Languages: English ‏سۆرانی‎

Efrîn û Berxwedana Efrînê Nayê Ji Bîrkirin

Dewleta Tirk bi hemî hêzên xwe yên hewayî û bejayî û bi çeteyên xwe ve, roja 20.01.2018an de êrîşî herêma Efrînê kir. Di vê êrîşê de ne tenê hêzên parastinê, gelê Efrînê û hemî xwezaya Efrînê, bi awayeke hovane ji xwe re kirin amanc. Li hember van êrîşan hêzên YPG/YPJê, bi qehremanî û bi fedakarîyek mezin berxwedan. Lê di navbera herdû hêzande hevsengîyek tune bû. Mirov nikare ne bi êjmar ne jî bi imkan, hêza YPG/YPJê û artêşa Tirk bide hemberê hev. Li gel vê rewşa giran jî, 58 rojan bi qehremanîyek bê hempa li berxwedan. Di encamê de Efrîn hate dagîrkirin.

Di şerê Efrînê de Gelê Kurd li welat li derveyî welat bi giştî li ser pîya bû û destek da berxwedana Efrînê. Piranîya rêxistin û hêzên Kurdî jî destek dan vê berxwedanê. Lê mixabin êjmarek kêmbe jî hinek hêzên Kurdî jî, ev berxwedan temaşekirin û li hember dagîrkerîya dewleta Tirk derneketin. Heta hinek kes û hinek grubên biçûk, bûn hevalê dewleta Tirk û tevlî civînên wan bûn û li bajarê Entabê meclisên sexte avakirin û xwestin meşruîyetê bidin dagîrkerîya dewleta Tirk. Piştî şer, dewleta Tirk ev kes û grup jî dane alîkî û bernameya xwe ya ku dixwaze Efrînê ji Kurdan paqij bike berdewam kir. Di berxwedana Efrînê de kî çi kirî an nekirî, gelê me hemîyê dibîne û dizane.

Di şerê Efrînê de helwesta hêzên navneteweyî jî diyare. Rusya bi dewleta Tirk re kete nava bazarekî qirêj û pêşîya dagîrkerîyê vekir. Emerîka û dewletên Ewropî (derveyî Fransa) jî tenê daxuyanî dan û şer temaşekirin. Rejîma Surîya û dewletên Erebî jî xwedî heman helwestê bûn. Li ber çavên Cihanê hemîyê, ev êrîşkarî û ev hovîtî pêkhat. Piranîya reya giştî ya cihanê û hêzên humanîter li gel Kurdan cihê xwe girtin. Hinek dostên Kurdan çûn beşdarê şer jî bûn û hinek ji wan şehîd jî ketin. Lê desteka wan têrê nekir. Em vê helwesta wan teqdîr dikin û sipas dikin.

Li ser dagîrkirina Efrînê re eve saleke derbaz dibe. Çawa di şer de hemî pîvanên mirovahî û hemî pîvanên huqoqî hatin binpêkirin, hovîtîya hêzên Tirk û çeteyên hevkarên wan piştî dagîrkirinê hê zêdetir bû. Herêma efrînê bi temamî hate talankirin. Gelê Efrînê hate koçberkirin û kesên cuda li herêma Efrînê hatin cihkirin û demografîya Efrînê hate guherandin. Di serîde Komîserîya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî û sazîyên mafên mirovan yên Cihanî, di raporên xwe de vê rastîyê tesbît dikin û dibêjin dewleta Tirk û hevkarên wê, li Efrînê “Tewanên Şer û Tewanên Dijê Mirovatîyê” kirine û van kiryarên xwe berdewam dikin.

Di şerê navxweyî yê Sûrîya de, Efrîn cihekî herî ewle û bi istiqrar bû. Sedhezaran koçber li Efrînê cihbûbûn. Li Efrînê rêveberîyek laîk û demokratîk hebû. Niha Efrîn cihekî herî aloze, bê huqoqî berdewame, rojbiroj demografîya wê tê guhertin û bûye qempa hêzên tundrew û selefî. Niha jî piranîya wan di qempên Şehba de, sedhezaran Efrînî koçber û penaberin.

Di berxwedana Efrînê de, ji seranserê Kurdistanê ji hezaran zêdetir keç û xortên Kurd û dostên Kurdan şehîd ketin. Sedan însanên me yên sivîl jî şehîd ketin. Hezaran însanên me brîndarbûn. Bedelên mezin hatin dayîn. Em di şexsîyeta şehîdên berxwedana Efrînê de hemî şehîdên azadîyê bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Piştî dakgîrkerîyê jî, berxwedana Efrînê berdewam kir. Niha jî ev berxwedan berdewame. Hêzên ku niha li Efrînê berxwedidin, bi navê Hêzên Rizgarîya Efrînê xwe ji nûve rêxistin kirine û bi teqtîkên gerîlla şerê xwe berdewam dikin. Em wan hêzan destek dikin û berxwedana wan silav dikin. Efrîn Kurdistane, niha birîndare. Ev birîn birîna hemî Kurdistanê ye. Dermankirina vê birînê rizgarkirina Efrînê ye. Ev kar û wezîfeyeke me ya neteweyî ye.

Bi vê munasebetê em careke din bang li gelê Kurd û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku di salvegera dagîrkerîyê de li kolanan bin û dagîrkerîyê protesto bikin, xwedî li Efrînê û li gelê Efrînê derkevin, Hêzên Rizgarîya Efrînê destek bikin. Herweha em bang li reya giştî ya Cihanê, Neteweyên Yekbûyî û hêzên peywendîdar dikin ku li hember dagîrgerîya dewleta Tirk helwest bigrin û tekoşîna gelê me ya rewa destek bikin.

Li Ser Salvegera Dagîrkirina Efrînê.Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê