Languages: English ‏سۆرانی‎

Em êrîş û wehşeta nijadperestên Tirk şermezar dikin!

Jibo Reya Giştî

Duh êvarî li wilayeta Konya yê li navçeya Meram ê, nijadperestên Tirk êrîşê malbatekî Kurd kirin, 7 kes qetilkirin û xanî jî şewitandin. Êrîşa li ser vê malbatê ne nû ye, di 12ê Gulana îsal de, grubekî nijadperestên Tirk ku êjmara wan ji 60 kesan zêdetirbûn, êrîşê heman malbatê kiribûn endamên malbatê birîndar kiribûn û gefên kuştinê li wan xwaribûn.

Tişta li Konya yê çêbûyî tiştek ji rêzê nîne. Wehşete û komkujî ye. Eve demeke li metropolên Tirkiyê (Izmîr, Enqere, Konya, Afyon, Eskîşehîr, Manîsa, Antalya yd.) êrîşên vî rengî dijê Kurdan pêktên. Heta niha gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndarbûn. Ev êrîşkar ne tenê bi serêxwe ne. Ev êrîş ji teref dewleta Tirk ve, ji teref hukumeta AKP-MHP-Ergenekonê ve têne organîzekirin. Êrîşkar jî ji teref wan ve têne parastin. Amanca van êrîş û êrîşkaran, bi vî rengî Kurdan bi tirsînin, bê rêxistin bihêlin, teslîm bigrin û tine bikin. Dewleta Tirk di vî warî de xwedî tecrûbeye. Dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, heman tişt anîn serê gelê Ermen û Yûnanan jî. Êrîşên li ser wan jî, vî rengî destpêkir û paşê jî qirkirin (Jenosid). Planê dewleta Tirk yê li ser Kurdan jî ewe.

Gelê me di bin êrîşekî ya tinekirinê de ye, em di bin tehdît û tehlîkeya qirkirênê de ne. Divê ev rastî bê dîtin û divê em gorî vê rastîyê tevbigerin. Li hember van êrîş û êrîşkaran, divê kesek gav paşve neavêje, divê bi awayekî rêxistinkirî parastina cewherî bê pêşxistin. Teybetî Kurdên li metropolên Tirkîyê, divê xwe baştir rêxistin bikin û xwe bi rêxistinî biparêzên.

Bi vê munasebetê; em bang li tevayî gelê Kurdistanê dikin ku li hember vê wehşetê bê deng nemînin, xwe rêxistin bikin, di nava tevgera azadiyê de cihê xwe bigrin, dijê êrîşkaran rawestin û xwedî li mexdûran derkevin. Dijmin çi bike bila bike, em heqin û li ser rêya heqîyê ne û emê serbikevin.

Herweha em bang li reya giştî ya Cihanê, hêzên demokratîk û mirovparêz dikin ku wehşeta dewleta Tirk bibînin û piştgirîya tekoşîna azadîya gelê Kurd bikin.

Di heman demê de em carek din êrîş û wehşeta nijadperestên Tirk şermezar dikin, kesên jiyana xwe ji destdayîre rehmetê, ji kes û karên wan û ji hemî gelê Kurdistan ê re sersaxîyê dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNKê