî van kiryaran helwesteke tund bête girtin.

Em bi ti şêwazî qebûl nakin ku êrîşên dewleta tirk, sebeb çi dibe û argûman çi dibe rewa bête dîtin. Bi taybetî em dixwazin bidin zanîn ku berdevkê “hukumeta” herêma Kurdistanê Adil Cotyar êrişên dewleta tirk rewa bibîne û YNKê suçdar bike. Adil Cotyar wek nûnerê PDKê nikarê li ser navê huqumeta heremê sîyaset xwe ya hîzbî ferz bike. Daxuyanîya wî daxuyanîyeke bi sosrete. Pêwîst bû erîşen dewleta tirk şermezar bike û helwest bigre li şuna we YNK û hemû kurdan suçdar dike ku bûye sebebê vê erîşê. Karanîna navê hukûmeta bi vî rengî nayê qebûl kirin. Tu kes û bi tu rengî nikare van êrişan rewa bibîne û bê deng bimîne. Her daxuyanîyek bi vî rengî cesaretê dide dewletên dagirker bo qetlîamên nû.

Em careke din bangewazîyê, di serîde li koalisyona navdewletî ya li dijî terorizmê, NY, YE û hemû hêzên demokratîxwaz û hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî dikin ku bi awayekî tund van êrişan sermezar bike û helwestê wergire.

Konseya Rêvbir ya KNKê

Bruksel 8.4.2023