Languages: English ‏سۆرانی‎

Em bi daxwaziyên rewa yên xelkê başûrê Kurdistanê re ne

Konseya rêveber ya KNKê, 12.12.2020 roja şemîyê civîneke awarte sazkir. Rojeva civînê xwenîşandan û bûyerên niha yên li başûrê Kurdistanê bû.

Ev çend rojên dawîyê, xwenîşandanan çendîn bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê vegirtin e. Qeyranên neçareserkirî yên li ser hevkomboyî yên çendîn salan, Başûr gihandine vê asta metirsîdar.

Derencamê hêrsa nerazîbûna xelkê, xwenîşandan hatine li darxistin. Mixabin tundûtîjî û şêwazên nexwestî di van bûyeran de bi kar hatin. Çendîn hevwelatî birîndar bûn û çend kesan jî canê xwe ji destdan.

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo giyan ji destdana keç û kurên Kurdistanê xembarîn û sersaxîyê li gelê kurdistan û malbatên qurbaniyan dikin û daxwaza serbest berdana sercem girtiyan li hemî deveran dikin. Di heman dem da piştgîriya daxwazîyên rewa yên xwenîşanderan dikin, bona bi destxitina mafê jiyar û xizmetguzariyê, azadî û jiyanek serdem û bi rûmet.

Evane mafên sereke û bingehîn yên xelkê ne, hewildan ji bo misogerkirina van mafan, em bi maf û erkê her kesekî dizanîn. Em hêvîxwazin desteberkirina van mafan bi şêweyeke demokratîk û aştiyane bên encamdayîn. Her çende em di wê baweriyê dene ku gelê dilsoz û nerazîyê kurdistanê zana û şiyare, bona ev maf werin bi cî anîn pêwîste şêweyên li darxistina van meş û çalakiyan dûrbin ji kiriyarên tund û têkderane. Loma pêwîste di xwenîşandanan da bi hemû şêweyekî rê li ber wan kesan bigrin yên bona meremên taybet û tevlîhevkirina rêçika heqîqeta nerazîbûnan, karên têkderane û neberpirs encam didin.

Di heman dem de pêwîste deshilatdarên başûrê Kurdistanê li şûna bikaranîna şîdet û zorê, bersîva xelkê nerazî bi çek û agir û tawanbarkirina hêzên Kurdistanî yên parçeyên dinên Kurdistanê, pêwîste rastî werin dîtin û ji bo çareserkirina qeyranan û bicîanîna daxwaziyên xelkê pêngav werin havîtin. Serbûrî û ezmûnan (tecrûbe) isbat kirine ku tundûtîjî û şidet û bin pêkirina mafên xelkê, pirsgirêkan çaresernake. Bi dîtina me tenê rêya aştî û danûstandinê dikare me ji vê qonaxê derbasî beravên ewle bike.

Di rewşeke wisa hestiyar û metirsîdar da ku Kurdistan û herêm tê de derbas dibin û guherînên mezin bi rê dene, ev rewş ji hêlekê derfetan ji dagîrkeran re dirust dike ku tevlîheviyê dirust bikin û ji hêlek dî ve destkevtiyên gelê me jî têxe ber xeterîyê.

Li vê qonaxê Kurdistan pêwîstî bi şêweyekî rêveberîyê heye ku karibe bibe bersiva sedan salên bindestî, tepeserî û derdeseriya jêr destên dagîrkeran, sîstemek ku bikare jîn û jiyara gelê kurdistanê bi serfirazî biparêze. Daxwazê ji rêveberîya başûrê Kurdistanê dikin çareseriyeke aştiyane û demokrasiyane ji arîşeyên xelkê başûrê Kurdistanê re bibîne û rê li ber destêwerdan û armancên dagîrkeran bigrin. Hewlên aştbûn û diyalogê li gel xelkê bidin, neku binpêkirina daxwaziyên wan. Her wisa em daxwazê ji hêzên ewlehîyê dikin dev ji karînana çek li dijî xwenîşandaran berdin. Bi berpirsiyariyek nîştîmanî çavdêrîyê ligel bûyeran bikin.

Konseya Rêvebir ya KNK ê