Languages: English ‏سۆرانی‎

Em biryara pere danîna li ser serê rêber û şoreşgerên kurdan ya Emerîka şermezar dikin

Duhî, ji teref wezareta derve ya Emerîka ve hate ragihandin ku sê rêber û şoreşgerên Kurd, Birêz Cemîl Bayik, Birêz Murat Karayilan û Birêz Duran Kalkan, kirine lîsteya lêgerînê û ji bo dersdestkirina wan, jı bo derdestkirinê xelata pere danîne ser serê wan. Ev helwesta Emerîka, bi çi awayî nayê qebûlkirin û emê li hember vê helwestê rawestin. Em weke KNK, vê helwesta Emerîka, bi tundî şermezar û mehkum dikin.

Birêzan Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan, eve ji 40 salan zêdetire, di nav şoreşa Kurdistanê de, di rêza yekem de, bi serbilindî cihê xwe digrin. Birêz Cemîl Bayik û Birêz Murat Karayilan, di heman demê de endamên KNKê ne jî. Endambûna wan di KNKê de, ji bo me cihê şanazîyê ye. Van hersê rêber û şoreşgeran, hemî temenê xwe, di xizmeta gelê Kurdistanê de derbazkirine. Niha jî, şev û roj vî karê pîroz, bê menfeet û xwebexşane berdewam dikin. Evan mirovan temamê jiyana xwe de, li hember zulm û zordarîya dagirkeran sekinîn, li hember zalim û zordaran mirovatî parastin û xizmet ji mirovatîyê re kirin. Ev mirov, ji bo vê xizmeta xwe ya bê hempa, divê bi payeya zêrîn, bêne xelatkirin û navên wan divê bi herfên zêrîn, bêne nivîsandin.

Hukumeta Emerîka, bi vê helwesta xwe ya neheq û bê huqoq, dibe şîrikê zulm û zordarîya dewleta Tirk. Ev helwest, ji ehlaq û pîvanên mîravatîyê dûre. Ev biryar, weke biryarên berê (lîsta terorê û lîsta narkotîkê) ye, bi encama bazarên qirêj de hatîye standin. Ji bo Emerîka, Kurdên baş û Kurdên nebaş hene. Kurdên li hember rejîma Sadam, yên li hember rejîma Îranê û yên li hember DAIŞê tekoşînê dikin, Kurdên başin. Kurdên li hember zulm û êrîşên dewleta Tirk, berxwe didin, Kurdên xirabin. Li kîjan parçeyê Kurdistanê be bila bibe, tekoşîna Kurdan li hember dagirkerîyê ye û tekoşîna azadîyê ye. Ev tekoşîn, ji erdê heta ezmanan rewaye û pîroze. Bi helwestên li gor berjewendîyên hinek dewletan, ev tekoşîn nayê qirêjkirin.

Bi munasebeta vê helwesta neheq, em carek din vê biryarê şermezar dikin, bang li hukumeta Emerîka dikin û dibêjin, dev ji vê helwesta xwe ya du rûyî û zalimane berdin û van lîsteyên neheq ji holê rakin.

Li Ser Biryara Emerîka ya Dijê Şoreşgerên Kurd. Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê
07.11.2018